Li Bendava Tişrînê berxwedana li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dike. Ji çar aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji 8’ê Çileyê ve di nobedê de ye.
Ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Berakê yên kantona Cizîrê di 28’ê Çileyê de bi sedan kes tevlî nobeda li Tişrînê bûn. Piştî nobeda ku 4 rojan dewam kir, şêniyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxayê, Girkê Legê, Dêrik û Til Hemîsê nobed dewir wergirtin.
Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî ji bo tevlî berxwedanê bibin bi rê ketin. Xelkê Reqayê li Xaçerêya Firûsi li hev kom bû. Xelkê Tebqayê jî bajarokê Mehmûdî li hev kom bû û bi konvoyê ber bi Tişrînê bi rê ket.