Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî êrîşê: Heta ev hişmendî neguhere, wê ne demokratîkbûn û ne jî aştî pêş bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji malbata girtiyê siyasî Babek Elîpûr nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên li herêma Bradostê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim serbest berdin
Rojane

Girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim serbest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo berdana girtiyên nexweş Emrah Nebîoglû û Serdal Yildirim li pêşiya ÎHD’ê çalakî kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 513’emîn a çalakiya xwe ya balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş de li ber Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin bahev. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin.  

Di vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind  a Antalyayê de tê ragirtin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku girtiyê nexweş Nebîoglû ji sala 2022’yan ve girtî ye û 7 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn û bi bîr xist ku dema Nebîoglû hatibû girtin ji serê xwe birîndar bûbû û 37 rojan di lênêrîna awarte de mabû. Çevîrmen, diyar kir ku ji ber birîndar bûnê dest û lingên wî û noronên rehik ên çepê yên Nebîoglû felc bûye û got: “Emrah Nebîoglû yê bêyî piştgirî nikare bimeşe, nexweşiyên gurçikan û nexweşiya tansiyona bilind pê re hene.”

  Çevîrmen, destnîşan kir ku ji aliyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ve di 25’ê kanûna 2019’an de rapora astengdariyê ya ji sedî 94 hatiye dayîn û wiha domand: “Nebîoglû ji roja ketiye girtîgehê ve bêyî ku piştgiriyê bigire zehmetiyê dikişîne ku jiyana xwe bidomîne û pêdiviyên xwe yên bingehîn jî nikare bi tena serê xwe bicihbîne. Tevî nexweşiyên wî û rapora ji sedî 94 ku ji aliyê du nexweşxaneyan ve hate dîtin nayê berdan.”

Çevîrmen, bal kişand ku serlêdana ji aliyê dadgehê û parêzerên Nebîoglû ve ji ber nexweşiyên wî were berdan hatiye kirin nehatiye qebûlkirin û xwest ku Nebîoglû yê bi tena serê xwe nikare bijî an were berdan û li cem malbata xwe di şertên bi tendurist de tedawiya wî were domandin.”

STENBOL 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê 641’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê pêk anî. Di çalakiyê de bal kişandin ser girtiyê nexweş Serdal Yidirim ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û ji sedî 98 rapora wî ya astengdar heye. Di çalakiya wêneyên girtiyên nexweş hate hilgirtin de pankartên “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” , “Bila girtiyê nexweş Serdal Yildirim bê berdan” û dirûşmeyên “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” , “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. 

Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn anî ziman ku li girtîgehan mafê tedawiyê yê girtiyan her tim tê binpêkirin û got: “Ji sedî 98 rapora Serdal Yildirim heye, ji navtengê pê de bifelc e, ji ber ulsera mîdeyî nikare baş xwarinê bixwe û kîloyeke zêde winda dike. Ji ber platînên di pişta wî de ji cih çûne her tim janan dikişîne. Tevî ku cuda cuda 5 caran sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hate kirin û rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ hate dayîn jî bi îdiaya ‘gefa li ewlehiyê’ nayê berdan. Ev rewş ji bo jiyana wî xetereyeke giran e.”

Bekîn, da zanîn ku ji ber platînên di pişta Yildirim de ji cih çûne niha nikare li ser piştê rakeve û diyar kir ku hişyariya nexweşxaneyê ya “divê teqez were ameliyatkirin” ji ber şertên girtîgehê li ber çavan nayên girtin. 

Bekîn, bi lêv kir ku ji ber vê rewşê parêzerê Yildirim ji bo ku ew bê berdan di serî de li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serî li gelek saziyên rayedar dan û ji serlêdanan tu encamên erênî derneketin. Bekîn, destnîşan kir ku Yildirim niha li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin û ji bo berdana Yildirim banga hestiyariyê ji raya giştî û saziyên rayedar kir. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin û qetilkirin, lêgerîna edaletê didome
Nûçeya Pişt re Ji bo Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin, hatin ba hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamên Grup Yorûmê hatin binçavkirin

Endamên Grup Yorûmê yên hatin serdana 'Rojên Dêrsimê' yên li Qada Çalakiya Yenîkapiya Stenbolê pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îkîzkoyê darên zeytûnan tên birîn

Kargeha kana komirê YK Enerjî ya ku komirê dide Santrala Termîk a Yenîkoy-Kemerkoyê, bi awayekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Federasyona Gaziyan: Em ê rohniya xwe ya hêviyê ti carî ji bîr nekin

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîd Azadî Helebçe bibîr anî û got, “Hevrê Azadî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Nûreddîn Sofî bi jiyan û têkoşîna xwe bû sembola Şoreşa Rojava’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Bensheimê kampa perwerdeyê ya dayik-zarokan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

RTC: Koçber û penaber bi rîska giran a tenduristiyê re rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?