Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 31’ê Cotmehê de li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“29’ê Cotmehê hêzên me yekîneyeke dagirker a li Qada Berxwedanê ya Sergelê xistin bin kontrola xwe. 30’ê Cotmehê saet di 15:20’î de destpêkê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ji hewayê li vê yekîneya dagirker xist. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.”