Merasîma bîranînê bi beşdariya endamên sazî û rêxistinên Şengalê, gel û malbatên şehîdan li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê, ji aliyê dayikên şehîdan ve mûm hatin pêxistin û axaftin hatin kirin.
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Gel a Şengalê Hevseroka Meclisê Xoxê Dexîl axivî û di kesayeta şehîd Bêrîtan de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî. Xoxê Dexîl axaftina xwe li ser esasê xwedîderketina li nirxên şehîdan dirêj kir û wiha got:”Em di şexsê hevala Bêrîtan de tevahiya şehîdên xwe yên leheng bibîr tînin. Nirxên ku îro li vê axê hatine afirandin, bi keda xwîna şehîdan hatine avakirin. Dijmin û hêzên tarî bi armanca ku gelê me bê îrade bihêlin, timî kesên pêşeng û fedakar dikin armanc. Lê bila bizanin ku bi hezaran Bêrîtan dê li pey vê rêyê bimeşin û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li hebûn, ax û rûmeta vî gelî ye. Hetanî ku em xwedî li van nirxan derkevin, tu kes nikare vî gelî bixe ser çokan.”
Her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê jî Neam Bedel axivî û diyar kir ku hevala Bêrîtan bi sekna xwe ya şoreşgerî di nava dilê her malbatê de cih girtiye. Neam Bedel axaftina xwe wiha dewam kir: “Raste, hevala Bêrîtan bi awayekî wekî mêvan li Şengalê bû, lê wê bi ked, dilnizmî û têkoşîna xwe, xwe wekî endama her malbata şehîdan didît û di nava dilê me de bû xwediyê cihekî taybet. Armanca wê ya sereke ew bû ku yekîtiyê di nava hemû malbatên şehîdan de çêbike û li hemberî hemû êrişan gelê me bixe nava refên yekgirtî de. Ew bi sekna xwe ya milîtanî bû pira di navbera gel û têkoşînê de. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopa wê bişopînin û ala ku wê li erdê nehiştî, bilind bikin.”
Piştî axaftinan, li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Bêrîtan Çelê sinevizyonek hate nîşandan û merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bidawî bû.

