Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên HPJ’ê: Heta ku Rêber Apo azad nebe komplo wê dewam bike
Kurdistan

Gerîlayên HPJ’ê: Heta ku Rêber Apo azad nebe komplo wê dewam bike

Gerîlayên HPJ’ê li ser komploya 9’ê Cotmehê axivîn û gotin, “Komploya Navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd pêk hat. Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe komplo jî tecrîd jî berdewam bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

9’ê Cotmeha 1998 li hemberî Rêber Apo bi serkêşiya DYE û hêzên hegemon Komploya Navneteweyî dest pê kiribû. 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo li Naîrobî hatibû girtin û radestî dewleta Tirk hatibû kirin.

Gerîlayên Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) li ser salvegera 27’emîn ya Komploya Navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêber Apo destpê kiribû, ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya HPJ’ê Rojhat Çilçeme di serî de Rêber Apo bi hurmet û hezkirin silav kir û got; “Rêber Apo 1978’an dest bi şerê azadiya gelê Kurd kir. Rêber Apo zanîbû ku Kurd û Kurdistan bindest e, hatiye dagirkirin û li dijî wê qirkirin dihat kirin, ji ber vê dest bi şerê azadiya Kurdistanê kir. Gelê Kurd gihîştibû wê astê ku ne nasnameya xwe ne jî tiştekî xwe hebû. Xwe jî nas nedikir. Rêber Apo ji ber vê bi têkoşîna xwe da nîşandan ku gelê Kurd ji bo welatê xwe dikare şer bike. Têkoşîna Rêber Apo bandorekî mezin li dijî pergala sermayedarî kiribû. Ji ber vê hêzên kûrewî li hemberî Rêber Apo û têkoşîna gelê Kurd Komploya Navneteweyî pêş xist. Bêguman komloya ku hate pêşxistin, li hemberî têkoşîna me û têkoşîna Rêber Apo nekarî astengî çêbike. Komplo bi têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd re vala hate derxistin. Rêber Apo 26 sal in li Girava Îmraliyê têkoşînekî bêhempa dide meşandin û em jî li ser xeta Rêber Apo li ber xwe didin û têdikoşin.”  

‘EVÎNA RÊBER APO EVÎNA GELÊ XWE Û WELATÊ XWE BÛ’

Gerîla Rojhat di berdewamiya axaftina xwe de behsa hezkirina Rêber Apo ya gelê xwe û welatê xwe jî kir û got; “Evîna Rêber Apo ji bo gelê xwe û welatê xwe bû. Ji ber evîna xwe heta niha têkoşînekî mezin dike. Ew kesê ku evîna gelê xwe be, evîna Kurdistan be wê her ser bikeve. Bêguman gelê Kurd jî evîna welatê xwe ye û ji bo vê her têkoşîn dike û tiştek nikare pêşiya têkoşîna wan bigre. Li ser vî esasî têkoşîna me jî li dijî dagirkeriyê û komployê wê her berdewam bike. Em ê her tim ji bo gelê xwe û azadiya xwe têbikoşin.”

Rojhat Çilçeme derbarê komployê de jî nirxandinên girîng kir û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Her çiqas Rêber Apo li Girava Îmraliyê jî be têkoşîna xwe hîn zêdetir dike. Têkoşîna Rêber Apo û têkoşîna me ya hevpar heta astekî tecrîda girankirî şikandiye. Rast e, weşandina wêne, dîmenê Rêbertî û hevdîtin berdewam e. Lê ev têr nake, ev ne bes e. Heta ku Rêber Apo ji zindana Îmraliyê dernekeve û azad nebe komplo jî tecrîd jî berdewam e. Ger Rêber Apo ne li kêleka me be, ne di nava gelê xwe de be, negihîje şert û mercên azad em wek gerîlayên azadiya Kurdistan, têkoşîna xwe ya azadî û demokrasî bilind bikin.”

‘DÎTINA RÊBERTÎ HÊZ DA TÊKOŞÎNA ME’

Gerîlaya HPJ’ê di dawiya axaftina xwe de hestê xwe li ser dîtina Rêber Apo jî parve kir û got; “Piştî 26 sal şûnde dîmenê Rêber Apo derket. Ev kefxweşî û moralekî pir mezin bû ji bo gerîlayan û gelê me. Me hêzekî pir mezin jê girt. Hêz li ser hêz da têkoşîna me. Kêliya ku min dîmenê Rêber Apo dît, hestekî ku min nekarî pênase bikim jiyan kir. Wê demê min got, ‘Xwezî bibûma kevokekî û li ser Girava Îmralî yê firîbûma û min ji dijmin re bigota; Rêber Apo ti carî bin nakeve, her dem bi ser dikeve”. Dibe ku bi fîzîkî di zindanê de be lê di rih, îradê û fikir de azad e. Em jî li ser vê bingehê têkoşîn dikin û li ber xwe didin. Bi rastî jî bi dîmen dîtina Rêber Apo têr nake, pêwîst e bi fîzîkî di nava me de be. Rêbertî mifteya azadiya Kurdistan e. Azadiya Rêbertî azadiya Kurdistan e. Demarê hezaran Kurd girêdayî dilê Rêber Apo ye. Ger ev demar qut bibe, bê Serok jiyan nabe. Bijî Serok Apo.”  

