Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Koçberên Efrînê: Em ê teqez vegerin Efrînê
Rojava

Koçberên Efrînê: Em ê teqez vegerin Efrînê

Koçberên Efrînê qala koçberiya xwe ya ji Efrînê kirin û gotin, vegera ji bo Efrînê nêz e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di 20’ê Çileya 2018’an de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dagirkirinê birin ser Efrînê. Di encamê de bi hezaran kes ji gelê Efrînê ji warê bav û kalên xwe koç kirin. Piştî ku gelê Efrînê ji Efrînê ber bi Şehbayê ve tên, di 29’ê Mijdarê de careke din dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Şehbayê û li wir gel dîsa jî neçar ma ber bi cihên ewle yên Rêveberiya Xweser ve biçin. Gel cara ewil bi riya karwanan li Tebqayê hatin pêşwazîkirin.

Têkildarî vê koçberiyê, koçberên Efrîn û Şehbayê ji ANF’ê re axivîn.

Jina bi navê Seyran Mihemed ku ji gundê Meydan Ekbes e û di koçberiya duyem a ji Şehbayê de wê zarokê xwe û hevjînê xwe wenda kiribû, bi tiraktoreke bêy teker ku tenê li ser hesin dimeşiya, ber bi Tebqayê ve hat. Dayîka Seyran wiha qala çûroka xwe ya koçberiya duyem dike: “Piştî me ji warê xwe yê Efrînê koç kir, em ber bi Şehbayê ve hatin. Li wir me jiyana xwe bi salan bi rêk û pêk derbas kir, li Şehba em li malên xwe bûn, ji nişka ve qala derketin û êrîşan li ser me de, hatin kirin. Çend pezên me hebûn, hevjînê min di nexweşxaneyê de bû, zarokên min jî li mala dayîka min bûn, ez bi wan cîranên xwe ku du jin û du mêr bûn û bi keriyê xwe yê pez re em meşiyan. Min nizanîbû ku çi bi zarokên me û hevjînê min, xizim û gelê min hatiye. Armanca herî mezin a dewleta Tirk a dagirker, gelê Kurd e. Li dijî vê yekê em ê her tim hebin û vegera li Efrînê nêz e, teqez em ê vegerin.”

‘MIN ZAROK Û HEVJÎNÊ XWE WENDA KIR’

Dayîka Seyran anî ziman ku wê piştî 5 rojan zarokên xwe dît û wiha got: “Ji seet 4 em derketin û heta seet 9 em meşiyan heta em gihîştin gundekî. Li wir weke agirekî bû di canê min de, min nedizanî zarokên min li kuderê ne, em li wir wê şevê man. Piştre sibehê em ber bi bajarê Helebê ve çûn, beriya ku em bigihijin Helebê, min kolfetê xwe di nava wê qeflê gel de dît. Min pezê xwe da wî û ez bi erebeyê bi malbata cîranên xwe re hatim, zarokên min li pey min man, dûra jî piştî 5 rojan zarokên xwe careke dîn min dît.  Bû du car ev tofan li me tê, koçberiya ewil jî min zarokên xwe wenda kirin, ez van rojan ne mumkîne ji bîr bikim, ez ê li her derê qala van bûyeran bikim.”

‘VEGERA EFRÎNÊ MÎSOGER E’

Dayîka ji Racoyê Newroz Mele Ehmed ku ew jî qala wê koçberiya xwe yê yekem dike, wiha dibêje: “Dewleta Tirk du caran Efrînî koçber kirin. Em sê rojan li ser rêyan bûn, zarok ji serma diqerisîn, tiraktora ku em lê bûn, sê caran qulibî. Em li ber wê sermayê perîşan bûn, em piştî sê rojan hatin bajarê Reqayê. Dewleta Tirk a dagirker dibêje Kurd li kur be, em ê wan li wir tune bikin. Em ê vegerin Efrînê û wê veger misoger be.”

‘ZAROK, JINÊN DUCANÎ, KAL Û PÎR BI MEŞ BER BI HERÊMÊN BI EWLE VE HATIN’

Dayîka Newroz diyar kir ku zarok bêyî pêlav bûn, bi hezaran bi meşê meşiyan da ku xwe ji wê dagirkeriyê rêzgar bikin û got: “Ez û keça xwe ya bi çar zarokan, keça xalê min û hevjîna xwe û zarokên xwe, derketin. Gelê me bi meş jî derketin, me nizanî bû çi bû. Lê ji nişka ve êrîşeke bê hempa destpê kir. Zarok jî bi meş dimeşiyan, jinên du canî jî bi meş bûn. Li ser riyê ne xwarin ne jî vexwarin hebû.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gaziyên Jin: Divê em hevgirtî û hişyar bin
Nûçeya Pişt re ‘Em dixwazin li Sûriyeyê bi çand, ol û nasnameya xwe bijîn’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pirtûka ‘Berxwedan’ a Laûra Schrader hate weşandin

Pirtûka 'Berxwedan' a rojnamevana Îtalyayî Laûra Schrader, ku li ser serpêhatiya aştî û berxwedanê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Açikalin: Hatay terkî çarenûsa ku AKP xêz kiriye tê hiştin

Ji serokên berê yê Baroya Hatayê Cîhat Açikalin diyar kir ku di ji nû ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Global Witness: Di sala 2023’yan de nêzîkî 200 aktîvîstên jîngehê hatine kuştin

Global Witness roja Sêşemê raporek weşand û diyar kir ku di sala 2023’yan de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şertên joyanê yên li kampên Waşûkanî û El-Telae xirabtir dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji ber lehiyên li Sûriyeyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

KNK a Rojava: Parastina destkeftiyên Kobanê erka neteweyî ya hemû Kurdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Qehreman Rojava: 1’ê Mijdarê encama berxwedana dîrokî ya şehîdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?