În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji saziyên Elewiyan banga Newrozê: Roja mezinkirina têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newroz li Sêweregê bi tevlîbûneke xurt hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Erzînganê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr serdana Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê bilind dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gaziyên Jin: Divê em hevgirtî û hişyar bin
Rojava

Gaziyên Jin: Divê em hevgirtî û hişyar bin

Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Rêber Apo li girava Îmraliyê, şêrejin û egîdên me li qadên şer û gelên me jî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav berxwedanê de ne. Bi xurtkirina têkoşîn û berxwedanê wê dijmin bi temamî hilweşe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ketina rejîma rejîma Esed re ji 8’ê Kanûna 2024’an ve li hemberî herêmên me yên rêveberiya xweser a bi xwîna bi hezaran şehîdan ava bûye, êrîşên xwe yên herî hovane dijwartir kiriye. Dewleta faşîst a di wan êrîşan de encam negirt, dest bi komkujiyên li hemberî gelên me yên azadîxwaz ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Di şexsê pêşenga jinên endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê û Hevseroka Nivîsgeha PYD’ê ya Qamişlo Menîce Haco û hunermendê dildarê Rêbertî û gelê xwe Cûma Xelîl (Bavê Teyar) de em tevahî şehîdên xwe yên di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.

Pêwîst e dewleta Tirk a dagirker a xwedî hişmendiyeke herî hov, zanibe ku ew û hevalbendên xwe çi bikin bila bikin wê vîna gelan bi ser bikeve. Weke tê dîtin berxwedana gelê Kurd û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îspat dike ku dema gel xwe bi rêxistin bikin û bibin yek ti hêz nikare wan bişikîne û teslîm bigire. Gotinek zanyaran a bi awayê, ‘Eger rojekê gelek bixwaze jiyanek azad bijî, teqez wê qeder jî bersivê bide û daxwaza wan pêk bîne’ heye. Gelên azadîxwaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro biryar dane jiyaneke azad û wekhev a pêkve bi hemû xweşikiya xwe bijîn. Teqez wê qeder jî bersivê bide û rêya wan rohnî bike. Bi rastî vîna gelan bingehê serketinê ye. Gelên herêmê di pêşengtiya gelê Kurd de biryara xwe dane û bi serbilindî têkoşîn dikin. Weke em tev dişopînin û dibînin gelên me bi rojane di nava çalakiyên herî mirovî de ne. Helwesta xwe pir zelal danîne holê û destketiyên xwe diparêzin.

Weke gaziyên jin em berxwedana gelên me ya li Bendava Tişrînê bi serbilindî silav dikin. Ji wê berxwedanê em hêz, coş û vîneke bêhempa digirin. Gelên me yên dilsozên azadiyê çalakiyên xwe berdewam dikin û meydanê li dewleta Tirk û çeteyên wê dixwin. Em heyrana vîna gelên xwe ne, em wan ji dil û can hembêz dikin û dibêjin, ‘Bijî û her bijî ji têkoşîn û berxwedana we re!’ Gelên me yên berxwedêr piştrast kirin ku gelên Rêber Apo ne, li ser xet û şopa Rêbertî dimeşin.

Rêber Apo li girava Îmraliyê, şêrejin û egîdên me li qadên şer û gelên me jî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav berxwedanê de ne. Divê em zanibin ku dijmin bi her awayî zeîf û lawaz bûye. Bi xurtkirina têkoşîn û berxwedanê wê bi temamî hilweşe. Ji sedî sed wê serketin a berxwedêran be.

Li ser van esasan di serî jinên ciwan em bang li tevahî jin û ciwanan dikin, di vê berxwedana rûmetê de cihê xwe bigirin. Her wiha em bang li tevahî welatparêzan dikin ku li hember şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker hişyar bin. Dewleta faşîst û çeteyên wê yên di meydanên şer de rastî şikestinên mezin tên bi rêya ragihandin-çapemenî û bi taybet bi rêya medya dîjîtal hewl didin rastiyên li qadên şer berevajî bikin. Bi vî rengî dixwazin moral û coşa gelên me xerab bikin. Lewma ji bilî ragihandin û çapemeniya me ya azad divê em qet guh nedin ragihandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Di dawiyê de jî em careke din pêşeng û hevrêyên xwe yên di êrîşên li ser bendava Tişrînê şehîd bûne bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em ji malbatên me yên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Işik: Binpêkirina mafên mirovan di asta êşkenceyê de ye
Nûçeya Pişt re Koçberên Efrînê: Em ê teqez vegerin Efrînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yek ji lehengên gel: Herekol Botan

Ew yek ji gerîlayên lehengê gelê xwe bû. Wî Apoyiya rast a ku di şert…

Ji aliyê Stêrk TV

13 fezlekeyên parêzbendiyê pêşkêşî Meclîsa Tirk hatin kirin

Ji bo rakirina parêzbendiyê derbarê 11 parlamenterên ku di nav wan de Hevserokê Giştî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Ewlekariya Hundirîn wê li cihên xwe bimîne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Cizîrê û Kobanê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêman,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Rojava ji ber şert û mercên hewayê pîrozbahiyên Newrozê hatin taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Newroz li Erzînganê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji saziyên Elewiyan banga Newrozê: Roja mezinkirina têkoşînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?