Gerîlayên HPG û YJA Starê bal kişandin ser wateya civakî û dîrokî ya Newrozê û destnîşan kirin ku wê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin.
Ji gerîlayên HPG’ê Ferman Penaber Newroz di serî de li Rêber Apo, şehîdan û gelên bindest pîroz kir û got, “Newroz ji bo me mîrateya têkoşînê û berxwedaneke mezin e. Ji Kawayê Hesinkar heta bi Mazlûm Dogan ev berxwedan dewam dike û heta serketinê wê dewam bike. Rêberê me di 27’ê Sibata 2025’an de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Li gel vê yekê tevgera me gavên mezin avêt. Piştî demeke dirêj me yekemcar dengê Rêberê xwe bihîst, dîmenê wî dît û peyama wî wergirt.
Ji bo me hesteke mezin bû ku piştî 27 salan me dîmenê Rêberê xwe dît. Em di nava hestên gelekî cuda de bûn. Me hêzeke mezin ji Rêberê xwe wergirt; vê yekê jî biryardariya me mezin kir ku berxwedan û têkoşîna xwe bi ser bixînin.
Newroza par bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê me re dengekî mezin veda bû. Me ew Newroz bi vî rengî pêşwazî kiribû; di cejna îsal a Newrozê de jî em bi biryardariya serxistina vê pêvajoyê de ne. Em ê bi vî ruhî têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê ti carî nehêlin ku hêzên komploger bi ser bikevin.”
‘EM Ê BI RENGÊ HERÎ XURT XWEDÎ LI PÊVAJOYA RÊBERÊ XWE DERKEVIN’
Ji gerîlayên YJA Starê Zeryan Ronas jî têkildarî Newrozê got, “Beriya her tiştî Newrozê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gelê me yê welatparêz û hemû dostên têkoşînê pîroz dikim. Hêvîdar im ev Newroz bibe Newroza azadî û demokrasiyê. Wateya Newrozê îsal ji bo me gelekî cuda ye. Bi taybetî wateya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê me da destpêkirin ji bo me gerîlayan gelekî kûr e.
Weke gerîlayên HPG û YJA Starê em dixwazin bi xurtî bersivê bidin banga demokrasî û aştiyê ya Rêberê xwe. Newroz ji bo me banga jiyana bi rûmet, hêviya azadiyê û berxwedan e. Bi hatina biharê re em ê bi rengê hîn xurtir xwedî li pêvajoyê derkevin ku Rêberê me da destpêkirin. Bi vê moral û motîvasyonê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em ê têkoşîna xwe hîn xurt bikin.
Dîtina dîmenê Rêberê me ji bo me çavkaniyeke mezin a kelecan û coşê ye. Hêviya me y ji bo dîtin û jiyana bi Rêberê xwe re mezin bû, em di wê baweriyê de ne. Em di wê baweriyê de ne ku Rêberê xwe bi rengekî fîzîkî tekez bibînin. Têkoşîna vê jî em her roj hîn bêhtir dimeşînin û em ê armanca xwe pêk bînin.”

