Li gund, bajar û bajarokên kantoan Cizîrê şênî di seferberiyê de ne, bi hêzên leşkerî û ewlehiyê re parastinê dikin.
Şênî li kêlek hêzên leşkerî, ewlehî û Hêzên Parastina Civakî li kolanên şaxî û sereke bi şevê dewriyeyan pêk tînin, ewlehî û aramiya herêmê diparêzin.
Nobedaran diyar kir ku armanca ji van dewriyeyan parastina tax û şêniyan û şopandina tevgerên bigûman an jî gefên muhtemel ên ji hêla çeteyên hikumeta demkî û şaneyên çeteyên DAIŞˊê ve ye.

