Sekreterê Giştî yê NY’ê Guterres ev tişt got, “Ev êrîş ne veşartî ye û ji nişka ve jî nîne. Bi eşkere û piranî bi pêşengiya aktorên herî xurt tê meşandin. Mafên mirovan bi zanebûn û bi rengekî stratejîk tên fedakirin.”
Guterres diyar kir ku hiqûq ji aliyê “hiqûqa yê bi hêz” ve tê çewisandin û hişyarî da ku eger mafên mirovan lewaz bikevin, wê hemû sîstem hilweşe.
Sekreterê Giştî yê NY’ê anî ziman ku zekaya çêkirî û teknolojiyên nû weke amûra zextê tên bikaranîn, lewma ew bi fikar in.
DEMOKRASÎ TÊN DERBASKIRIN
Guterres bal kişand ser girtina rojnamevanan û parêzvanên mafên mirovan, tengkirina qada civaka sivîl, paşketina di mafên jinan de û cudakariya li hemberî kesên astengdar. Guterres got, “Demokrasî tên derbaskirin. Koçber tên tacîzkirin, girtin û dersînorkirin. Koçber weke hedef tên nîşandan. Civakên LGBTIQ+ tên reşkirin. Pêkhate û xelkên herêmî tên hedefgirtin.”

