Yekşem, 14 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koma Çep a Yekgirtî ya MPKE’ê ji bo ‘ji bo mafê hêviyê’ li Enqereyê hevdîtinan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Malbata Şenyaşar di 8’emîn salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER: Divê pirsgirêkên mexdûran bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Stenbolê: Berdana girtiyên siyasî wê reza civakî zêde bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Turk di konferansê de axivî: Pirsgirêka Kurd ez im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Stenbolê: ‘Her kes qezenç dike, çima Kurd qezenç nekin?’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Gerîla ji astengkirina qirkirina Kurdan berpirsyar e’
Kurdistan

‘Gerîla ji astengkirina qirkirina Kurdan berpirsyar e’

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku gerîla yekane hêz e ku pêşî li qirkirina gelê Kurd digire û got, "Em bi tena serê xwe jî bimînin em ê li Kurdistanê cih nedin wan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Îlon 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar tevlî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê nirxand.

Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ku li her devera welêt şerekî giran diqewime, Rojhilata Navîn, li nava Rojhilata Navîn jî Kurdistan bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

Şerda Mazlûm Gabar anî ziman ku şerê beriya 3’ê Tîrmehê tenê li hin deveran bû, bi rengekî lokal dihate meşandin, operasyon an jî êrîşên dagirkeriyê hebûn û got, “Beriya 3’ê Tîrmehê di 22’ê Nîsanê de Erdogan hat Iraqê. Li wir peymanek mohr kir. 26 peyman mohr kirin. Naveroka peymanê jî şerê me yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji wê rojê ve hem xiyanet û hevkariya PDK’ê bêhtir şênber bû, hem jî hemû rêyên ber bi qadên şer ji aliyê hêzên xiyanetkar ve ji leşkerên Tirk re hatin vekirin. Berê şer bi giranî li xeta Zapê, her wiha li Girê Amediyê, Girê Cûdî, Şehîd Yûnis, Şehîd Çekdar diqewimî. Her wiha şer li Eyaleta Rojavayê Zapê giran bûbû.”

Şerda Mazlûm Gabar kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê şiband kiryarên salên 1990’î yên li Bakurê Kurdistanê û got, “Mîna gundên li Bakurê Kurdistanê vala kir, di sala 2024’an de jî, piştî 30 salan li Başûrê Kurdistanê hewl dide gundan vala bike. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê gund şewitand, niha jî gundên li Başûrê Kurdistanê dişewitîne. Gundên Asûriyan dişewitîne. Gundên Misilmanan dişewitîne. Li Kurdistanê ne tenê mêtingerî heye; divê ev yek bê dîtin. Şerê berê dihate kirin li dijî mêtingeriyê bû. Lê belê em niha rewşê weke mêtingerî, dagirkerî û îlhaqê pênase dikin. Şerekî qirkirinê tê meşandin.

NEWÊRIN DERKEVIN PÊŞIYA GERÎLA

Çekên kîmyewî gelekî bi kar tînin. Ji bilî vê, di taktîka dijmin de guhertineke bi vî rengî jî bû. Mînak berê yekser hêzên xwe dişand ser tunelan. Niha ji ber ku fêhm kiriye nikare tunelan têk bibe, çi dike? Ji deverên dûrî tunelan, li deverên ku hevalên me nîne, tunelên me yên şer lê nîne hêzên xwe datîne û li herêmê bi cih dibe.

Mînak li xeta Zergelê bi cih bû. Dixwaze çi bike? Dixwaze têkiliya navbera herêman bibire. Têkildarî operasyona li ser Xinêrê ji xwe agahî hene. Nîqaşên wê yekê hene ku dibêjin, piştî demekê PDK û Iraq jî wê tevlî vê hewldana dagirkeriyê bibin, wê xeta Goşînê kontrol bikin, temamiya Lolanê dagir bikin. Wê xeta Qendîl û Xinêre qut bike, xeta Garê ya bi Qendîlê re qut bike, her wiha xeta Garê, Metîna û Zapê qut bike. Qutkirina têkiliyan, astengkirina hêzên teqwiye û gelek armancên din ên dijmin hene. Nêzîkatiyeke welê nîşan dide ku zêde bi hevalan re nakevin şer, xwe nêzî şerê rû bi rû yan jî rasthatina li hevalan nake.

