Çarşem, 21 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Piştgiriya ji bo kampanyaya Na Ji Darvekirinê re zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayîta zirxî ya polîsan li motorsîkletê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    ADGB’ê daxwaza azadiya Yuksel Koç kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Deger: Di encama operasyona tolhildanê de hatim girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derheqê rojnamevanan de lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabrî Ok: Heval Fûat Apoyiyekî sade bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rotînda Amed: Her gotina Rêbertî talîmat e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Em ê çanda Apoyî li mirovahiyê belav bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zilar Stêrk: Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ispat kir ku nikare bê qedandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Maxmûrê piştî 6 rojan berxwedana xwe bi dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan û Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Paolo Ferrero: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo veguherîneke dîrokî fersendek e
Rojane

Paolo Ferrero: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo veguherîneke dîrokî fersendek e

Paolo Ferrero diyar kir ku ji bo serkeftina banga Rêber Apo divê dewleta Tirk pêngavên hewce biavêje û got: ‘’Li gorî Ocalan pêvajoya azadbûna gelan, girêdayî kapasiteya veguherîna hêza li beramber e.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêber Apo, bi banga xwe ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ têkildarî pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê perpektîfeke nû pêşkêş kir û têkildarî pêvajoya çareseriyê pêngaveke nû avêt. Vê bangê, li hemberî nêzîkatiya dewletê ya ku bi salan e pirsgirêka Kurd weke mijareke terorê dibîne, helwesteke bihêz nîşan da û da diyarkirin ku mijar xwedî karektereke kûrtir û berfirehtir e. Rêber Apo, di vê banga xwe de  da zanîn ku pirsgirêka Kurd ne bes mijareke ewlehiyê ye, di heman demê de pirsgirêkeke dîrokî, çandî û civakî ye jî. Girêdayî vê yekê destnîşan kir ku divê bi rêyên demokratîk û polîtîk were çareserkirin.

Banga Rêber Apo ne bi tenê li Tirkiye û Kurdistanê, di qada navneteweyî de jî deng veda. Wezîrê Piştevaniya Civakî yê Îtalyayê yê berê Paolo Ferrero li ser banga Rêber Apo ya dîrokî û geşedanên têkildarî wê ji ANF’ê re axivî.

Paolo Ferrero di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku banga Rêber Apo gelekî erênî ye û got: ‘’Bi min banga Ocalan erênî ye, çimkî pirsgirêkeke gelekî giran tîne rojevê. Li bersiva çareseriya pirsgirêka Kurd digere. Ev pêvajo, pêvajoyeke siyasî ye û rewşa Tirkiyeyê ya heyî û têkiliyên li gel welatên derdor, dibe ku rê li ber pêşketina vê pêvajoyê vekin. Ji ber wê yekê ez banga Ocalan erênî dibînim. Her wiha yek ji aliyê banga Ocalan ê erênî ew e ku pêşiya diyalogê vebûye. PKK’ê jî girêdayî vê yekê diyar kir ku ew ji bo diyalogê amade ne. A niha mijara girîng destpêkirin û pêşxistina vê pêvajoyê ye. Lê belê tevî ku Ocalan hê jî di girtîgehê de ye, vê pêvajoyê bi rê ve dibe.’’

Ferrero di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê dewleta Tirk pêngavên hewce biavêje û ev yek anîn ziman: ‘’Girtina Ocalan, sekna dewletê ya li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Ger Tirkiye bixwaze vê pirsgirêkê bi rêyên siyasî çareser bike, divê pêngavên hewce biavêje. Ji bo serketina banga Ocalan divê şert û mercên guncav û xebitînê werin dabînkirin. Bi taybetî jî divê ewlehiya gelê Kurd ê li Tirkiyeyê were dabînkirin. Ez di wê baweriyê de me ku kadroyên PKK’ê yên pêşeng xwedî wê kapasîteyê ne ku vê mijarê bi awayekî baldar binirxînin. Divê em li Ewropayê, piştevaniya banga Ocalan bikin, weke pêngaveke erênî bibînin û hewl bidin ku dewleta Tirk sekneke zextkar nîşan nede. Divê em sekna dewleta Tirk a li hemberî pêvajoyê eşkere bikin û zextê li hikûmetên Ewropayê bikin ku tevkariyeke erênî li pêvajoyê bikin. Serkeftina banga Ocalan bi pêşxistina xebatên siyasî pêkan e.’’

