Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ li girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger dewam dike. Ji girtîgehan her roj agahiyên sirgûn û êşkenceyê tên. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ye. Ji girtiyên li Kalkandere ya Rîzeyê di greva birçîbûnê de ne Vefa Yilmaz bi lez û bez ji Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê hate sirgûnkirin, lêgerîna tazî lê hate ferzkirin û ji ber ku ev yek qebûl nekir, lê hate xistin.
Ahmet Yilmaz birayê Vefa Yilmaz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got, “Kekê min bêyî ku agahiyê bidin me bi lez û bez sirgûn kirin. Di ser re lêgerîna tazî lê ferzkirin û lê xistin.”
‘LÊGERÎNA TAZÎ LÊ FERZ KIRIN, JI BER KU QEBÛL NEKIR, LÊ XISTIN’
Yilmaz ragihand ku bêyî agahiyê bidin wan, kekê wî sirgûn kirine û anî ziman ku 30’ê Çileyê roja Sêşemê dema bi telefonê bi kekê xwe re axivî, agahiya wan ji êşkenceyê çêbû. Yilmaz diyar kir ku kekê wî di telefonê de jê re gotiye, êşkence lê kirine û got, “Kekê min 7 salan li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dihate hiştin. Bêyî ku agahiyê bide me, bide malbatê bi lez û bez bi zorê birin Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê. Li ber deriyê girtîgehê jî lêgerîna tazî lê ferz kirin. Ji ber ku kekê min qebûl nekir, gardiyanan li wî xistin.”
‘NEHIŞTIN KU ALAVÊN XWE JÎ BI XWE RE BIBE’
Yilmaz anî ziman ku kekê wî dema hate sirgûnkirin di greva birçîbûnê de bû û diyar kir ku ew niha li Bedlîsê ne, ji ber ku li ser şert û mercê kekê xwe xwedî agahî nîne, gelekî bi fikar in.
Yilmaz ragihand ku di axaftina dawî ya bi telefonê de kekê wî jê re gotiye, nehiştiye ku alavên xwe jî bibe û got, “Bi kurtî bi telefonê em axivîn. Nehiştin ku alavên xwe jî bibe. Yekser avêtin ser koxûşê û bi lez û bez sirgûn kirin. Alavên wî hemû li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê man. Mîna ku ev jî têrê neke, lêgerîna tazî ya ku biçûxistina rûmeta mirovahiyê ye lê ferz kirin. Em nizanin ku niha di nava kîjan şert û mercî de tê ragirtin. Li Girtîgeha li Rîzeyê greva birçîbûnê bi dorvegerî dewam dikir. Koxûş bi temamî ji hev belav kirin. Her kes sirgûnî cihekî kirin. Sedema sirgûnê çi ye? Em hînê hîn nebûne. Bavê min ji ber ku nexweşe nikare xwe bilivîne, ez jî hewl bidim hefteya bê biçim.”
Yilmaz destnîşan kir ku zext û êşkenceya li ser girtiyên siyasî zêde bûne, ew ê vê yekê qebûl nekin û serî li rêyên qanûnî yên pêwîst bidin.