- Guherîn bi xwe re vegûhertinê pêk tîne. Em Kurd di roja me ya îro de hêz û qudreta veguhertinê ne.
Dîtineke hevbeş a ji bo vê serdema ku em tê de dijîn eve ku serdem û kêliyên dîrokî ne. Bi taybetî erdnîgariya Rojhilata Navîn û di nîvengê de Kurdistan, her roj heta dikare bê gotin kêlî bi kêlî di pêvajoyeke werçerxî de derbas dibe. Ev rastî di encama polîtîkayên zilhêzên kurewî û her wiha yên herêmî de derdikeve holê. Tevahî polîtîkayênên heyî xwe li ser esasê politikayên ewlekariyê bi sazûman dikin, di hêla ewlekariya xwe li ser politikaya ewlekariya hêzeke din bixîne, pêşbirkeke pêşxistina polîtîkayên ewlekariyê heye. Ev rastî her diçe xetertir dibe, cîhanê tîne ber qeraxeke pir tirsnak û weke gerdelûlekê her aliyekî jî dixe nav bergeha xwe de. Polîtîkayên li ser esasê ewlekariyê dinyayeke pir bê ewle ava dikin. Û ev yek weke îroniyeke trajîk derdikeve pêşberî mirovahiyê. Di dîroka mirovahiyê de ev pêvajo wê bi vî hawî cihê xwe bigre.
Di vê mijarê de xaleke bingehîn a diyalektîkê heqîqeta guhertin û veguhertinê ye. Ev rastî xwe di nava felsefeye de bi cîh kiriye û bûye mijareke sereke ya bîrmendan. Guhertin û veguhertin rêgezeke bingehîn a diyalektîkê ye. Di nav guhertinê de veguhertina pêş dikeve hêjayî vegotinê ye. Ji ber ku veguhertin bi guhertinê re di zik hev de pêş dikeve bi xwe re rê û alternatîfên bêdawî jî tîne. Li gorî vê rêgeza diyalektîkê dikare bê gotin ku tişta digûhere bi xwe re veguhertinê tîne. Ev yek di zanistê de pir bi awayekî aşkere xwe nîşan dide. Lê ev rastiya aşkere li qada civaknasiyê jî xwe dide avakirin. Ji bo me ya grîng jî ji xwe rastiya vê ya di qada civaknasiyê de ye. Guhertina di nav şert û mercên xwezayî de veguhertineke xwezayî bi xwe re tîne. Lê di civaknasiyê de guhertin hişmendî û xwe avakirineke binyadî dixwaze. Ev jî bi xwezanînê ve girêdayî ye. Xwezanîn, zanîna dîrokê ye, zanîna civaknasiya dîrokê û ya niha ye û hizirandina dahatûyê ye. Li hemberî yê kevn rawestan û ji bo avakirina ya nû jî hêza çêkirinê, tîrbûna xwebûnê ye.
Sokrates dibêje; ‘Sirra guhertinê, bi yê kevn re şerkirin nîne, ji bo avakirina ya nû tîrkirina tevahî hêza xwe ye.’ Li kêleka vê Rêber APO jî dibêje; ‘Guhertin heye, lê veguhertin jî heye. Heke veguherîn nebûya di gerdûnê de evqas cûrebûn dernediket holê. Ji bo îfade kirina heqîqeta gerdûnî, tespît kirina qanûna “guhertin û veguhertinê” pêwîst e. Ev wekî heqîqeta yekemîn binavkirin şaş nîne. Dibe ya herî rast be jî.’
Li hev zêdekirin şopdariya nirxên civakê ye. Bîrmend û Rêber hêza vê yekê ne. Rênîşaner in ji bo ew kesên bi heman hizrê re ne. Li gorî vê dema ku em lê mêze bikin, her yek ji me berendama vê hêza veguhertina binyadiye. Ya nû wê çawa ava bibe? Ev jî pirseke gelek binyadiye ku divê em ji xwe bikin. Ji ber ku xwe li gorî hizra ya nû çêkirin wê bibe mifte ji bo ya nû. Ev jî kirdebûne.
Guherîn bi xwe re vegûhertinê pêk tîne. Em Kurd di roja me ya îro de hêz û qudreta veguhertinê ne.