Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî rewşa girtiyê siyasî yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê agahî da.
Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê girtiyê siyasî yê bi navê Naîb Eskerî li dijî zilm û zordariya dewleta Îranê ya li girtîgehan bi dirûtina lêvên xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye.
Hate ragihandin ku girtiyê siyasî ji mafê hevdîtina bi malbatê re û serdanan hatiye bêparkirin. Ji bo li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan bide, dest bi grava birçîbûnê kiriye.
Naîb Eskerî yê xelkê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê 24’ê Adara 2021’ê ji aliyê dewleta Îranê ve hate binçavkirin û birine Girtîgeha Urmiyeyê. Naîb Eskerî bi hinceta ‘biyanîbûnê’ ji aliyê Liqa Duyemîn a dadageha Şoreşê ya Urmiyeyê ve cezayê 15 salan lê hatiye birîn.

