Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyan çalakiyên Nobeta Edaletê silav kirin
Rojane

Girtiyan çalakiyên Nobeta Edaletê silav kirin

Girtiyan ji çalakiyên Nobeta Edaletê re ku li gelek bajaran didomin, name şandin û têkoşîna dayikan silav kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin didome. Di  çalakiyên îro de nameya hevpar a girtiyên siyasî şandin hate xwendin.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 69’an de berdewam kir. Li eywana ku Nobet lê tê lidarxistin pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civâkî ji zindanan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakgerên pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Komeleya Ekolojiyê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hatin serdana çalakvanan.

Di tevahiya çalakiyê de “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Çalakî bi strîna stranên kurdî berdewam kir.

ÊLIH

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li avahiya DBP’a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 11’an de berdewam kir. Dayikan, binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de vegotin. Her wiha nameya girtiyekî hate xwendin. Di nameyê de girtî bertek nîşanî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî da.  

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 61’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan.  Em ê bi hêza xwe tecride bişkînin u jiyana azad bikin” hatin daliqandin. Gelek kes îro hatin serdana çalakiyê. Rêxistinên DEM Partiyê yên Gungoren û Bakirkoyê jî di nava ziyaretvanan de cih girtin. Di çalakiyê de nameya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de hate xwendin. Di vê navberê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Nobet, bi gotina stranên kurdî berdewam kir.

WAN

Nobeta Edaletê ya Wanê jî di roja 69’an de berdewam kir. Nobeta ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, îro ji hêla Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê ve hate pêşwazîkirin. Di çalakiyê de nameya girtiyên siyasî hate xwendin.

NAMEYA GIRTIYAN

Nameya hevpar a girtiyên siyasî ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de cih digirin şandin wiha ye: 

“Di erefeya salvegera 25’emîn a komploya navdewletî de dayikên me yên ji bo edaletê têdikoşin bi rêz û hezkirinên xwe yên germ silav dikin. Ji destên we yên afirinêr, hemû bedewiyan û sembola keda pîroz in diramûsin. Hemû daxwaz û hewldana me ji bo rawestandina rondikên çavên we û avakirina welate kî azad e.

Dayikên hêja; hûn tenê rondikan nabarînin, doza ewladên gelê me yên herî bedew û leheng jî didin meşandin. Di qadên tekoşînê de we rêz wergirtiye û mil daye tekoşîna ewladên xwe. Hûn tekoşîn û berxwedanê ne tenê wek arîkaran dimeşînin, hûn bixwe bûne tekoşîn, bûne berxwedan. Em gelek şanaz û bextewar in ku em xwedî dayikên mîna wek we ne. Rûmet û şerefa ku em ji we digirin bêdawî ye. Armanca bingehîn a tekoşîna me ya pêncî salî jî ev e ku rondikên çavên dayikên me êdî bêne sekinandin. Em dizanin ku encax bi vî awayî em ê bikaribin ewladîbûyîneke layîq ji we, dayikên hêja re bikin. Bi derfetên pir bisînor jî be, em li ser çapemeniyê çalakiyên we Nobeta Edaletê dişopînin.

Daxuyanîyên ku hûn didin û dixwînin em bi vî awayî fêr dibin. Ev sekna we, ew hest û ramanên we kêfxweşiyeke mezin dide me û em ji vê sekn û helwesta we hêzeke pir mezin werdigirin. Em dizanin ku hûn peyrewên dayika xwedawend, peyremê Meryema ku qewet daye Îsa, Amîneya ku nekarî murîveta Mihemedê êtim bibîne û peyrewê dayîka me Uveyş in. Dîsa em dizanin ku hûn ew qas xwedî rastî û heqîqeta jiyanê ne ku, hemû ehlê zilmê werin jî li hemberî ronahiya we nikare tiştekî bikin û dê tune bibin. Ji roja ewilî heta niha we, em tenê nehîştin. Hûn bûn Dayikên Şemiyê û lî qadan li pey şopa zarokên xwe yên ku hatin windakirin ketin. Li hember xwînê, şer û rondikên çavan hûn bûn Dayikên Aştiyê û me tekoşîn meşand. Hûn ew qas bi hêz in ku, carinan di nava qutiyan de perçeyên zarokên we ji were hate şandin. Lê dîsa jî hûn dev ji tekoşîna xwe berneda.

