Sêşem, 9 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiyên li komîsyonê wê raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozger bi biryara beraatê qanih nebûn: Şuştina cenazeyan û tevlîbûna li merasîmê sûc nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarisaç: Fikrê Birêz Ocalan li cîhanê kelecanek afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rê û muxatebê çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e
Rojane

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rê û muxatebê çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Rê û muxatebê çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e, li Îmraliyê ye, Birêz Ocalan e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya li Meclisê de geşedanên di rojevê de nirxandin. Koçyîgît a bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da, diyar kir ku çalakiyên li dijî vê dane dest pê kirin dê bidomînin. 

Koçyîgît ji bilî kesên di şewata Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dane û hêj tedawî dibin bal kişand ser sewalên jiyana xwe ji dest dane. Koçyîgît, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê tu qiymeta canê welatiyan nîne û wiha got: “Mixabin aqlê dewlet û desthilateke ku li welat, hemwelatiyan bifikire nîne. Em bi desthilateke ku hewl dide desthilata xwe li ser piyan bihêle re rûbirû ne. Li vî welatî 10 hemwelatî kom bûn mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikarbîne, em ê TOMA, jop, polîs û gaza dewletê bi awayekî lez bibînin. Lê heke li holê karesatek hebe, şewatek derkeve, erdhejek çêbibe, lehiyek rabibe em dibînin ku dewleta divê li wir be ne li wir e. Em dizanin ku gel terkî qedera xwe tê kirin û bi derfetên xwe hewl dide birînên xwe derman bikin. Me niha li şewata li Mêrdînê jî heman dîmen dît. AKP’a ku di qedexe û zextan de leza wê nayê nîqaşkirin, dema erdhej be, lehî be şewat be bi leza kûsî tevdigere û mirovan bi awayekî bêçare li holê dihêle.”

JI BER KU KURD IN 

Koçyîgît mudaxile nekirina şewatê bi bîr xist û wiha got: “Tirkiyeya ku hêj sala par ji bo şewata li Yewnenîstanê du balafir û helîkopterek şand, dema gotûbehs dibe herêma ku kurd lê dijîn, dibe kurd, dibe bi milyonan xizanên li welat ne balafir ne jî helikopter hene.” 

BAL KIŞAND SER GOTINÊN WELATIYAN 

Koçyîgît, bi lêv kir ku AKP’ê walîtiyan û medyaya hawiz gotinên xwe kirine yek û hewl didin DEDAŞ’a ku berpirsyar e derxînin paqijiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herkesê got ku şewat ji ber şewitandina pirêzeyan derketiye. Wezîrê Karên Hundir li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev yek anî ziman. Helbet rastî wiha nîne. Lê binêrin em roja şemiyê bi her du hevserokên xwe yên giştî re bi hevalên xwe yên parlamenter û hevşarên xwe re çûn serdana mirovên me yên li herêmê dijîn û sersaxî ji wan xwest. Me her welatiyê li wir guhdar kir. Vê dibêjin ‘me bi dehan daxwazname dan, em gelek caran çûn DEDAŞ’ê ji wan re got werin têlan tamîr bikin, dest ji xizmeta bi avadaniya beriya 40 salan tê dayîn berdin, ev ji bo şewatê dibin xetere lê kesekî ku me guhdar bike derneket’.”

RAPOR HENE

Koçyîgîtê axaftina xwe wiha domand: “Lê tevî van hemûyan çi bû? Bi awayekî bizanebûn manîpulasyon hate kirin û weke ku şewat ji pirêzeyan derketibe ferasetek hate avakirin. Lê ne tenê îfadeyên şahidan. Binêrin raporên odeyên pîşeyî yên li herêmê hene. Her wiha odeyên pîşeyî di kêliya ewil de çûn, li herêmê lêkolîn kirin û pêşraporek weşandin. Di vê pêşraporê de jî bi awayekî zelal tê dîtin ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Wê demê em vê bibêjin. Niha tevahiya cejnê DEDAŞ’ê gel bê ceyran hişt, dîsa ji ber ceyranê gelek gund bêav man. Gundiyên wê derê gotin ji ber voltaja bilind dema ceyran hat şewat derket.

BERTEK NÎŞANÎ WALÎ DA 

Koçyîgît, da zanîn ku malbatên DEDAŞ berpirsyar dîtin ji hêla parêzvanên walî ve hatine derbkirin û wiha domand: “Her wiha Waliyê Mêrdînê, parlamentera me Saliha Aydenîz asteng kir. Binêrin, parlamenter, hevşaredar û endamên me yên meclisê yên ji roja destpêkê ve di nav gel de, êşa gel parve kirin û hewl dan birînên wan derman bikin hatin astengkirin. Bi kîjan sedemê wiha dikin? Parlamenterên me di tevahiya şevê de telefon bo walîtiyên Mêrdîn û Amedê vekirin. Dê daxwaza helîkopter û alîkariyê bikirana lê telefonên wan venekirin. Waliyê telefon venekirî îcar hate şînê û li wir ketina parlamenteran asteng kir. 

TÊKILIYA WE ÇI YE? 

Çi bû? Gel bertek nîşan da. Berjewendiyên walî û DEDAŞ’ê yên hevpar hene. Gelo çi têkiliyên we bi DEDAŞ’ê re hene? DEDAŞ ji bo we çi îfade dike? Dema ev tişt diqewimin gelo DEDAŞ têlên ceyranê tamîr dike? Na. Bi rastî jî DEDAŞ a bûye sedema mirina 15 mirovên me, ji bo kêmasiyên heyî sererast bike dixebite? Na. Derheqê gundiyê ku bi çavên xwe bûye şahid ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye de serlêdana sûc kirin. Ev yek jî nîşan dide ku hevparên sûc in. Em dizanin ku DEDAŞ saziyeke zilmê li gundî û cotkaran dike. 

Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê rapora xwe eşkere kir. Hûrgiliyên raporê hene lê ez ê du tespîtan bi we re parve bikim. Di raporê de tê gotin ku şewat ji ber kêmasiyên di nihêrtina xetên ceyranê de derketiye. Tê gotin ku îzalatorên di stûnên ceyranê de şikestî ne û ev yek rê li ber şewatê vedike. Her wiha li deverên xetên ceyranê jê re derbas dibin jî tu tevdîr nehatine girtin, gihayê li bin stûnên ceyranê nehatiye jêkirin. Ji hêla teknîkî kêmasî hatine rêzkirin. 

DELÎL: DÎMEN

Bi heman awayî, dîmenên şewata li gundê Xîral a Dêrikê ji ber têlên ceyranê derketî jî derketin holê. Di dîmenan de xuya dike ku têlên ceyranê ji ber hewayî ji hev digirin û çirûsk dikevin û şewat derdikeve. Her wiha Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê jî raporek amade kir. Niha jî pêşrapora dozgeriyê heye. Di rapora şandeya kesên pispor de tê gotin ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye.”

43 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAYE 

Koçyîgît bal kişand ser pakêta bacê ya ku tê payîn were rojeva Meclisê û vê pêşnûmeyê wek “pakêta xeracê” bin av kir. Koçyîgît bal kişand ser girtiyên jiyana xwe ji dest dane û got: “Saziya Tiba Edlî wek dijmin nêzî girtiyên nexweş dibe. Astengiya herî mezin a li pêşiya berdana girtiyan Saziya Tiba Edlî ye. Ji ber vê astengiyê girtî dimirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê; di sala 2023’yan de 43 girtiyan li girtîgehan jiyana ji dest dane. Lê mixabin Wezîrek Dadê ku gotinekê ji vê re bêje nîne. Wezîrek Dadê ku li ber vê rewşê rabe tune ye. Mirina 43 girtiyan ne ji rêzê ye. Mirina wan cînayet e. Hikûmet û wezareta dadê bi xwe berpirsiyarên van mirinan e. Heke edalet li vî welatî were tesîskirin, divê hikûmet û wezaret hesab bidin û werin darizandin.” 

REWŞA ÎMRALIYÊ JI WEZÎR PIRSΠ

Koçyîgît bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Meseleyek din jî a li girtîgehan pergala tecrîdê ye. Li Girtîgeha Îmraliyê 4 sal û 3 meh in malbat nikarin biçin hevdîtinê. Girtî ji 27’ê Mijdarê ve di çalakiyê de û dernakevin hevdîtina bi parêzer û malbatan re. Malbatên wan dixwazin bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin. Malbat her hefte li ber girtîgehan çalakî li dar dixin. Ji bo ku tecrîd rabe û şert û mercên girtiyan were başkirin. Lê mixabin em der barê vê yekê de tu bersivê hilnadin. Li şûna hevdîtinê û bersivdayînê, Wezîrê Dadê dibêje tecrîd tine ye û ser rastiyan digire. Heke tecrîd nebe, çima hûn bersiv nadin serlêdana 35 baroyan ku ji hezar û 330 parêzeran pêk tên. Heke tecrîd nebe çima hûn bersiva serlêdana parlamenterên me nadin. Parlamenterên me dixwazin biçin Îmraliyê. Çima hûn destûra hevdîtina malbat û parêzeran nadin. Divê Wezîrê Dadê birêz Yilmaz Tunç bersiva van pirsan bide. 

TEKANE RÊ ABDULLAH OCALAN E

Heta ku li vî welatî pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabin. Tekane rê ew e û pir bi zelalî eşkere ye ku muxatabê çareseriyê birêz Abdulah Ocalan e. Bi muxatabiya birêz Ocalan hemû pirsgirêk dikarin bên çareserkirin û avek li vî agirê siyasetê û aboriyê bê kirin û were vemirandin.”

QETILKIRINA JINAN 

Koçyîgît bal kişand ser qetilkirina jinan a di 24 saetên dawî de li 7 bajaran pêk hat û anî ziman ku li van 7 bajaran di nava rojekî de 7 jin hatine kuştin. Koçyîgît got berpirsiyarê van qetlîamên jinan desthilatdariya serdest a zilam e. Koçyîgît got ew hemû jinen hatine qetilkirin bibîr tînin. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîd Ziyad Xelef El Hemed hate veşartin
Nûçeya Pişt re Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Yekane astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza Reqayê: Dagirker wê teqez bêne têkbirin

Li Stada Şaredariyê ya li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya Newrozê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Karox Omer: Kurd li ku derê bin, dibin armanca dijmin

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Karox Omer der barê qetilkirina du jinên rojnamevan û êriş û…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandar Viyan Adar: YPJ ji bo hemû jinên Sûrî têdikoşe

Fermandara YPJ’ê Viyan Adar diyar kir ku zihniyet û sîstema desthilata Şamê ji yê sîstema…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

QSD’ê li Dêrazorê êrîşa çeteyan têk bir: Çeteyek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Awustralyayê qedexeya medyaya dijîtal a di bin 16 salî de ket meriyetê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mehmûd El Mislit: Ji bo pêşîgirtina li pevçûnan yekîtî girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?