Gerîlayên leheng, ku bi salan e li çiyayên azadiyê têkoşîna mezin didin, xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Neteweyî; Rêber Apo perwerde dikin. Gerîlayên ku bi fikrên Rêber Apo vejînekê di xwe de ava dikin, 4’ê Nîsanê bi coş û kelecan pêşwazî dikin. Çawa ku jidayikbûna Rêber Apo deriyê jidayikbûna jiyaneke nû û sosyalîst re vekir, ji bo hemû jinên cîhanê jî bû hêviya jiyaneke nû.
‘RÊBERTÎ BI FIKIR Û FELSEFEYA XWE, ME JI TARÎTIYÊ BER BI RONAHIYÊ VE BIR’
Gerîla Xabur Efrîn bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku ji bo gerîlayên azadiyê rojeke pîroz e, ji ajansa me re axivî û li ser wate û girîngiya vê rojê ev tişt anî ziman; ” 4’ê Nîsana 2026’an ji bo me wate û girîngiyeke wê ya mezin heye. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertiya me ye. Ji bo me gerîlayan jî 4’ê Nîsanê rojek girîng û bi wate ye. Ne tenê ji bo me, ji bo hemû gelên Kurdistanê û hemû gelên bindest rojek girîng e. 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêbertiya me ye, rojbûna me hemûyan e. Bi taybetî ji bo me, gerîlayên azadiya Kurdistanê wiha ye. Ji ber ku ji bo me destpêka salek nû ye. Ger derketina Rêber Apo nebûya, ger fikir û bîrdoziya Rêber Apo nebûya, an jî gerîllayên azadiya Kurdistanê nebûya, me nedikarî bigihîjin vê nuqteyê. Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe, me ji tariyê ber bi ronahiyê ve bir.”
Gerîla Xabûr li ser girîngî û têgihîştina rojbûna îsal rawestiya û wiha berdewam kir: “Rojbûna Rêber Apo îsal ji bo me pir cuda ye. Ji ber ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin hîn jî berdewam dike. Bê guman, ev yek di me de coş û bextewariyek mezin diafirîne. Ji ber ku me bi salan ji Rêber Apo agahî nedigirt, me dengê û dîmenên Rêber Apo nedîtibûn. Di vê pêvajoyê de dîtina dîmen û bihîstina dengê Rêber Apo di me de moralek mezin çêkir. Di me de hestek bêhempa çêkir. Li gorî me 4’ê Nîsanê roja ronakbûna hemû mirovahiyê ye. Ji bo pîrozkirina vê rojê, em daran diçînin, amadekariyan dikin û moralê bilind dikin. Armanca me ya îsal pir mezin e. Wekî ku min di destpêkê de got, Rêber Apo pêvajoyek daye destpêkirin û em wekî kadroyên Rêber Apo amade ne ku her tiştê ku ji me tê xwestin bikin. Rêber Apo çi talîmatan bide, em amade ne ku bê nîqaş wan pêk bînin. Armanca me ya herî mezin ew e ku Rêbertiyê bi fîzîkî azad bikin. Rêbertiya me di aliyê fikrî de xwe bi cîhanê daye îspatkirin û fikrên xwe gihandiye cîhanê. Di aliyê fikrî de jî rêberek azad e. Lê em dixwazin Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin. Rêbertî di aliyê fikrî de di nav me de ye lê em dixwazin ku di aliyê fîzîkî de jî di nav me de be. Em dixwazin ji nêz ve bibînin, ji nêz ve hîs bikin û ji nêz ve hembêz bikin. Armanca me ya herî mezin ew e ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
‘4’Ê NÎSANÊ JI NÛ VE ZAYÎNÊ YÊ HEMÛ JINÊN CÎHANÊ YE’
Gerîlaya YJA Starê Dunya Destan rojbûna Rêber Apo pîroz kir û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye û bi bona vê yekê, ez hemû jinên cîhanê yên ku li ser rêça Rêber Apo dimeşin, yên ku felsefeya Rêbertiyê bihîstine û fêm kirine pîroz dikim. 4’ê Nîsanê ya îsal ji bo me wateyeke wê ya pîroz heye. Ji ber ku me silava Rêber wergirt û dîmenê wî dît. Dîmenê Rêber Apo ji bo hemû jinên cîhanê û ji bo me wateyek cûda heye. Ew nîşanî me dide ku bê jin çawa beşdar bibin. 4’ê Nîsanê ji bo me cûda ye û di hundurê me de lêhûrbûnek kûr diafirîne. Rojbûna Rêber Apo di rastiyê de roja ji nû ve zayînê ye hemû jinên cîhanê ye. Sedema ku ez hatim van çiyayan ew e ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşim û ji bo ku em bikaribin wî bibînin û bi wî re diyalogê bikin. Em rojbûna Rêber Apo di hundirê xwe de pîroz bikin û vê rojê bikin rojek pîroz. Ez îro hestên xwe bînim ziman jî, ew ê têrê neke ku wateya vê rojê vebêjim. Divê em banga Rêbertiyê ya îsal ji bo hemû gel û jinên cîhanê bikin saleke serketinê. Em her rojê bikin 4’ê Nîsanê. Bi heyecana dîtina Rêbertiyê em ji hêla fîzîkî ve Rêbertiyê azad bikin. Em li dora Rêber Apo çemberê çêbikin û diyaloga xwe bi wî re bigihînin serketinê. Bi boneya rojbûna Rêber Apo, dirûşmeya me wê her tim ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ be.”

