Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada Bradostê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi gerandina govendê û çandina daran hate pîrozkirin.
Yek ji fermandarên gerîla Mûnzûr Serhed li pîrozbahiyê axivî û 4’ê Nîsanê pîroz kir.
Mûnzûr Serhed di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya rojê û got; “Roja 4’ê Nîsanê rojbûna gelên bindest û jinên cîhanê ye.”
Gerîlayan jî bi şahî û çandina şitlan kêfxweşiya xwe nîşan dan. Gerîlayan ragihandin ku sala 2026’an wê tekez bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Gerîlayan careke din soza xwe dubare kirin ku heya civakeke azad û Rêbertiya azad têkoşîna xwe dewam bikin.

