Pêşiyan gotiye: “Av û avadanî”. Eger em li naveroka vê gotinê binêrin, em dibînin ku têkiliyeke xurt di navbera av û avadaniyê de heye. Hewramiyan zêdetir haya wan ji vê têkiliyê çêbûye. Av li ba Hewramiyan tenê hêmaneke bikaranînê nîn e, hêmana vejîna siruştê ye. Hewramiyan di lorîkên xwe de, di nav deq û çîrokên xwe de li ser kanî û avzê û çem û robaran lorandiye. Cihekî taybet ê avzêyan heye û dîrokeke wan a dêrin jî heye. Kanî û robarên gundê Kêmneyê gelek in û jiyana gundên derdorê jî bi wan ve girêdayî ye. Nivîskar û dîroknas Celîl Ebasî li ser raborî û dîroka kaniyên gundê Kêmneyê û rola wan a di avakirina gundan de ji ANF’yê re axivî.
Nivîskar û dîroknas Celîl Ebasî li ser dîroka Kêmne û kaniyên wê wiha got: “Ji bo ku em behsa vê mijarê bikin, em neçar in ku li dîrokê vegerin. Em dizanin ku serdemek bi navê ‘Serdema Berî Dadê” heye. Ji bîra me neçe ku Tofana Nûh hem di dînên Îbrahîmî de û hem di edebiyata Sumeriyan de vedigere Tofana Cemşîd. Ango dayika wan hemû destanan Serdema Berî Dadê ye. Em dizanin ku kaniya Kêmneyê ji Serdema Berî Dadê ve heye. Wek kaniyeke mezin baxçeyên li ber xwe û baxçeyên gundên Biyare û Narincile û Zerdehalê av dide. Cihokek heye ku ava kaniya Kêmneyê ji Biyareyê heta Narincileyê veguhastiye, heta niha jî maye. Ev yek dîroka kaniya Kêmneyê ye.”
Celîl Ebasî der heqê qonaxa duyem a dîroka Kêmneyê de diyar kir ku qonaxa duyem ew dem e ku Kêmne ji gundê hember bo Kêmneya îro tê veguhastin. Ebasî ev tişt li gotinên xwe zêdekirin: “Ew kaniya ku we dît, bi cihokekê ji kilsê avê digihîne gund. Lê belê mixabin heta niha kesî li ser lêkolîn nekiriye. Divê em ji bîr nekin ku li Niweycerê kaniyeke me heye ku mîna ya li Heyatê ye û her du jî dikevin jora Kêmneyê. Mumkun e ku ev kanî heman kanî bin, lê belê pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye. Tiştê ku girîng e ku em bibêjin ew e ku cihê ku Hewramiyan kanî lê dane, cihekî nizm e. Di serdema kesekî bi navê Mîsrîcanî de ku di Avestayê de jê re dibêjin Mesmuxane ku pêşengê Muxan e, kanî di bin dareke tayleyê de hatiye lêdan. ‘Tayle’ dareke pîroz e di edebiyata Mîtraîzmê de. Ev kanî dikeve navbera sê darên tayleyê ku ji yekê ra Tayleya Qebale, ji ya jortir re Tayleya Seyrcige û ji ya li aliyê çepê re jî Tayleya Pîr tê gotin.”
’PÎREWET CIHÊ HELANDINA HESIN Û ÇEKÇÊKIRINÊ BÛYE’
Di heman demê de nivîskar behsa xebatên xwe yên li ser dîroka Kêmne û devera wê kir û got: “Min di kitêba ‘Kêmne: Dergûşa Mirov, Navenda Efsane û Weltê Hunerê’ de bi dûr û dirêjî behsa dîroka Kêmneyê kiriye. Kêmne ango xwedî fikra baş, exlaqê baş. Îcar eger em li guvah û cih û nav û belgeyên din binêrin, em ê bibînin ku Med ji wê derê derketine. Min di berhema xwe de amaje bi navê Pîrewet kiriye ku cihê helandina hesin û çekçêkirinê bûye. Leşkergeh jî li wir hebûye.