Zexteke gelekî giran li gel tê kirin. Berê li qadên gerîla gel û gerîla di nava hev de bûn. Gel geelkî kêfxweş bû ku gerîla li van çiyayan bûn. Xwe hîn bêhtir ewle didît. Lê belê piştî ku hêzên artêşa Tirk dest bi êrîşê kirin, gel ji neçarî tê koçberkirin.

Nerazîbûnên li hemberî vê yekê divê hîn xurt be. Bi taybetî xelkê me yê Başûr… Xelkê Amediyê, Bamernê, Şeladizê divê nerazîbûnê nîşan bidin. Mînak li nava xelkê Şeladizê çandeke gelekî xur a berxwedanê heye. Li hemberî vê dagirkeriyê her kes gelekî nerazî ye. Lê belê vê yekê venageruhîne çalakiyê, venaguherîne nerazîbûneke hîn xurt.

Bêguman di vir de rola PDK’ê jî heye. PDK hewl dide vê yekê li nava mirovan belav bike. Vaye ‘Gerîla li vê derê ye, ji ber wê êrîşî we dikin, li vê derê gerîla hene; ji ber vê şer diqewime’. Gerîla bi salan e li wê derê ye. 40-50 sal in gerîla li wê derê ye. Êrîş li ser gel nebû, di nava sala dawî de ev nêzîkatî hîn giran bû. Divê ev yek bê fêhmkirin.

Li hemberî vî şerî, sekna gerîla çawa ye? Gerîla ji xwe di mijara pîvanên gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe kûr kir. Ji ber vê jî hem li binê erdê hem jî li ser erdê bi tîmên li qadê, hem li hewayê çalakiyên gerîla têne kirin. Bi taybetî çalakiyên me yên hewayî gelekî bandorê dikin. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş jî hate avakirin. Di heman demê de çalakiyên Yekîneya Şehîd Dogan Zinar hene. Hem ji hewa hem jî ji bejahî ve li her derê li dijmin tê xistin. Bi vî rengî polîtîkayên dijmin ên pratîkî li qadê têne têkbirin.

PDK BI DILXWAZÎ KOLETIYÊ DIKE

Ya rast dewleta Tirk di şer de xitimî ye. Bi taybetî li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê xitimî. Ji ber vê rewşa xitimandî neçar ma ku bi hin hêzên cuda re têkilî û tifaqê ava bike. Lewma li derdora Iraqê ewqasî digere, li ber digere. Li Iraqê ya ku berê silav nedida wê, niha ketiye rewşeke welê ku destê wan maçî bike. Hewl da Iraqê tevlî van êrîşên dagirkeriyê bike.

PDK ji xwe bi dilxwazî koletiyê dike. PDK ji xwe di nava van êrîşên dagirkeriyê de bû. Dixwaze hîn bêhtir tevlî êrîşên dagirkeriyê bike. Li hemberî gerîla nikare bi ser bikeve. Rewşeke welê ye ku mîna pehlîwanê têkçûyî ji pêşbirkê têr nabe. Ew jî têr nabin. Niha çi dikin? Ji Rojava, ji Sûriyeyê çete anîn Kurdistanê. Rêbazek nema ku neceribandin. Êdî nizanim bê sibe, dusib çi bikin.”

