Rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê, li her devera ku Kurd lê dijîn bi çalakiyên cuda tê pîroz kirin. Yek ji van deran jî çiyayên azad in. Gerîlayên PJAK’ê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Gerîlayê bi navê Helgurt Rojhilat ku ji RojNewsê re axivî, rojbûna Rêber Apo û salvegera damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li tevahî gelê Kurd pîroz kir.
Helgurt Rojhilat diyar kir ku di vê serdema hesas de ew herî nêzî azadiyê ne. Helgurt Rojhilat bal kişand ku 4’ê Nîsanê di heman demê de salvegera damezirandina PJAK’ê ye û wiha axivî: “Îro guhertinên mezin ên berçav hene. Niha dibînin ku PJAK li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hevsengiya siyasî ava kiriye. Ev yek hesteke serkeftinê dide me. Divê ciwan di vê serdema hesas de bi hişmendiya erk û berpirsiyariyê tevbigerin û ji bo mîsyona xwe bêtir têbikoşin. Rêya yekane ya ku ciwan erk û rolên xwe bi cih bînin, fikir û felsefeya PJAK’ê ye.”
Endama Komelaya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê Bîşeng Jiyan jî rojbûna Rêber Apo û salvegera damezirandina PJAK’ê pîroz kir û got: Em ê di şoreşa Îranê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Divê ciwan bi şoreşa Îranê ve girêdayî bin. Xwe bi rêxistin bikin. Di nav xwe de yekîtiyê ava bikin. Divê ciwan entegrasyona demokratîk pêk bînin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tê wateya serkeftina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê.

