Bi piştgiriya NATO’yê ve li hemû deverên welat komkujî, qirkirina çandî û sirgun ketibûn dewrê. Komploya navnetewî jî di pêşengiya DYE’yê de bi hêza NATO’yê pêk hatibû.
Pêngava 15’ê Tebaxê bi qasî ku dîrokî ye, di nav xwe de ewqas jî peyamek polîtîk dihewand. Li hemberî vê pêngavê pergala parastinê ya Tirkiyê têrker nebûbû. Bi vî awayî NATO ketibû dewrê û pêngava destpêkê bi xistina lîsteya ‘terorê’ re li Elmanyayê da kirin. Rêber Apo di parêznameya xwe 5’emîn de NATO li hemberî gelê Kurd û PKK’ê rolekê çawa dilîze, di rêxistinkirina kîjan êrîşan de cih digire û astengiyên ku di pêvajoyên muzakereyan de derxistiye nirxandiye û şerên Gladioyê wek çar serdem girtiye dest.
DIBE KU ÇALAKIYA DESTPÊKÊ YA GLADIOYA NATO’YÊ BE
Rêber Apo biryara partîbûnê wek bersiva şehadeta Hakî Karer pêş xist. Rêber Apo di derbarê çalakiya yekemîn a Gladioyê de wiha dibêje: “Di 18’ê Gulana 1977’an de bi provakasyonê qetilkirina Hakî Karer a ji aliyê Alaattîn Kapan ve dibe ku çalakiya destpêkê ya Gladioya NATO û dewleta Tirk a li hemberî PKK’ê ya ku di qonaxa komê de bû. Eger Bernameya Partiyê neyê weşandin, bi îlana PKK’ê re bersiva vê nehatiba dayîn û Alattîn Kapan nehatiba cezakirin, dibe ku kom hemû nebe jî bi tasfiyeye re rû bi rû mayîn gengaz bû. Komkujiya Mereşê ya ku dawiya 1978’an pêk hat jî li hemberî komê çalakiya duyemîn a Gladioyê ye.”
JI BO 15’Ê TEBAXÊ ASTENG BIKIN
Rêber Apo tîne ziman ku duyemîn serdema êrîşên Gladioyê bi derbeya leşkerî ya 1980’an destpê kiriye û wiha dibêje: “Armanca derbeyê di serî de hêzên çepgir, hemû hêzên muxalif ên hundirîn bêdengkirin û tesfiyekirin e. Hêmanên ku xistin nav PKK’ê û planên hêzên li pişt wan, ji ber tarzê tevgerê yê Rêbertiya PKK’ê bi ser neketin.”
Nûnerên PDK’ê ne alîgir bûn ku gerîla hemleyekê pêş bixin. Bi taybetî di qonaxa derbasbûna welat de gelek gerîla şehîd kirin. Mesût Barzanî di sala 1985’an de hevdîtîn bi Rêber Apo re kir û bi vekirî digot, “Daxwaza wan a dev jê berdana pêngava 15’ê Tebaxê ne ji ber Tirkiyê ye, ev bi Gladioya NATO’yê ve girêdayî ye.”
RÊXISTINIYÊN JÎTEM Û HÎZBÛLKONTRA
Di dema sêyemîn a Gladioyê de pêvajoyeke welê destpê kiribû ku hîn çalak bû. Rêber Apo têkildarî vê demê got, “Dema sêyemîn û ya herî girîng a şerê Gladio, ji sala 1985’an heta sala 1993’an e ku Tûrgût Ozal hate kuştin. Li gel peyama ku bi rêya Mesûd Barzanî hate ragihandin, piştî ku hate fêhmkirin em ê dest ji pêngavê bernedin, di sala 1986’an de rêxistiniyên JÎTEM û Hîzbûllahê xistin dewrê. Ev modela qirkirinê di sala 1986’an de bi kiryarên JÎTEM û Hîzbûllahê hate nûkirin, herdu rêxistinî di heman çarçoveyê de bi erk û rayeyan hatibûn xurtkirin. Bi deh hezaran kuştinên kiryar nediyar li ser bingeha erkên bilind ên van herdu rêxistinan hatin kirin. Di vê demê de îmhakirina Ozan Sefkan û koma wî, qetilkirina hevrê Mahsûm Korkmaz, bûyerên pêwendiya xwe bi yekser an jî neyekser bi JÎTEM’ê re hene. Eger rêbertiya taktîk dema navbera salên 1990-93’an rast binirxanda hem ji aliyê hejmarê hem jî ji aliyê wesfê ve karîbûya gerîla mezin bikira, plansaziya taktîkî karîbûya bixista meriyetê, dibe ku rêveçûna dîrokê cuda bûya, di destpêka sala 1993’an de çareseriyeke dîrokî dikarîbû pêk bihata.”