Şerda Mazlûm Gabar desnîşan kir ku dewleta Tirk dewleteke qirker e û got, “Dewleta faşîst, qirker, dagirker çi dike? Li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê dike, qirkirina hişê mirovan dike, qirkirina civakê dike, qirkirina jinê dike. Her kesî qir dike. Li hemberî van armancên wan yekane hêza ku serî natewîne, di berxwedanê de israr dike yan jî têkoşînê bi rê û rêbazên cuda dimeşînin gerîlayên Apoyî ne.”

‘ME Û PDK’Ê TEVLÎHEV NEKIN’

Fermandara YJA Starê destnîşan kir ku ew bi tena serê xwe jî bimînin, hemû jî şehîd bikevin wê Kurdistanê ji dijmin re nekin yar û got, “Bila me û PDK’ê tevlîhev nekin. Ji xwe rastiya me û ya PDK’ê ti carî nikare bê tevlîhevkirin. Bila neşibînin rêxistinên din. Ruhê Apoyî di dil û mejiyê van ciwanan de bi cih bûye.

Em hêza temînata jiyana Rêbertî ne. Em hêza sereke ne ku ji astengkirina qirkirina gelê Kurd berpirsyar in. Ji ber vê yekê îro li Zap, Xinêre, Avaşîn, Heftanînê ya ku gerîla ewqasî xurt dike çi ye? Bawerî û xurtbûna dilsoziya xwe ye, di armanca xwe de zelal e. Berê xwe li armanca xwe ye. Çavkaniyên bingehîn hene ku em hêzê jê werdigirin. Lewma ne bi tank û topan, ne bi keşfê, ne bi her rê û rêbazê, ne jî bi tifaqa xayinan nikarin bi gerîla gavê paşve bidin avêtin.

GREÎLA EW HÊZ E KU FIKIR Û ÇEK KIRIYE YEK

Îro li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa tê kirin. Berxwedaneke mezin e. Ya rast, divê em rexnedayina vê jî bidin. Em nikarin bi têrkerî vê berxwedanê, vî şerî ji mirovan re vebêjin. Berxwedaneke welê ye ku her rojeke wê hêjayî romanekê ye. Wezîrekî wan heye bi navê Yaşar Guler. Çend roj berê li televîzyonê axivî. Ji xwe nizane biaxive jî. Ev şer şiband şerê serxwebûnê. Got li Herêmên Parastinê yên Medyayê -ew weke Herêma Pençe Kîlît pênase dikin- niha şerekî serxwebûnê tê meşandin. Ew weke şerê rizgariyê dibînin. Divê em jî bi rengekî hevgirtî nêzî vî şerî bibin. Gerîla ji xwe li ber xwe dide, wê li ber xwe bide.

Em dibihîzin ku planên wan heye ku gerîla bêçek bikin, yan jî penaber bikin. Ev planên dijmin e. Yên ku dijminatiyê dikin van planan dikin. Lê belê ciwanên me dilxwazên çekên xwe ne. Û zanin bê vê çekê ji bo çi bi kar tînin. Hêza me ya gerîla ne tenê hêzeke ku bi çekê li dijî dijmin şer dike, ew hêz e ku fikir û çek kiriye ye. Ew hêz e ku zane bê wê çekê ji bo çi bi kar tîne. Gerîla ne ew hêz e ku ji bo armancên taktîk û teng hatiye avakirin. Rêbertî gerîla weke temînata jiyana azad nirxand. Rêbertî dema ku gerîla ava kir bi giranî li ser kesayetiyê sekinî. Û kesayetiya gerîla weke jiyana azad û jiyana gerîla jî weke prototîp a jiyana azad ava kir.