Carinan jî xwîna zarokên we li lat û zinarên welatê me niqutî û tev li vê axa pîroz bû. Carinan hûn kolanan de bûn Dayika Taybet, carinan jî bajar bi bajar li ber derê zindanan pey şopa zarokên xwe ketin. Ma dîsa jî bilî me û me kî dê bikaribe wan êş û elemên we yên bêhempa fêm bike! Lê sed mixabin ku em jî gelekî wisa ne, xayînên me jî pir in. Him ji bo îro, him jî ji bo paşerojê em neçarin ku bi feraseta ‘berxwedan jiyan e’ ji her demê bêhtir bihevre têbikoşin û li ber xwe bidin.

BANGA JI BO GEL

Tevgera Azadiyê bi dostên gelê me re bi armanca Azadiya Rebêr Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd a siyasî pêngavek da destpêkirin. Tevlîbûn û bandora vê pêngavê jî her ku diçe mezintir û bilindtir dibe. Dema em armanca pêngavê li ber çav digirin, em dibînin ku pêvajoya em tê de derbas dibin pêvajoyeke gelek girîng û dîrokî ye. Ji ber wê mezinkirina pêngavê ne tenê erkekî polîtîk e, deynê me yê hemberî gel û Serokatiya me ye û ev jî berpirsiyariya me ya exlaqî ye. Di 25’emîn salvegera komploya navdewletî de karê me yê herî pîroz bêguman bi temamî rûxandina komplo û belavkirina wê ye. Ji zarok heya pîr û kalan, çi jin û çi jî mêr be, di vê pêvajoyê de ji herkesî re kar û xebateke ku bikaribe bimeşîne heye. Bi vê zanebûn û baweriyê em bang li gelê me dikin ku tev li tekoşîna dayikên me yên hêja bibin. Ji bo ku em bikaribin bihevre tekoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin, divê gelê me û dilsozên azadiyê bi giyana seferberiyê têkevin nav liv û tevgerê.

Dayikên me yên hêja! Li ser navê zarokên we yên zindanan me xwest bi çend gotinan berxwedana we silav bikin. Em jî wek ewladên we pir bişanaz in ku di pêvajoyek wîsa de li rex we, bi qasî ku ji destê me tê tevkariyên xwe li pêvajoyê dikin. Em bawer dikin ku têkoşîna me ya hevpar a çiya, zindan û gel dê me bigihîne serkeftinê.  Bi wan hestan em Komploya 15’ê Sibatê bi nefreta şoreşgerî lenet dikin, bi hestên herî ji dil we silav dikin û spasiyên xwe li we dikin. Em careke din dibêjin ku serkeftin a me ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KBDH’ê li dijî sîstema rantê û talanê banga mezinkirina têkoşînê kir
Nûçeya Pişt re Riza Turmen: Divê tevgera hemwelatîbûnê were avakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Erdogan bi serdana xwe dixwaze têkçûna xwe telafî bike

Çavdêrê siyasi Mihemed Nesredîn da xuyakirin ku penabirina Erdogan a bo Iraqê belgeya wê yekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jongerden: Divê astengiyên ragihandinê yên di navbera Abdullah Ocalan û PKK’ê de werin rakirin

Akademîsyen Joost Jongerden got, "Ji bo serketina pêvajoyê divê astengiyên ragihandinê yên di navbera Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Cihê dayikan ne zindan e, dayik aştiyê dixwazin’

Hanife Aslan a 82 salî ku li gel temen û nexweşiyan jî 3 salan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?