‘RÊBER APO KESAYETEKÎ NETEWÎ YE’

Gerîlaya HPJ’ê Zîlan Serdeşt jî destpêkê qala têkoşîna Rêber Apo kir û wiha axivî; “Di serî de silav û hurmeta xwe ji bo Rêber Apo dişînim. Têkoşîna ku Rêber Apo bi hevalên xwe re ji Riha heta Amed ji bo azadiya Kurdistan dest pê kir, bi xwe re encamên dîrokî derxist holê. Têkoşîna destpêkê zor û zehmetiyên pir giran re rû bi rû ma. Rêber Apo xwest gelê Kurd ku navê xwe ji bîr kiribû, ji azadiya xwe bêpar mabû biguherîne û  fikrek, jinek û welatek azadîxwaz pêş bixe. Ji ber van sedeman hemû tişt da berçavê xwe û fikrê xwe belavê hemû cîhanê kir. Niha gelek welat, kom û kesayet beşdarê vê fikrê dibin û li ser xebat dikin. Rêber Apo heta 1999’an jî li hemberî dagirkeriya pergalê fikir û felsefeya xwe bi hêz kir û naveroka wê dagirt. Armanca Rêbertî ew bû ku li hemberî berhema pergala kujer welatekî û fikrekî azad ava bike. Ji ber vê sedemê dewlet û hêzên kûrewî li hemberî Rêber Apo zextekî mezin kirin û Komploya Navneteweyî dan destpêkirin.”

‘ARMANCA KOMPLO TECRÎDKIRINA GELÊ KURD BÛ’

Gerîla Zîlan Serdeşt di berdewamiya axaftina xwe de behsa komployê jî kir û wiha got; “Hêzên hegemonya dîtin ku hêza Rêber Apo li herêmê xurt e, komplo dan dest pê kirin. Xwestin Rêbertî bixin zindanê û gelê Kurd tecrîd bikin. Dibe ku Rêbertî niha li Girava Îmraliyê de be, lê hêz û felsefeya Rêber Apo li gorî berê hîn zêdetir bûye û dewlet jî nikare pêşiya vê hêzê bigire. Dibe ku Rêbertî niha tenê ye lê, Rêbertî wekî ku hezar kes gel wê ye, wekî ku hevalê wê gel wê ye jiyan dike. Rojekî xwe ji me qut nekir. Ev jî ji bo me û gelê me hêz û moralekî mezin dide. Desthilatdariya dewletan dixwazin me bê Rêbertî bihêlin. Li ser vê esasî her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî gelê me zext û zordarî, sêdare û siyaseta tunekirinê heye. Lê, ne em ne gelê me û ne jî tevgera me vê tiştê qebûl kir. Berovajî wê, hewildan bi Rêbertî re jiyan bikin. Şer kirin, meş kirin û ketin gireva birçîbûnê û hwd. her cure çalakî kirin. Herî dawî li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî serhildanekî dest pê kir. Li Rojhilatê Kurdistan fikir û felsefeya Rêbertî hate naskirin û lêgerîna azadiya xwe di Rêbertî de dibînin. Êdî herkes Rêbertî nas dike. Ji ber vê çendê ji aliyê herkesî ve ev komplo nehate qebûlkirin. Em dikarin bêjin ku berxwedana Rêber Apo û gelê me komplo vala derxist.”

‘DÎTINA RÊBERTÎ CIHÊ KEFXWEŞÎ Û KELACANÎ YE’

Zîlan Serdeşt herî dawî dîtina bi dîmen a Rêber Apo jî hestê xwe wiha parve kir; “Dîtina Rêbertî ji bo hevalê me, gelê me û tevgera me moral û kelacanekî mezin da. Dewlet çiqas hewil bide, me bê Rêbertî bihêle jî, êrîş ser me da bîne jî, em ê ji rih û fikra Rêbertî qut nebin, em ê her bi Rêbertî re jiyan bikin. Bila vê heqîqetê baş bizanibin. Rêbertî kesayetekî pir aliye û netewî ye. Hêz û enerjiya xwe bi fikrê xwe digre û gelê xwe digre. Rêbertî heta niha qet neketiye wê nekeve jî. Êdî fikir û felsefeya xwe belavê cîhanê kiriye. Em ê jî hewil bidin ked bidin da ku fikir û felsefeya Rêber Apo bigihîje armanca xwe. Ji ber vê çendê carekî din ez bi dîtina Rêbertî pir kêfxweş bûm. Ji nirxandin û tevgera rûyê wê pir bandor bûm. Rêbertî heman demê silavê xwe ji bo gelê Ezîdî û gelên dîtir re şand. Rêbertî xwe ji nasnameya Êzidî qut nekir, eşa wan xwest parve bike. Em ji vê tiştê pir bandor bûn. Wek gerîlaya azadiya Kurdistanê em jî êşa gelê Êzidî parve dikin û xwe tê de dibînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aştiya ku li mutaxabê xwe digere – III
Nûçeya Pişt re Li Çiyayê Dorşîn qirkirina daran didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li peravên Yemenê trajediyeke nû ya koçberan

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM), ragihand ku bêhtirî 50 cenazeyên koçberan li peravê başûrê Yemenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çam ê ku rojê 20 dermanan dixwe, li benda berdanê ye!

Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam dewam dikin. Keça wî Şemal Çam anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Roja Zimanê Dayikê de êrîşên li ser Kurdî hatin şermezarkirin

Di çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlum Ebdî li Kobanê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?