TÛRGÛT OZAL HATE TASFIYEKIRIN
Rêber Apo têkildarî mirina Tûrgût Ozal nirxandin kir û got, “Tûrgût Ozal ji ber ku ev dît, lihevkirin guncaw dît. Li şûna ku Kurdistanê winda bike, îqna bûbû ku di bin sîwana dewleteke hevpar a bi têkiliyên federal de li gel hev bihêle û jiyaneke mayinde, xwişk û biratiyê ya gelan bê afirandin. Gladioya hundir û derve ji ber ku ev nêzîkatî weke tasfiyeya xwe dît, ji bo ji vê yekê rizgar bibe, tasfiyekirina T. Ozal danî pêşiya xwe. DYE û Îsraîl ku li ser Iraqê xwedî planên cuda bûn, nêzîkatiyên T. Ozal û Eşref Bîtlîs li hemberî xwe metirsîdar dîtin, lewma darbe dan kirin ku Demîrel û Çîller (Li gel E. Înonu) derbasî ser desthilatdariyê kirin.”
HETA KU DARBEKAR NEYÊN RONÎKIRIN
Rêber Apo destnîşan kir ku divê darbekar bêne eşkerekirin û got, “Di nava dewletê de baskekî gelekî xurt di vê demê de xwe ji çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd re amade kiribû. Ev darbeya ku hîn jî tarî ye, divê teqez bê ronîkirin. Heta ku milên darbekaran ên li nava PKK’ê û dewletê neyên eşkerekirin, rêya aştî û çareseriya siyasî bi hêsanî venabe.”
LI GORÎ TI PÎVANEKE ŞER TEVNEGERIYA
Rêber Apo qala serdema çaremîn a şerê Gladio ya navbera salên1993-1998’an kir û anî ziman ku ji aliyekî ve alîgirên aştî û çareseriya siyasî yên li nava dewletê hatin tasfiyekirin, li aliyê din jî êrîşên tasfiyekirinê yên il ser gelê Kurd û PKK’ê dewam kirin û got, “Nêzî çar hezar gund hatin şewitandin û xerakirin; bi milyonan mirov bi zorê hatin koçberkirin. Bi hezaran gundî ji aliyê cerdevan, Hîzbûllah û JÎTEM’ê ve hatin qetilkirin. Dest avêtin jinan. Zarok li dibistanên mayinê (bi rêbazên asîmîlasyonîst hatin biçûkxistin û destdirêjî li wan hate kirin) hatin bênasnamekirin. Hejmara cerdevanan kirin bi sed hezaran kes. Her kesên ku hevkarî bi wan re nedikirin weke dijmin îlan kirin. Li hemberî PKK’ê operasyonên herî berfireh ên dîroka Komarê pêk anîn. Di van de jî PDK, cerdevan û îtirafkar heta dawiyê û li refên herî pêş bi kar anîn. Li gorî ti pîvana şer tevnegeriyan. Cesedên gerîla jî parçe parçe kirin. Şer ne ji aliyê hêzên ewlekariyê yên navxweyî, lê ji aliyê hêzên Gladio-JÎTEM-Hîzbûllahê ve dihate meşandin. Li hemberî min di 6’ê Gulana 1996’an de bi komployekê bombeyek ji hezar tonî teqandin.” Bi vî rengî bal kişand ser rastiya wê demê.
GLADIO CAREKE DIN KETE DEWRÊ
Rêber Apo anî ziman ku Gladio di sala 1997’an de careke din kete dewrê û xwest, pêşî li çareseriya siyasî bigire û got, “Mîna destpêka salên 1990’î di dawiyê de jî derfetên serketinê yên stratejîk zêde bûn. Bi hewdana T. Ozal re hewldanên diyalogê destpê kirin û di sala 1997’an de bi Serokwezîrê wê demê N. Erbakan û qenalek ji artêşê dewam kir. Careke din gelekî nêzî çareseriya siyasî aştiyê bûn. Bawerim careke din Gladioyê dest avêtê û bi liv û tevgera hêzên hundir û derve re şensê çareseriya siyasî û aştiyê ya bi diyalogê dihate hêvîkirin nehate bikaranîn, firsend nehate dayin. (…) Di sala 1998’an de bi gefa şer a dewleta Tirk a li hemberî Sûriyeyê re xwestin dawî li rewşa min a bicihbûnê ya stratejîk a li Rojhilata Navîn bînin. Di vir de qaad û rewşa min a stratejîk roleke esasî lîstin. Lê belê bi dîtina min sedema esasî ew bû ku çareseriya siyasî û aştiyê careke din bi rengekî cidî ketibû dewrê. Ji aliyê leşkerî ve berê jî dikarîbûn zext li Sûriyeyê bikira; hilbijartina wê demê yan jî salê pêwendiya xwe bi şensê çareseriya siyasî û aştiyê hebû. Bi kurtasî xwestin biryarên di Konferansa Qahîreyê ya 1920’î de hatibûn wergirtin di meriyetê de bihêlin. Bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd ji bo kontrolkirina Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji bo wan gelekî girîng bû. Nêzîkatiya gelek hêzên hundir û derve ya li PKK’ê û Kurdan divê di çarçoveya van parametreyan de bê nirxandin. Sala 1998’an ji bo min bi rastî jî diviyabû kêliyeke diyarker bûya. Weke ku min di analîzan de bi berfirehî nirxand, heta ku şerê gerîla ji sêgoşeya Gladio-JÎTEM-Hîzbûllahê rizgar nekim, şer nikarîbû derbasî asteke bilind bûya. Dema ku aştî û çareseriya siyasî nebe, ji bilî bilindkirina şerê gel ê şoreşgerî rêyeke din tine bû.”
Wê dewam bike…