Ji bilî vê yekê heft aşên mezin ku heft darên tayleyê li dora wan hebûne, li Kêmneyê hebûne û di Avestayê de wek heft aşên pîroz behsa wan hatiye kirin. Teqrîben 32 goristanên mezin li Kêmneyê hene. Ev 32 goristan 32 rûpelên dîrokî nîşanî me didin. Sî û du beşên dîrokê ku her yek ji wan herî kêm sed sal temenê wê heye.”
Li ser vejandina avan, Celîl Ebasî got: “Divê nefeseke dilsozane ji bo vejandina kaniyên kevn bê dayîn ku hilweşiyane û ava wan kêm bûye. Ev yek karekî baş û hêjayî pesnê ye. Lê belê xwezî em zêdetir biçûna û ew îradeya me hebûya ku em li kaniya resen bigeriyana. Her çawa be, karekî pîroz e û di siberojê de ne te nê xizmeta gundê Kêmneyê dike, her wiha xizmeta gundên çar aliyên Kêmneyî jî dike.
‘TAKEKESÊN HEWRAMÎ JI DIYARDEYÊN SIRUŞTÎ NETIRSIYANE’
Ebas Celalî li ser helwesta Hewramiyan a li hember siruştê ev tişt gotin: “Takekesên Hewramî berevajî gelên din, ji diyardeyên siruştî netirsiyane, xwe li gel wan guncandine. Her tim li cihên wisa xanî çêkirine ku ne lêmişt zerarê dide, ne erdhej zerarê dide. Her tim bi siruştê re aşt bûne, lewma karîne dijwartirîn û asêtirîn cihên siruştê bikin cihên çandiniyê. Eger em werin û behsa Kêmneyê bikin, di şerê Iraq û Îranê de, di salên 1978-1979’an de xelkê Kêmneyê aware bû. Ji hêla her du rejîman ve hatin topbarankirin. Piştî 40-50 salan, piştî wan hemû şer û wêrankariyan, xaniyên wisa hene ku hîna mane; ne çîmento, ne hesin û ne jî stûn di wan de hatiye bikaranîn. Hewramiyan ji bo hemû pêwîstiyên xwe sûd ji siruştê wergirtine.”
‘PÊWÎST E XELK VEGERE WÊ DÎROKA KU WINDA KIRINE’
Ebas Celalî di berdewamiya axaftina xwe de wiah got: “Berî hatina wê pêla globalîzmê, li Hewramanê gundek tune bû ku çîmento û ceps di wan de hatiye bikaranîn. Ji bo siwaxkirina mala xwe axa xwe bi kar anîne. Îro zanist ji me re dibêje ku bi pêxwasî di nav axê de bimeşin da ku enerjiya we ya xerab vala bibe. Ax enerjiya erênî û nû dide te. Li Hewramanê ji mêj ve ye ev yek tê kirin. Pêla globalîzmê û teknolojî bi awayekî xerab gihîşte me. Bê ku em pê re bijîn û nas bikin, me ew bi kar anî û me siruştbûna jiyana xwe nehişt. Me çîmento û ceps û hwd. bir dûrtirîn gundan. Berî niha min gotibû, Kêmne piştî ew qas awareyî û valakirinê, niha jî xanî hene ku bi saxlemî mane. Me ev yek ji bîr kiriye û me xwe xistiye bin rehma çîmentoyê ku ev yek dûrketin e ji siruşta xwe ya resen.”
Celîl Ebasî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hêvîdar im ku ew karê ku li kaniya Kêmneyê hatiye destpêkirin, bandorê li kaniyên din û kaniyên gundên din bike û niyetek be ji bo avadankirina gundan. Ji ber ku gundekî wekî Kêmneyê eger vala bibe û kes tê de nemîne, hebûna kaniyê wateyeke wê namîne. Pêwîst e em jiyana mirovî jî li ber çavan bigirin. Ez hêvî dikim ku em careke din vegerin Hewramanê û li hev kom bibin û jiyana xwe ya siruştî ava bikin. Hêvî dikim em rê û korekanî û baxçeyan çêdikin û jiyana siruştî ya Hewramanê zindî dikin.”