Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê û şêniyên bajêr, bi armanca şermezarkirina êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Beynî Zeyd ên bajarê Helebê, meşek girseyî li dar xist.
Meş ji pêşiya parka giştî ya li naversta bajar bi tevlêbûna şêniyên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û jinên ciwan hat destpêkirin. Di meşê de sûc û kiriyarên ku li dijî şêniyan tên kirin hate şermezarkirin û daxwaza hesabpirsîna sûcdaran hat xwestin.
Meşvan li tevahî kolanên sereke geriyan û vegerîn nuqteya destpêkê.
Li wir beşdaran diyar kir ku êriş û komkujiyên li Helebê bi tundî şermezar kirin û got ew sûcên şer in.
Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

