Gerîlaya YJA Starê Sema Brûsk diyar kir ku ew weke endama Malbata Şenyaşar bêhiqûqî, neheqî û wehşetê qebûl nake û bi tevlîbûna li nava refên gerîla edaletê tercîh dike. Gerîla Sema Brûsk got ku ew ê bi hestên welatparêziya malbatê re di nava refên azadiyê de têkoşînê mezin bike. Gerîla Sema Brûsk anî ziman ku rêzdariya wê ji têkoşîna mezin a malbatê re heye û bi ruhê têkoşînê serbilind e.
Gerîlaya YJA Starê Sema Brûsk bandora ruhê têkoşînê ya gelê Kurd bi van gotinan nirxand: “Em gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya fikir û îdeolojiya Rêbertî de şerê herî mezin ê edaletê li çiyayan dimeşînin. Dayikên me jî bi pêşengtiya vê edaletê, dest bi çalakiyên nobeta edaletê kirin. Lingê rêxistinkirina herî girîng a şerê edaletê ku heta niha hatiye meşandin, dayik û ciwanên Kurd in. Ew ji me em jî ji wan moral û hêz digirin. Lê dijmin Kurdên ku edaletê digerin, digire û diavêje zindanan. Ji bo me Kurdan edalet çi ye? Ji bo me çi girîngiya xwe heye? Ev mijarên girîng in. Hem gel û hem jî dijmin divê vê yekê baş bizanen. Di hikûmeta Tirk de dema mijar dibe gelê Kurd têgeha edaletê tune dibe. Ji ber ku dema em ji gelê Kurd re edaletê dixwazin, em dibînin ku înkara hebûna jinê, hebûna zimanê Kurdî, hebûna Kurdan, kedxwariya hestên welatparêziyê, girtinên kêfî û êşkence dikevin dewrê. Li Kurdistanê dema ciwanek bi avêtina kevirek bi dehan sal cezayan di zindanan de tê rizandin, lê ji sûcdarekî ku dest biavêje jineke re tu ceza nayê dayîn, an jî bi demekî kurt tê cezakirin. Li gorî van ne pêkan e ku mirov bibêje di nava hikûmeta Tirk de edaletek heye. Ciwan bi tiryakê jehrî dibin, dizî û xesp çêdibin û jin bi destavêtinê tên kuştin. Lê li dijî vê sîstemeke cezayê nayê pêkanîn. Gelê Kurd bi salan in bi hezaran caran ji înkar, îmha û qirkirinê re derbas bûne. Li Tirkiyeyê edaletê li gorî berjewendiyên hikûmetê şêwe digire.”
Gerîla Sema Brûsk serhildana birûmet a malbata Şenyaşar a li dijî bêedaletiya hikûmeta Tirk wiha nirxand: “Dema mirov qala edaletê dike, ewil malbata Şenyaşar tê bîra mirov ku ji bo edaletê cesareta herî mezin a têkoşînê raber kiriye. Bi taybet dayika Emîne bi têkoşîna xwe ya mezin û bi çalakiyên xwe yên ji bo hewldanên lêgerîna edaletê, ji bo me dayikek pîroz e. Ez ji vir silav, rêzdarî û hezkirina xwe jê re dişînim. Têkoşîneke pir mezin dimeşîne. Hem hevjîn û hem jî du kurên dayika Emîne bi awayekî hovane hat qetilkirin. Tevî heyîna dîmanan jî kurek wî jî avêtin zindanê. Dayika Emîne li hemberî vê zîhniyeta sîstema bêedalet bi meha e têkoşîneke mezin dide û hê jî li pêş avahiya edaletê çalakiya xwe didomîne. Ez dikarim bibêjim ku ez li hemberî vê têkoşînê moral û hêzekî mezin digirim. Dayikek bi êş û rondikên xwe bi rojan, bi mehan daxwaza edaletê kir. Lê dewleta Tirk wekî ku tiştek nebûye, tiştek ne qewimî ye , ew mirov nehatine qetilkirin, ew kes nexistine zindanê, ew dayik li pêş avahiya edliyeyê ne rûniştiye tevdigere. Ji nedîtî ve hatin nayê qebûlkirin.”
Gerîla Sema Brûsk bal kişand ser zêdebûna piştgiriyên ji bo têkoşîna malbata Şenyaşar û wiha got: “Ez weke endamekî malbata Şenyaşar bêhiqûqî, bêedaleti û hovîtiyeke wiha qebûl nakim. Sîstema zext, zilm û êşkenceyê ya li ser malbata min ne nû ye. Malbateke ku bi salan ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êşkence, girtin û qetliaman hatiye. Ez jî ji bo li dijî êşkence û zilma li ser malbatê serî rakirim û bibim bersiva têkoşîn û lêgerîna wan a edaletê tevlî refên PKK’ê bûm ku partiya herî mezin a pêkanîna edaletê ye. Li ser vê bingehê rêzeke mezin didim têkoşîna wan a mezin û li hember ruhê wan ê têkoşer serbilind im. Divê têkoşîna dayika Emîne ji bo her Kurdek, dayik û ji cîhanê re bibe mînak. Divê piştgirî bê kirin. Divê dayika Emîne di têkoşîna xwe de hemû dayikên Kurd li kêleka xwe bibîne. Divê bi yekîtiya hemû dayikan edalet were pêkanîn.Ev têkoşîn û berxwedan divê civakî bibe. Ciwanên Kurd divê berê xwe bidin refên azadiyê û bi hev re ji vê bêedaletiyê re bibêjin bes e. Divê em bi hev re têkoşînê mezin bikin û ji sîstema tecrîd û êrîşên dijmin re bibin bersiv. Eşkere ye ku şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, bûyîna bersiva girtiyên li zindanan û rabûna li hember êrîşên dijmin ji xeynî refên azadiyê li cihekî din pêk naye.”