Pîrozbahî û çalakiyên ku bi rojan in bi wesîleya rojbûna Rêber Apo tên lidar xistin, berdewam in. Mîna li her deverên din ên Kurdistanê, li Başûr jî ciwan, jin û hemû welatî rojbûna Rêber Apo bi çandina daran pîroz kirin.
PÊNCIWÊN
Li gundên navçeya Pênciwên a Silêmaniyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, bi pêşengiya ciwan û jinan dar hatin çandin. Ciwan û jinên ku pêşengiya çalakiya çandina daran dikin her sal bi wesîleya rojbûna Rêber Apo daran diçînin.
MEXMÛR
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 18’emîn Mihrîcan Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal bi wesîleya rojbûna Rêber Apo tê lidar xistin, di roja sêyemin de bi şahiyek girseyî didome.
Qada Çand û Hunerê ya ku şahî lê tê lidar xistin bi wêne û posterên Rêber Apo hatiye xemilandin.
Şahî bi amadebûna xwendevan û gelê wargehê re bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Berdevka Qada Perwerdê Mamosta Hêlîn Hilalî axaftina vekirinê kir.
Mamosta Hêlîn Hilalî, di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêber Apo pîroz kir wiha got, “Şansê gelê Kurd yê herî mezin heyîna Rêber Apo ye. Ji bo wê em rojabûna Rêber Apo li tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Wek gelê wargehê her sal bi coşek mezin û çalakiyên cûda em 4’ê Nîsanê pêşwazî dikin. Coşa di çavên zarokên wargehê de nîşaneya wê yekê ye ku bi fikir û hişmendiya Rêber Apo mezin dibin. Jiyanî kirina fikir û paradigmaya Rêber Apo wê bibe hevalê herî nêz ê Rêber Apo. Em li ser vê bingehê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubara dikin û soza azad kirina Rêber Apo didin. Em carek din dibêjin wê fikir û felsefeya Rêber Apo jiyan, kesayet û civakê azad bike.”
Her wiha pasteya rojbûna Rêber Apo ji aliyê xwendevanên dibistana dayîkê ve hat birîn, pêşbaziya meşa mêroyan, telîs, hêk û mast li ser dikê hatin lidar xistin.
Şahî wê heta derengiya şevê berdewam bike.

