În, 6 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: 8’ê Adarê em li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan banga tevlîbûna meşa 8’ê Adarê ya Dusseldorfê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Rojane

Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’

Li taxa Kervanpinar (Arzoxlî), gundiyên ku li dijî projeya ZENKAR-1 SER’ê ya ku tê xwestin li ser qada mêrgê bê avakirin têdikoşin, gotin: “Mêrg milkê gundiyan in, ne qada rantê ne” û xwestin proje bê betalkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li gundê Kervanpinar (Arzoxlî) ê navçeya Sûra Amedê, têkoşîna li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ZENKAR-1’ê ku tê xwestin li ser qada mêrgê bê çêkirin, berdewam dike. Di dema ku qada proje lê tê çêkirin ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin, gundiyan li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan dan.

Gundiyên ku ji ANF’ê re axivîn, diyar kirin ku qadên mêrgê ji bo sewalkariyê xwedî girîngiyeke jiyanî ne û xwestin proje bê betalkirin. Şêniyên gund destnîşan kirin ku debara wan bi piranî li ser sewalkariyê ye û heke mêrg ji destê wan bên girtin, dê ev yek bibe sedema hilweşîneke aborî ya mezin.

QADÊN MÊRGÊ JI BO ME XWEDÎ GIRÎNGIYEKE JIYANÎ NE

Veysî Guger anî ziman ku qadên mêrgê ji bo gund gelekî girîng in û diyar kir ku piranîya şêniyên gund di nava zehmetiyên aborî de ne. Guger wiha got: “Em li vir sewalkariyê dikin. Em hemû xizan in; piranîya me li Stenbol û Îzmîrê di înşiatan de dixebitin. Em çend dewar an jî pez dikirin û bi wan debara xwe dikin. Van panelan tînin ber pozê me çêdikin. Ajalên me li vir diçêrin. Bila li derekî dûr çêbikin, em li dij dernayên. Lê heke li vir be, em nikarin ajalên xwe biçêrînin, debara me diqede.”

Guger her wisa bal kişand ser mirina ajalan û diyar kir ku bi tengkirina mêrgan re sewal di gihîştina avê de zehmetiyê dikişînin û ev yek dibe sedema windahiyan.

EM VÊ PROJEYÊ NAXWAZIN

Hesen Eren jî diyar kir ku hemû gund li dijî projeyê ne û got: “Kes naxwaze. Ev proje zirarê dide sewalkariyê. Huzura me xira dibe. Sewalkarî namîne. Wek gundî em bi mafdarî li dijî vê projeyê ne. Heta ku ev proje raweste, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

MÊRG JI ŞÎRKETAN RE TÊN PÊŞKÊŞKIRIN

Mehmetcan Kele jî bertek nîşanî pêşkêşkirina mêrgan ji bo şîrketan da û wisa axivî: “Ev mêrg yên gundiyan in, bi sedan sal in em bi kar tînin. Di vê projeyê de tu berjewendiya gundiyan tune ye. Dûrahiya wê ya ji bo malan tenê heftê metre ye. Dê germahî zêde bibe, dibe ku zirarê bide qadên me yên çandiniyê. Ev projeyeke rantê ye. Em weke gundî li dijî vê ne û çi ji destê me bê, em ê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED, LEZGÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’
Nûçeya Pişt re Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî’

Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê, banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê 3 kes hatin girtin

Ji 4 kesên ku vê sibehê li Dersimê di êrîşên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li Sirînê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşan û qetilkirina sivîlan meşiyan.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jin wê 8’ê Adarê li qadan daxwaza aştiyê bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?