Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kanar: Paketa Darazê ya 10’emîn neçareseriyê mezin dike!
Rojane

Kanar: Paketa Darazê ya 10’emîn neçareseriyê mezin dike!

Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku Paketa Darazê ya 10'emîn a ji Meclîsê derbas bû neçareserî mezin kiriye û got, "Nêta AKP'ê aştî nîne; ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike dixwaze polîtîkayên zextê yên klasîk dewam bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Paketa Darazê ya 10’emîn ku ji aliyê AKP’ê ve weke ‘Reforma di dadgeriyê’ de hate pêşkêşkirin, li Civata Giştî ya Meclîsê li gel nerazîbûnan jî hate qebûlkirin.

Ji 30 xalên di nava paketê de 8 jê hatin derxistin. Hiqûqnas Ercan Kanar mijar ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku bi vê paketê re wê kesek nemîne ku neketibe girtîgehê.

Kanar diyar kir ku pênasekirina paketê bi rengê reformê rast nîne û destnîşan kir ku ev paket wê cezayan hîn zêde bike. Kanar mînakên vê yekê da û beriya vê pêşnûmeyê mirovên ku kêmî 5 salan ceza li wan dihate birîn nedihatin girtin, lê êdî kesên ku 2 sal jî ceza li wan hatibe birîn wê 5 rojan li girtîgehê bêne ragirtin.

‘BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ JÎ ZEHMET DIBE’

Kanar destnîşan kir ku paketê tevkariyeke biçûk jî li girtî û hikumxwarên siyasî nekiriye, berevajî vê yekê berdana girtiyên nexweş hîn zehmet kiriye. Kanar bi bîr xist ku ji bo berdana girtiyên nexweş divê rapor ji Saziya Tipa Edlî bê wergirtin û destnîşan kir ku ev yek jî gelekî zehmet e.

Ercan Kanar bi bîr xist ku Saziya Tipa Edlî saziyeke ku bi temamî di bin kontrola rêveberiyê de ye, lewma wergirtina raporeke erênî ji bo girtiyên nexweş ên siyasî zehmet e.

‘PAKET XIZMETÊ JI AŞTIYÊ RE NAKE’

Kanar destnîşan kir ku Paketa Darazê ya 10’emîn li hemberî muxalîfan paketeke zextê ye û got, “Bi taybetî di demeke bi vî rengî de ku li ser meseleya Kurd pêvajoyek tê meşandin, ev paket bi ti awayî eleqeya xwe bi çareseriyê re nîne. Berevajî vê yekê paketeke ku neçareseriyê mezin dike. Paketeke welê nîne ku xizmetê ji aştiyê re bike. Lewma nepêkan e ku ji desthilatdariya heyî gaveke cidî ya çareseriyê û ber bi aştiyê ve bê hêvîkirin.

Mînak, PKK îro çekê dîne jî operasyon dewam dikin. Li Wanê 6 sal in bi ti awayî destûr nayê dayin ku daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin. Hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan 410 hezar kes derbas kiriye. Halbûkî dema AKP bûbû desthilatdar nifûsa li girtîgehan 49 hezar kes bû. Paketa Darazê ya 10’emîn a ji meclîsê derbas bû, bi temamî mehkûm û girtiyên edlî vedihewîne, ji bo kêmkirina nifûsa li girtîgehan e û ji bo xapandina gel jê re ‘paketa reformê’ dibêjin. Halbûkî lêgerîneke biçûk a ji bo mafên demokratîk jî ceza dike. Ev tê wê wateyê ku ji mirovên li maf bigere kes wê nemîne ku neyê girtin.”

‘DESTHILATDARÎ JI TESTA SAMÎMIYETÊ DERBAS NEBÛ’

Ercan Kanar ragihand ku vê paketê nîşan da ku desthilatdarî ji testa samîmiyetê derbas nebûye û got, “Paket bi mejiyê zindanê hate amadekirin. Hejmara girtîgehan 395 e, niha derdora 75 girtîgehên nû têne çêkirin. Kesên ku ji ber çalakiyeke biçûk jî ceza li wan hatibe birîn wê bêne girtin. Ev yek jî nîşan dide ku desthilatdarî di çareseriyê de samîmî nîne.

Yanî nêta AKP’ê aştî nîne; ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike dixwaze polîtîkayên zextê yên klasîk dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê Kurd bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin’
Nûçeya Pişt re Yek ji parêzvanên destpêkê yên mafên jinan: Olympe de Gouges
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûdanê êrişa dronê: Ji malbata fermandarekî 9 kes hatin kuştin

Li Sûdanê, di êrişeke ser mala fermandarekî artêşê de, di nav de zarok jî hene…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

Enternasyonalîstên li Rojava ku peyam ji konferansa jinan a li Bogotayê re şandin, destnîşan kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê danûstandinên nukleerê rawestand

Îranê ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê wan danûstandinên bi DYE'yê re yên li ser mijara…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?