OHD’ê di rapora xwe ya ji ber 25’ê Mijdarê de hate weşandin de, eşkere kir ku girtiyên jin ên bi cezayê muebetê yê girankirî hatine mehkûmkirin û tahliyeya wan a bi şert hatiye astengkirin, rastî binpêkirinên giran ên mafan tên. Li gorî raporê, li gelek girtîgehên wekî Bakirkoy, Sincan, Gebze, Amed, Xarpêt û Tarsûsê jin di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku bi taybetî girtiyên jin ên siyasî di nirxandinên “rewşa baş” de rastî kiryarên kêfî û cudakarî tên, ji ber vê yekê tevî ku dîroka berdana wan hatiye jî nayên berdan. Hate tekezkirin ku nasnameyên siyasî û çandî yên jinan û çalakiyên wan ên mafxwestinê weke “nebûna rewşa baş” tên hesibandin.
Di raporê de hate gotin ku rejîma muebetê ya girankirî ji bo jinan dibe sedema “heya mirinê di girtîgehê de manê” û ev yek di warê hiqûq û sepanê de tê wateya tunekirina “mafê hêviyê”. Hate tomarkirin ku cezayên şaneyê yên demdirêj, sînordarkirinên çalakiyên civakî û gefên dîsîplînê encamên cidî yên fîzîkî û psîkolojîk derdixînin holê.
OHD’ê diyar kir ku girtiyên jin rastî cudakariya li ser bingeha zayenda civakî jî tên; di warên hîjyen, tenduristî, tenduristiya zayînê û pêwendiya bi zarokan re ji mêran zêdetir pirsgirêkên giran dijîn. Hate ragihandin ku pêwîstiyên jinên ducanî û yên bi zarok nayên dabînkirin û girtiyên jin ên siyasî jî bi pêvekên “dijminê dewletê” rastî kiryarên tundtir tên.
Di raporê de bal hate kişandin ser berpirsiyariyên hiqûqa navxweyî û yên navneteweyî yên Tirkiyeyê û daxwazên jêrîn hatin pêşxistin:
- Rakirin an jî ji nû ve sazkirina cezayê hepsa muebetê yê girankirî bi awayekî ku piştî demeke diyarkirî derfeteke rastîn a berdana bi şert bide,
- Rakirina biryarên înfazê yên cudakar ên ji bo sûcên di çarçoveya Zagona Têkoşîna li Dijî Terorê de û astengên berdanê yên bi şert ên fîîlî,
- Çavdêrîkirina biryarên Desteyên Rêveberî û Çavdêriyê û dadgehên înfazê, li gorî îçtîhada Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û prensîba “mafê hêviyê”,
- Dawîanîna cezayên dîsîplînê yên kêfî û kiryarên tecrîdê yên li girtîgehan li dijî girtiyên jin ên siyasî,
- Bicîanîna standardên li ser bingeha wekheviya zayendî di warê tenduristî, hîjyen, perwerde, pêwendî û mafê têkiliya bi zarokan re ji bo girtiyên jin,
- Dabînkirina gihîştina mekanîzmayên çavdêriyê yên serbixwe bo girtîgehan û bi awayekî bi bandor lêkolînkirina serlêdanên girtiyên jin.
Di raporê de, hate tekezkirin ku girtiyên jin hem ji ber nasnameyên xwe yên siyasî hem jî ji ber ku jin in, rastî “cudakariyê” tên û bang li raya giştî hate kirin ku piştgiriyê bidin.

