Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Pirsûsê banga ji bo Kobanê: Bila deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin
Kurdistan

Li Pirsûsê banga ji bo Kobanê: Bila deriyê sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin

Rêxistinên pîşeyî û saziyên civakî yên sivîl li navçeya Pirsûs a Rihayê li hev kom bûn û li gel şermezarkirina astengiya li pêşiya alîkariya mirovî ya ji bo Kobanê daxwaza vekirina deriyê sînor ê Murşîtpinarê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hezên Ked, Demokrasî û Aştiyê têkildarî 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Qada navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxuyanî dan. Serok û endamên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter,  Hevserokên Giştî yên KESK’ê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin, Hevserokê Haber Senê Mesut Balcan, Hevserokê Giştî yê SES’ê Mehmet Siddik Akin, Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar û endamên saziyên hiqûq û kedê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankartên li ser, “Bila korîdorê mirovî bê vekirin” û “Em li gel Rojava ne Rojava berxwedana gelan e” hatin vekirin. Girseyê bê navber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ve hat xwendin. Abdullah Oncel anî ziman ku herî zêde welatiyên sivîl di şer de bandor dibin û wiha got: “Dewlet her tim ji bo Rojava hincetên polîtikayên ewlehiyê nîşan dide. Lê li qadê encamên vê yên mirovî behtir derdikevin pêş. Girtina sînorê Kobanê ne ewlehiya sînorê lê polîtikayeke siyasî ye. Em girtina sînorê Kobanê qebûl nakin. TIR’ên ji bo alîkariya welatiyên Kobanê jî hatinê sekinandin. Astengkirina alîkariya mirovî cezakirina mirovan e binpêkirina mafên miroviyê. Em li vir bang li desthilat û rêyedarên dewletê dikin ku sînorê Kobanê vêbibe û alîkarî bigehêje Kobanê. Herwiha divê korîdoreke mirovî avabibe. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin.”

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî anî ziman ku li Rojava li dijî heşmendiya DAIŞ’ê têkoşînek hat dayîn û ev têkoşîn didome û got: “Îro weke Roja Piştevaniyê ya bi Rojava re hatiye ragihandin. Em jî ji bo piştgiriyê li vir in. Ew êriş di heman demê de êrişên tolhildanê ne. Em jî li dijî vê yekê li rex berxwedana Rojava ne. Divê koîdora mirovî vebibe.”

Piştre jî Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydın axivî û bi lêv kir ku ew li rex gelê Rojava ne û wiha got: “Daxwaza me ew e ku li Rojava qetilkirin bi dawî bibe. Divê kesên di qetilkirinan de berpirsin werin darizandin. Heke ev yek nebe dê rê li ber karesatên din vebike. Ji bo wê gelek serlêdan hatin kirin, em ê van serlêdanan bişopînin. Me ji Serokkomar re jî name şand. Em bang li hemû partiyên siyasî yên di meclisê de ne dikin ku ji bo ev pêvajoya aştî bi ser bikeve, bixebitin. Em bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku erka xwe bi cî bîne.”

Endamê Konseya Navendî ya TBB’ê Alî Karakoç jî bal kişand ser kuştin û komkujiyên pêk hatin û got: “Divê saziyên navneteweyî li dijî vê yekê bi berpirsyarî tevbigerin. Me nameyek jî ji Wezîrê Karên Navxweyî re şand. Divê deriyê sînor vebibe. Ji bo alîkariyê em jî weke bijîşkan dixwazin biçin Rojava.”

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî destnîşan kir ku li Kobanê dorpêç berdewam dike û wiha got: “Gelek sûcê şer li dijî mirovan hatin kirin. Weke hiqûqnasan em bang dikin ku ji bo karesatek mezin dernekeve divê korîdora mirovî vebibe. Divê dropêça li ser Kobanê bê rakirin. Herwiha em daxwaz dikin ku hiqûqnas biçin herêmê sûçê şer ku hatine kirin lêkolîn bikin. Bi sedan kes ji bo tev li çalakiyên li dijî komkujiyên li ser Rojava pêk tên bûn, hatine girtin û binçavkirin. Ev çalakî mafekî demokratîk e û divê hemû kes werin berdan.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşman ve bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN PIRSÛS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelên Rojava li ser piyan e
Nûçeya Pişt re Xelkê Şengalê ji bo piştgiriya Rojava daket qadan: ‘Êşa we êşa me ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de xebatên Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

Civaknasa Îtalî Laura Corradi di 12’emîn Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê ku li Taylandê hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Her roj zarokek li Derya Spî jiyana xwe ji dest dide

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di deh salên dawî de nêzî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Doza Kobanê û mafê hêviyê testa baweriyê ya dema nû ye’

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku heta biryarên DMME’yê bi cih neyên anîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan car din edalet xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?