Girtiyê nexweş Ahmet Zenger (63) ê ku di sala 1993’an de li gundê Xirabaşeref ê navçeya Hezex a Şirnexê hat binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekîtî û tevahiya dewletê” cezayê muebetê lê hat birîn, piştî 31 salan hat berdan.
Malbat û hevalên Zenger li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê wî pêşwazî kirin.
Ahmet Zenger ji ber ferzkirina “poşmaniyê” qebûl nedikir 4 caran tehliyeya wî hat astengkirin.