Îsmet Çardak ê ku li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê ji nexweşiya “genetîk mîopatî” dihat dermankirin, piştî îtiraza parêzerê wî Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora “nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne” 28’ê Sibatê serbest hatibû berdan. Çardak ê ku di meşê de zehmetî dikişand, bi kursiya biteker ji girtîgehê derketibû.
Çardak îro ji ber qeyrana dil li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çardak ji aliyê malbat û hezkiriyên wî ve li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Sibe jî ji bo Çardak li Mala Sersaxiyê ya Hevedanlilarê sersaxî bên qebûlkirin.
Îsmet Çardak di sala 1992’an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn û li girtîgehê bi nexweşiya”genetîk mîopatî” ketibû. Ji ber dermankirina şaş nexweşiya wî pêş ketibû