Di saetên vê êvarê de xelkê taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê, koçberên Efrînê, endamên meclis û komînan têkoşerê di Hêzên Parastina Gel (HPG) de Rûav Avrîn (Mihemed Remzî Mamo) piştî zêdetirî 30 salan ji girîtgehên dewleta Tirk a dagirker hate berdan, pêşwazî kir.
Merasîma pêşwazîkirinê li pêş mala malbata wî bi def û zirneyê, reşandina birincê, şekir, kulîlkan, tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana girtiyan, pêk hat.
Dema têkoşer gihîşt taxê, bi coş û hembêzkirinê hat pêşwazîkirin. Rûav Avrîn di wê pêşwazîkirinê de axivî û silavên girtiyên girtîgehên dewleta Tirk ji xelkê herêmê re pêşkêş kirin.
Avrîn soza xwe ya pabendbûna rêgez û nirxên şoreşê û temamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina civakeke demokratîk li ser jiyana hevbeş, dubare kir.
Rûav Avîn (51) ê ji gundê Elkê yê bajarê Şera yê Efrînê ye, di 1993ˊyan de tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû û li herêma Herekolê di dawiya 1994ˊan de hat girtin.

