Xwepêşandanên ku bi hefteyan e li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, di 24 saetên dawî de ketine qonaxeke nû. Tê îdiakirin ku gel qereqola polîsan li Abdananê ya parêzgeha Îlamê desteser kiriye û bajar di bin kontrola gel de ye. Çavkaniyên herêmî ragihandin kuli ser van geşedanan hêzên taybet ji Tehranê şandine herêmê.
Di heman demê de, hat ragihandin ku xwepêşandanên li Qesra Şîrîn a parêzgeha Kirmaşanê, Bûcnurd a parêzgeha Xorasanê û Seqiz û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Di xwepêşandanan de dirûşmeyên wekî “Îsal sala xwînê ye û Seyîd Elî ket li ber ketinê ye” derketin pêş.
Li bajarê Bûcnurdê ku ji Faris û Kurdan pêk tê, tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û hêzên leşkerî û polîs li xalên stratejîk hatin bicihkirin.
BI KEFENAN PEYAM DAN
Di demekê de ku xwepêşandan li seranserê Îranê berdewam dikin, hat ragihandin ku mirov bi cil û bergên reş û kefenan ji bo bîranîna kesên ku hatine qetilkirin derketine kolanan. Li gorî daxuyaniyên rêxistinên girseyî, armanca van çalakiyan ew e ku peyama “Me mirin dane ber çavên xwe” û “Em amade ne ku kîsikên reş ên cenazeyan li xwe bikin” bidin.

