Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Cemşîd Îsmaîlî ku ji Ûrmiyê ye, ji 12’yê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê de ye.
Hat gotin ku Cemşîd Îsmaîlî ji ber ku mafê wî yê destûr û serbestberdana bi şert nehatiye naskirin, dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Di heman demê de hat diyar kirin ku Cemşîd Îsmaîlî beriya 8 mehan ji bo ku cezayê xwe yê sê salan bikişîne, şandine Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê.
Hat ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve malbata wî ji bo serbestberdana wî bi şert serî li saziya ewlekariyê dane, lê dadgerê girtîgehê hêj bersiv nedaye daxwaza berdana Cemşîd Îsmaîlî.