PDK KURDISTANÊ DIFIROŞE

Ji bo PDK’ê jî divê ev yek bê gotin; kum ket, keçel xuya kir. Ji ber ku hîn jî hin hêz hene ku rastiya PDK’ê baş fêhm nekirine. Ji aliyê me ve rastiya PDK ji xwe ji berê ve tê zanîn. Ji ber ku li Kurdistanê du xet hene. Ya yekemîn xeta nokerî û xiyanetê ye, ya duyemîn jî xeta welatparêzî û şoreşgeriyê ye, xeta Apoyî ye. PDK’ê berê jî xeta xiyanet û nokeriyê temsîl kiribû. Niha jî roj bi roj kûr dike û li qadê mînakên şênber ên vê yekê hene. Ji xwe navê wan jî şaş e. Ji xwe re gotine Partiya Demokrasiyê ya Kurdsitanê. Lê belê ne eleqeya wan bi Kurdistanê heye, ne bi demokrasiyê heye ne jî bi partiyê re heye. Kurdistanî ne tenê axaftina bi Kurdî ye, ne tenê lixwekirina kincên Kurdî ye. Ji xwe dema ku diçin Enqereyê û hevdîtinê dikin bi Kurdî jî neaxivin, bi Îngilîzî diaxivin. Di rewşeke welê de ye ku ketine. Ji xwe nikare ji bo wan bê gotin ku Kurdistanî ne. Hêzeke Kurdistanî Kurdistanê nafiroşe. Ev Kurdistanê difiroşin. Kurdistanê dikin mijara bazariyê.”

PDK DIXWAZE IRAQÊ TEVLÎ ÊRÎŞÊN XWE YÊN DAGIRKERIYÊ BIKE

Dibêjin ku tenê li hemberî PKK’ê nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan didin. Dibêjin ku êrîşên dagirkeriyê ne li ser Kurdistanê ne, tenê li dijî PKK’ê ne. Divê ji wan bê pirsîn; Di dîroka PDK’ê de çi ye? Gelo Alî Askerî PKK’yî bû? Saît Elçî PKK’yî bû? Doktor Şivan PKK’yî bû? Bi navê Kurdîtiya azad çi hebe, ew dijmin wan e. Niha PDK bi israr hewl dide hêzên Iraqê tevlî vê komployê bike. Ji ber ku dixwazin hêzên komploya navneteweyî, hêzên herêmî bikişînin nava êrîşên qirkerî û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd. Çima PDK ewqasî dixwaze Iraq jî tevlî vê lihevkirinê bibe û bibe şirîkê van êrîşan? Ji ber ku eger Iraq tevlî van êrîşan bibe wê xiyaneta PDK’ê rewa bibe. Yan jî xiyaneta PDK’ê wê li pêşberî tevlîbûna Iraqê ya li van peymanan neyê dîtin. Lewma hewl dide Iraqê bikişîne nav êrîşan. Iraq cihekî welê ye ku dergûşa mirovahiyê ye. Lê belê bi polîtîkayên niha tê meşandin hewl didin Iraqê bikin goristana mirovahiyê.”

Şerda Mazlûm Gabar bal kişand ser lihevkirina Bexda û Hewlêrê û got, “Aliyên metirsîdar ên vê lihevkirinê hene. Divê her kes haya xwe ji cidiyeta vê metirsiyê hebe. Bi taybetî hêzên civakî yên li nava Iraqê hay ji vê hebe û nerazîbûneke bilind nîşan bidin. Divê vê lihevkirinê qebûl nekin û li ber xwe bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Minbicê droneyeke dewleta Tirk hate xistin
Nûçeya Pişt re KCK’ê bang li Bexdayê kir: Ji vê şaşitiyê vegere
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Em ferzkirina ‘lêgerînê’ ya ji bo Demîrtaş red dikin

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê ferzkirina “lêgerîna ji bo şikandina rûmetê” ya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Dixwazin talana li Erzînganê veşêrin

Endamên DEM Partiyê ku destûr ji wan re nehate dayin biçin madena felaket lê qewimî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdaneke din hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzeran careke din serlêdan kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Koma Çep a Yekgirtî ya MPKE’ê ji bo ‘ji bo mafê hêviyê’ li Enqereyê hevdîtinan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehadeta 8 şervanan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Îranê rîska darvekirinê li ser du xwepêşandêran heye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?