Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinên “Di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de civînên jinan” de li Aydinê bi platform, rêxistin û femînîstên jinan re hatin ba hev.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di civînê de axivî û got, “Çima pêwîstiya me jinan bi aştiyê heye û wê çawa xwe bi rêxistin bikin? Dayikên aştiyê li vir hene. Yên ku encamên şerê 40 salî herî baş dizanin em jin in. Em li herêmeke ku herî zêde şer lê tê jiyîn, dijîn. Li Sûriyeyê komkujiya Elewiyan heye. Êrîşî beden û keda me dikin. Em ji cih û warên xwe tên koçberkirin. Em bandora şer baş dizanin.”
Halîde Turkoglu anî ziman ku divê banga 27’ê Sibatê rojeva me jinan a sereke be û wiha berdewam kir: “Ev ne cara yekem e ku em behsa têkoşîna aştî û demokrasiyê dikin. Em dixwazin vê bangê hem bi rêya siyasetê û hem jî ji aliyê eniya jinê ve biaxivin. Em dibêjin Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji rojeva jinan ne qut e û em nikarin cuda bigirin dest. Navnîşana vê pirsgirêkê parlamento ye, lê bi taybetî divê jin li ser vê yekê biaxivin û li ser vê yekê nîqaşan bikin.
Ev têkoşîn 40 sal in didome. Jin bi sedsalan e têdikoşin. Çawa ku me duh li ber xwe da, îro jî em ê têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê bidomînin. Em dixwazin dewlet demokratîk bibe, lê em dixwazin ev civak jî demokratîk bibe. Divê êdî li qadên ku em lê ne, guhertina zîhniyetê û siyasetê biaxive.”
‘EM JI BANGA BIRÊZ OCALAN HÊZÊ DIGIRIN’
Pêvajoyek heye û berpirsiyariya dikeve ser milê civakê heye. Helbet divê em di xetên stratejîk de lez bikin, lê divê mal bi mal bigerin. Divê em têkiliyên xwe xurt bikin. Divê em li hev bicivin û biaxivin. Derfetên aştiyê hene. Tişta ku wê herî zêde hêz bide me banga birêz Ocalan e. Niha ya ku li bendê ye û temaşe dike dewlet û hikûmet bi xwe ye. Ger Erdogan di rewşa bendewariyê de be, demokrasiya xwecihî û muxalefet lê temaşe bike, Erdogan dikare vê yekê ji bo desthilata xwe bi kar bîne. Helwesta me zelal e.
Em dizanin ku têkoşîna aştiyê têkoşîna hemû jinan e. Dema em behsa siyaseta aştiyê dikin, em behsa mafên kedkaran dikin. Wexta ku Peymana Stenbolê were rojevê em ê nîqaş bikin. Em ê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi dest bixin. Divê ev qad ti carî ji zimanê serdestiya mêr û analîzên siyasî re neyê hiştin. Ger em vê pêvajoyê bi perspektîfa jinê pêş bixin dê aştî pêk were.”
BANGA ÎMRALIYÊ QÊRÎNA BINDESTAN E
Endama Koordînasyona Jinan Canan Çalagan jî ev tişt anî ziman: “Îro em xwe bi xwe ne. Me civînên gel jî li dar xistin. Pirsgirêka ku jê re dibêjin pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka TIrkiye, Anatolya û Mezopotamyayê ye. Ev pirsgirêk hebûna gel û dayikan e. Em îro gihîştine merhaleyeke wisa. Banga Îmraliyê qêrîn û dengê hemû gelên bindest ên ku hatine înkarkirin e.
Şer tundiya mêr zêde dike. Ewqas tacîz, tdestdirêjî, tundî û xizanî ji ber şer in. Ji vê yekê herî zêde jin zirar dîtin. Ger behsa aştiyê bê kirin wê jin jî biaxivin. Bêyî vîna jinê aştî pêk nayê. Weke jin em nikarin di rewşa temaşekirinê de bin. Ji bilî derketina kolanan û têkoşînê ti rêyeke din tine ye.”