Paolo Ferrero diyar kir ku yek ji pêngavên têkildarî pêşketina pêvajoyê ew e ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û têkildarî sekna welatên derve ya li hemberî pêvajoyê ev yek anîn ziman: ‘’A rastî Yekîtiya Ewropayê (YE) ne çareseri ye, parçeyeke pirsgirêkê ye. Em dikarin vê yekê di sekna wê ya li hemberî mijara Sûriyeyê jî bibînin. YE gelek caran pozîsyona xwe diguherîne. Weke hêzên çepgir ên li Ewropayê divê em vê pêvajoyê baş binirxînin û piştgiriyê bidin banga Ocalan. Di vê çarçoveyê de ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, divê em li ber xwe bidin. Divê em vê têkoşînê li her derê bimeşînin.  Sekna Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ya YE’yê erênîtir e. Ji ber vê yekê dikare li vir hin pêngav werin avêtin û divê têkildarî vê yekê jî bixebitin. Çimkî Sekreterê Giştî yê NY’ê Guterres di wê hêzê de ye ku dikare zextê li Tirkiyeyê bike. Bi min pêngava yekem ew e ku ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, divê kampanya werin destpêkirin. Bi vî awayî dibe ku pêvajoya aşitî û diyalogê destpê bike. Her wiha divê teqez pêngavên têkildarî azadiya fîzîkî ya Ocalan jî werin domandin û zêdetirkirin. Çimkî şert û mercên Ocalan niha di nav de, nayên qebûlkirin û derqanûnî ne. Jixwe heya ku Ocalan azad nebe jî ihtimala destpêkirina hevdîtinên aşitiyê jî gelekî kêm e. Ger Ocalan azad bibe û bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe, dê ev pêvajo bi hêsanî pêş bikeve.’’

Ferrero di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çekdanînêû got: ‘’Pêvajoya çekdanînê gelekî tevlihev û ne hêsan e ku em vê yekê di mînakên cîhanê de dibînin. Heya ku serokê siyasî û dîrokî yê tevgerê xwedî derfeta gotinê nebe, ev pêvajo pêş nakeve. Ev gelekî zelal e. Bi min dê pêvajo gelekî wext bigire. Ji ber wê yekê divê ji niha ve dest bi xebatan bê kirin û pêngavên hewce werin avêtin. Ocalan ji dewletekê re pêşniyazek kir û pêngavên têkildarî pêşketina vê pêşniyazê werin dîtin. Li gorî Ocalan pêvajoya azadbûna gelan, girêdayî kapasiteya veguherîna hêza li beramber e. Her wiha dixwazim dubare balê bikşînin ser girîngiya azadiya Ocalan. Ji ber ku bi rastî jî azadiya Ocalan li hemberî çareseriya pirsgirêkên li tevahiya herêmê weke fersendeke dîrokî ye.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ROMA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê Cejna Remezanê pîroz kir
Nûçeya Pişt re Gladioya NATO’yê bi dewleta Tirk re bû – 3
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TekoJIN li Berlînê şehîd Zilan bi bîr anî

Endamên TekoJIN’ê li Berlînê bi çalakiyekî şehîd Zîlan a di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK: Em bang li hemû milîsên xwe dikin ku beşdarî şerê rûmetê bibin

MAK'ê got, "Roj roja têkoşîna bi ruhê Arîn Mîrkan û bilindkirina şerê rûmetê ye" û…

Ji aliyê Stêrk TV

Car din bombe li derdora Bendava Tişrînê hate barandin

Dewleta Tirk a dagirker car din bombe li derdora Bendava Tişrînê barand.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Piştgiriya ji bo kampanyaya Na Ji Darvekirinê re zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wesayîta zirxî ya polîsan li motorsîkletê xist

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ADGB’ê daxwaza azadiya Yuksel Koç kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Oznûr Deger: Di encama operasyona tolhildanê de hatim girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?