Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    OHD: Biryara DMME’yê ya AÎHM’ê 12 sal in nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi droneyan êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qada pîrozbahiya Newrozê ya Binarê Qendîlê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê bi coşekî mezin Newrozê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê coşa deh hezaran kesî: Ev Newroz Newroza azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelên Rojava li ser piyan e
Rojava

Gelên Rojava li ser piyan e

Li Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrikê û Girkê Legê meş hatin lidarxistin, bi hezaran kes tevlî bûn û parastina Rojava û misogerkirina mafên gelê Kurd li Destûra Bingehîn a Sûriyeyê hate xwestin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li bajarên Amûdê, Dirbêsiyê, Dêrik û Girkê Legê yên kantona Cizîrê meşên girseyî hatin lidarxistin.

AMÛDÊ

Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Amûdê bi bilindkirina wêneyên şehîdan û alên Kurdistanê ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad meşiyan. Di meşê de bi yek dengî dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji  rêveberên Rêveberiya Dibistanan Hena Xalid axivî. Hena Xalid di axaftina xwe de berxwedana gel û şervanan silav kir û got: “Her neteweyek xwedî welat, çand û nasname ye. Gelê Kurd bi çanda xwe ya aştiyê tê naskirin û hîna ji bo aştî û aramiyê têkoşînê dike. Lê hin aliyan rêya şer û wêraniyê hilbijartine.”

Hena Xalid diyar kir ku gelê Kurd di qonaxeke nû re derbas dibe û wiha pê de çû: “Ev qonax a parastina destkeftiyan e. 1’ê Sibatê bûye Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê, bû sembola yekitiya dozê anku doza mîsogerkirina mafên rewa yên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de. Em ê herêmên xwe biparêzin. Em li qadan li ber xwe bidin ta mafên xwe bi dest bixin.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê jî bi hezaran kes meşek girseyî li dar xist. Girse bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” ber bi çerxerêya Gardînyayê ve meşiya.

Li çerxerêya Gardînyayê piştî deqeya rêzgirtin, endamê Însiyatîfa Gel a bajarê Dirbêsiyê Silêman Xelîl axivî. Silêman berxwedana gelê Rojava ya parastinê hebûna xwe ji êrişên qirkirinê silav kir û got: “Kurdistaniyan banga seferberiya giştî ya parastina Rojava bersivand û bala tevaniya cîhanê kişand ser herêmê. Her wiha ji cîhanê re îsbat kir ku Kurd teslîm nabin, lê ji bo mafên xwe têkoşînê dike. Berxwedana Rojava rihê neteweyî yê gelê Kurd kir ye.”

Silêman Xelîl di dewama axaftina xwe de da zanîn ku seferberî û têkoşîna rewa hîna dewam dikin û ev li gotinên xwe zêde kirin “Em ê li ser şopa şehîdan û xeta neteweyî berxwedanê bidomînin, ta mafên xwe yên rewa mîsoger bikin. Berxwedan vebijêrka me ya yekane ye.”

Meş bi berzkirina silavkirina berxwedana Rojava û  yekitiya gelê Kurd bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên bajarê Girke Legê, Rimêlan û gundewarên wê meşek li dar xist. Meş ji qada Şehîd Xebat bi rakirina alên Kurdistanê, YPJ,YPG û QSD`ê dest pê kir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giyana şehîdan Hevserokê Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat axivî û wiha got: “Gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî ya hesas re derbas dibe. Gelê Kurd bi hêz, yekitî û destekdayîna hêzên xwe yên leşkerî hemû hewldanên qirkirina gelê Kurd têk birin.”

Her wiha Kenan Berekat anî ziman ku divê her kes di vê pêvajoyê de baldar be, yekitiya xwe xurt bikin û bi hevre li hemberî êrişên li ser herêmê têne kirin, bisekinin.

Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekitiya Kurdan” bi dawî bû.

Girkê Legê, Rimêlan ve bağlı köylerin sakinleri kitlesel bir yürüyüş düzenledi. Yürüyüş, Şehit Xebat Meydanı’ndan Kürdistan bayrakları ile YPJ, YPG ve QSD bayrakları taşınarak başladı.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî meş ji qada Azadî ya bajar dest pê kir, di meşê alên Kurdî û pankartên li ser hatibû nivîsandin` Bijî berxwedana Rojava” û”Bijî yekitiya Kurdan” vekirin.

Meş li pêşiya Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebduselam Ehmed axivî û wiha got: “Şoreşa Rojava û fedakariya şehîdan yekitiya gelê Kurdistanê çêkirin.”

Ehmed di berdewamiya gotinên xwe de got tevahî dewletan komplo li gelê Kurd kirin û wiha berdewam kir: “Îradeya gelê Kurd, hevgirtina wan û berxwedana wan hemû hevsengiyên navneteweyî guhertin. Gelê Kurd ji bo deskeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin rabûn ser xwe û li qadan e. Divê em têkoşîna xwe berdewam bikin heyanî ku hemû komployên navneteweyî yên li dijî gelê Kurd têk bibin.”

Mîtîng bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekItiya gelê Kurd” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê bi hezaran meşiyan: Berxwedan Jiyan e!
Nûçeya Pişt re Li Pirsûsê banga ji bo Kobanê: Bila deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji kantona Firatê gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket

Ji kantona Firatê bi sedan kes ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin, ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ersoy: Welat bûye mîna mafyayê

Bavê Sedat Ersoy ku li Mersînê di êrîşeke li ser kafeyê de jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê li dijî DYE’yê pêşniyara piştgiriyê da Venezuelayê

Îranê di pirsgirêka li dijî Washingtonê de pêşniyara hevkariyê li Venezuelayê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Coşa Newrozê li Rojava dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn: 8 sal in dagirkerî û binpêkirin didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?