Girtîgehên tîpên S û Y ku Tirkiyeyê di salên dawîn zêde bûne û di nava raya giştî de weke ‘girtîgehên weke bîrê’ tên binçavkirin, ji hepskirina girtiyan a bi awayê fîzîkî wêdetir, bûne perçeyekî pergaleke ku wan ji jiyana civakî, pêwendiyên li gel însanan û mafên bingehîn bêpar dihêlin.
Girtîgehên tîpên S û Y ku weke saziyên înfazê yên ewlehiya bilind hatine avakirin, bi taybetî jî ji bo girtiyên ku lê cezayê muebeta girankirî hatine birîn, hatibin avakirin jî di demê re girtiyên ku cezayê muebeta girankirî lê nehatine birîn jî di bin heman şert û mercan de tên ragirtin. Li girtîgehên tîpên S û Y, ji girtîgehên tîpa F cudatir bes pergala hucreyê heye û qawîş tune ne. Hucre yekkesî ne û girtî rojê 22 saet û nîvan li vê qada teng derbas dikin. Mafê hewastandinê jî bes saet û nîv e û ev qad bi awayekî rasterast girêdayî hucreyan nînin.
GIRTÎGEHÊN WEKE BÎRAN RASTERAST BANDOREKE XIRAB LI TENDURISTIYA ÎNSANAN DIKIN
Rexneya herî mezin a li dijî van girtîgehan ew e ku girtiyan mecbûrî îzolasyona civakî dikin. Çavdêriya hucreyan a bi kamerayan a tim û tim, mehrûmhiştina ji tîrêjên rojê, kiryarên lêgerînên tazî, ferzkirinên hejmartina li ser piyan û astengkirina mafê hevdîtinê weke hêmanên ku gefêli tenduristiya fîzîkî û derûnî dikin, tên dîtin.
Komîsyona Gîrtigehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), pirsa me ya têkildarî binpêkirinên herî zêde ên derbarê girtîgehên weke bîran de ev bersiv da: ‘’Li girtîgehên weke bîran pirsgirêka sereke, sepana tecrîda giran e. Nedîtina rojê, cudabûna qadên hewastandin û hucreyan, hewastandina rojane ya bes satekê yan jî saet û nîvan, nebûna derfeta hevdîtina li gel girtiyên din, zehmetkirina hewadarkirina ji paceyan… Girtî dibêjin ku ew heta bêriya dengê mirovan jî dikin.
Hucre tîrêjên rojê nabînin ku ev yek jî ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêkeke sereke ye. Kêmasiya hewadarkirina hucreyn jî ji aliyê tendurisya biyolojîk ve pirsgirêkeke mezin e. Mana li qadên teng, bandorên xirab li tenduristiya fizîkî û derûnî dike. Her wiha mehrûmkirina ji civakîbûnê ya jiber tecrîdê jî zirarên mezin didin derûniya girtiyan.
Tecrîda demdirêj, rê li ber nexweşiyên psîkolojîk, kêmasiyên sehekî û xerabûnên têgihiştinê vedike. Ji ber vê yekê girtî bi demê re bi nexweşiyên weke windakirina meyldarî, depresyon, anksiyete û hin nexweşiyên psîkomatîk re rû bi rû dimînin. Li gorî raporên Odeya Bijîşkan a Enqereyê, ev awayê îzolasyonê bi awayekî rasterast zirarê dide tenduristiya însanan û bandorên gelekî xirab dikin.’’
HAYA RAYA GIŞTÎ JI GIRTÎGEHÊN WEKE BÎRAN TUNE YE
Girtîgehên tîpên S û Y, bi mîmarîya xwe jî weke avaniyên ku peyama ‘’tu bi tenê yî’’ didin girtiyan, tên zanîn. Mafparêz daxwaz dikin ku ev avanî werin girtin û pergala înfazê li gorî rûmeta însanan were guherandin. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê diyar kir ku girtîgehên weke bîran bi awayekî rasterast bandorê li tenduristiya însanan dikin û got: ‘’Li gorî me ne ku derheqê girtîgehên weke bîran de agahiyên civakê hene, haya haya civakê jî ji van yekan nîne. Mixabin ku ev girtîgeh ne li gorî yasayên heyî ne. Lêbelê her tiştê ku ji aliyê rayedarên fermî ve tên kirin, weke yasayî tên nirxandin. Tu bingeha yasayî ya van girtîgehan tune ye û ji aliyê tu sazî û kesan ve jî nabin mijara dozê. Bandora xirab a girtîgehên weke bîrê ya li ser civak û muxalefetê, ji girtîgehên tîpa F hîn girantir e û vê giraniyê her ji niha ve dest pê kiriye.’’
MÎNAKÊN HEVŞIB ÊN LI SERANSERÊ CÎHANÊ
Mînakên girtîgehên weke bîran, bi giştî weke amûrên zextê yên rejîmên otorîter derdikevin pêşiya me. Kampên berhevkirinê yên Elmanyaya Naziyan, navendên êşkenceyê yên dîktatorên leşkerî yên li Emerîkaya Latîn û avaniyên weke Guantanamoyê yên li DYE’yê dikarin weke mînakên hevşib ên tenêhiştin û bêdengkirina girtiyan werin nîşandan. Gırtîgehên weke bîran ên li Tirkiyeyê, weke nîşaneyên van mînakên dîrokî tên nirxandin. Ev avanî veguherîne qadên tecrîdê.’’