În, 21 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogûllari serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 2 girtiyên ku 30 sal in girti ne, hatin taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanîreşê civîna gel: Rêbertî çav û guhê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hunermendên li Amedê wê li dijî polîtîkayên ku ciwanan hedef digre, têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê vejîna neteweyekê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Nûreddîn Sofî bi jiyan û têkoşîna xwe bû sembola Şoreşa Rojava’
Rojava

‘Nûreddîn Sofî bi jiyan û têkoşîna xwe bû sembola Şoreşa Rojava’

Gazî Laleş Êzidî di salvegera 5'emîn a şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî de qala jiyan û têkoşîna wî kir û anî ziman ku ew bû sembola Şoreşa Rojava.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Laleş Êzidî di salvegera 5’emîn a şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî de têkildarî jiyan û têkoşîna wî axivî ku di 6’ê Nîsana 2021’ê de şehîd bû.

Laleş Êzidî di destpêka axaftina xwe de di şexsê fermandar Nûreddîn Sofî de hemû hevalên şehîd bi bîr anî û got, “Em dikevin pêncemîn salvegera şehadeta heval Nûreddîn Sofî. Ji bo min şensekî pir mezin û nirxekî pir hêja bû ku min hevalê Nûreddîn Sofî di nav têkoşîna azadiyê de nas kir. Heval Nûreddîn Sofî di hevaltiya xwe de heya dawiyê dixwest her tim bi fikir û felsefeya ji Rêber Apo wergirtiye tevbigere û têkoşînê bi pêş bixe. Timî hewl dida dahûrandinên xwe yên li ser esasê Rastiya Rêbertiyê bi hevalan re parve bike.”
 
Laleş Êzîdî destnîşan kir ku fermandar Nûreddîn Sofî tenê ne fermandarê eniyên şer bû û ev anî ziman, “Di heman demê de fermandar û rêveberekî îdeolojîk jî bû. Lêgerînerê doza azadiya civakê bû. Hevalê Nûreddîn Sofî ji bo pêşxistina Şoreşa Rojava li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li giştî Rojhilata Navîn di nav hewldanên muezem de bû. Ji bo jiyaneke li ser bingehê xwişk û biratiyê ya çavkaniya xwe ji paradîgmaya Rêber Apo digire kar û xebateke dîrokî dimeşand. Dema 2014’an çeteyên hov li hember gelên me li Rojava, Şengal û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşan kirin, heval Nûreddîn Sofî fermandarê eniyên şer bû.”  

Laleş Êzidî bi dewamî got, “Heval Nûreddîn Sofî di wê pêvajoyê de hem ji gel hem jî ji şervanan re li hemû qadan civîn lidar dixist. Ji bo parastina nirx û rûmeta xwe divê em çi bikin, bi tehlîlên dîrokî, felsefî û civakî mirov serwext dikir. Di wê demê de di ragihandinê de hatibû weşandin ku ji Helebceyê hinek ciwanên Kurd tevlî nav refên DAÎŞ’ê bûne û li hember gelê xwe şer dikin. Heval Nûreddîn Sofî di civînekê de têkildarî vê mijarê wiha digot, ‘Ji Helebceya şehîd dibe ku çend kesên xerab derketibin. Lê gelek hevalên me yên ji Helebceyê tevlî nav refên azadiyê bûne û hinek ji wan şehîd û birîndar jî bûne. Têkoşîna me ya azadiyê ji bo parastina nirx û kerametê ye.’”

Gazî Laleş Êzidî da xuyakirin ku di avakirina Akademiyên Eskerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de keda şehîd Nûreddîn Sofî pir li pêş bû û wiha axivî, “Di pêşxistina sîstema me ya xweparastinê de xwedî rolekî girîng bû. Di heman demê de ji bo rêxistinkirina civakê û gel jî bi eşq tevdigeriya. Ji bo mirov karibe di wê pêvajoyê de erk û berpirsiyartiya dikeve ser milên xwe bêteredut û bi zanebûn bîne cih têkoşîn dikir.”

Têkildarî nêzîkatiyên fermandar Nûreddîn Sofî yên ji bo gaziyan jî Laleş Êzidî ev tişt gotin, “Hevalê Nûreddîn Sofî ji hevalên gaziyan pir hez dikir. Ji bo gazî karibin di nav şoreşê de hê aktîftir bibin û di qada îdeolojîk de pêşengiyê ji hevalên xwe û civakê re bikin,  xebateke mînak dikir. Hevalên gazî jî dema heval Nûreddîn didîtin û lê guhdarî dikirin, pir kêfxweş dibûn. Hevalê Nûreddîn Sofî  ligel wan taybemendiyên xwe yên girîng, helbestvan û nivîskarekî bêhempa bû. Ji hunerê û pêşxistina wêjeyê pir hez dikir.”

Laleş Êzidî axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Heval û fermandarê me Nûreddîn Sofî bi têkoşîn, berxwedan û jiyana xwe bû sembola şoreşa Rojava. Em soz didin heya dawiyê di şopa heval Nûreddîn Sofî de bimeşin. Ji bo armanc û hêviyên tevahî şehîdên me bi serketinê tacîdar bibin weke şervanên fermandar Nûreddîn Sofî em ê bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bensheimê kampa perwerdeyê ya dayik-zarokan
Nûçeya Pişt re ‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bozarslan: Rejîma Erdogan tecrîd veguherand amûreke tolhildanê

Prof. Hamît Bozarslan wiha got: “Rejîma Erdogan tecrîd veguherand amûreke tolhildanê. Sedemê vê bêhiqûqiya giran…

Ji aliyê Stêrk TV

Polonya amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike!

Polonyayê ragihand ku ew li dijî “gefa Rûs” amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer…

Ji aliyê Stêrk TV

Biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê li gelek bajaran hate protestokirin

Di Doza Kûmpasê ya Kobanê de qasî bi sedan salan cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: QSD di entegrasyona saziyên leşkerî û îdarî de derbasî qonaxeke nû bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Mistefa Îbrahîm li Hesekê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?