Duşem, 1 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di sala 13’an a Berxwedana Geziyê de li gelek bajaran bîranîn û daxuyanî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Edgar Morin dê di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê de her bijî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Bila girtiyên Gezî bêne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê cezayê darvekirinê yê li 2 ciwanan hatibû birîn erê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Trump, Îranê qebûl kir ku çeka nukleerî çêneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi deh hezaran cenazeyên birayên Waisi veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jiyana du birayên ku darizandina wan dest pê kir di xetereyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna li Gimgimê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Îlamê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Halîde Turkoglû: Normala desthilatdariyê dijminahiya li hemberî gelê Kurd û jinan e
Jin

Halîde Turkoglû: Normala desthilatdariyê dijminahiya li hemberî gelê Kurd û jinan e

Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partiyê Halîde Turkoglû wiha got: “Normala desthilatdariyê dijminahiya li hemberî gelê Kurd û jinan e. Yên ku tecrîda Îmraliyê kûr dikin û neçareseriyê ferz dikin, zirara herî mezin didin vî welatî.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî rojeva jinan li avahiya navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê lidar xist. Turkoglû di destpêka axaftina xwe de berxwedana Dayikên Şemiyê silav kir û peyama “Têkoşîna we têkoşîna me ye” da.

Turkoglû anî ziman ku bi biryara Doza Kobanê re wan bêhiqûqî dîtine û got: “Em jin pêvajoyên asayîbûnê yên hikûmetê herî baş dizanin. Desthilatdariya ku piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê têkçûneke mezin xwar, polîtîkayên xwe yên ‘normalkirin û nermkirinê’ bi cezayên ku di doza kûmpasê ya Kobanê de li hevalên me barandin nîşan dan. Her cara ku krîzek hebe behsa normalbûnê dikin. Di dema pandemiyê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan, dîsa di bin navê normalîzekirinê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Em hemû bi hev re pêvajoya asayîkirina hikûmetê ya piştî karesateke din a erdhejê baş dizanin û di bîra me de ye. Di vê krîza heyî ya kurde jî hikûmetê  di Doza Kumpasê ya Kobanê de  nîşanî me da ku normalbûna wan ji hiqûqa dijminatiyê serbixwe pêş nakeve.”

Turkoglû da zanîn ku ew nîqaşa asayîkirinê ya hikûmetê ji pêkanînên wan ên berê dizanin û wiha domand: “Em asayîbûna vê hikûmetê ji dijminatiya gelê kurd dizanin. Ji dijminatiya wê ya li heberî sosyalîstên ku piştevaniya gelê kurd û li hemberî jinên têkoşîna azadiyê didin dizanin. Em ji êrîşên wan yên li ser maf û destkeftiyên jinan û vekişîna wan a ji Peymana Stenbolê dizanin. Me ji roja ewil ve got ku ev doz doza kumapasê ya siyasî ye. Me got, dozeke ji bo DAÎŞ’ê ku li Kobanê sûcê mirovahiyê kir a şofandinê ye. Biryara di daneşîna dawî de ev yek bi zelalî nîşan da. Hevalên me ji hemû sûcdariyê der barê Kobanê de hatin beraetkirin. Di çarçoveya plana hilweşînê de, Doza Kumpasê ya Kobanê bi hezaran rûpel îdianameyên ku bi îfadeyên şahidên veşartî hatibûn amadekirin, hilweşiya. Cezayên bi sedan salan ku li hevalên me hatin birîn tu bingeheke wan a hiqûqî tune ye, ev cezayên hatine birîn ji ber siyaseta ku tê kirin e.”

Turkoglû bal kişand ser biryara ku di Doza Kobanê de derket holê û wiha got: “Xwestin gelê kurd û destkeftiyên gelê kurd û Şoreşa Kobanê ya ku bi pêşengtiya jinan hat bidestxistin ceza bikin. Em destûrê nadin vê yekê. Wekî ku Fîgen Yuksekdag got, ‘Gotina dawî dê berxwedêr bêjin’. Fîgen Yuksekdag, Pervîn Oduncu, Zeynep Olbecî, Zeynep Karaman û rêhevalên din, em carek din soza xwe dubare dikin. Soza jinan berxwedan û mezinkirina têkoşînê ye. Dê bi berxwedan û têkoşînê em  ê hevdû azad bikin. Em ê ji bo hevalên xwe yên girtî bêtir xwe birêxistin bikin, têkoşîn û piştevaniya xwe mezin bikin.”

‘EDALET NÎNE’

Turkoglû diyar kir ku 22 sal in tundî, zext, dizî, dagirkirin û kumpas ji hêla desthilatdariyê ve tên kirin û wiha pêde çû: “Belê li vî welatî Wezareta Dadê heye lê belê edalet nîne û tenê bêedaletî heye. 25 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdek heye û Wezîr dibêje ‘tecrîd nîne’, li hemberî binpêkirina mafên girtiyan bêdeng e. Dayikên 75-80 salî ji ber ku aştiyê dixwazin hatin girtin û gotinek ji devê wezîr derneket, ev yek tê wateya erêkirinê.”

Turkoglû wiha bal kişand ser çalakiya dayikan: “Ji çar aliyên welat bi dirûşma ‘Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ 3 hefte ye dayik berê xwe didin Enqerê û dixwazin daxwazên xwe ji Wezareda Dadê re ragihiînin. Lê nikarin xwe bighînin wezaretê. Çima? Ji ber ku bi talîmata îktîdarê bi rêya polîsan hewldana dayikan tê astengkirin. Ev yek tê wateya israrkirina şer. Dixwazin ragihandina heqîqetê asteng bikin. Birêz Wezirê Dadê çima hûn ji daxwaza hevdîtina dayikan qebûl nakin, hûn ji çi ditirsin. Netirsin, dayikên ku aştiyê dixwazin zirarê nadin.”

Turkoglû destnîşan kir ku jinên ku li dijî qetilkirin, xizanî, û bêkariyê li ber xwe didin hene û wiha axivî: “Ev jinên ku li ber xwe didin ji wan netirsin. Kesên ku di polîtîkayên tecrîdê de israr dikin ji wan bitirsin. Kesên ku tecrîda li hemberî Birêz Ocalan kûr dike ji wan bitirsin. Ev kes zirareke mezin dide vî welatî. Divê Wezareta Dadê demildest bersivê bide dayikan û daxwazên dayikan bixe meriyetê. Ev yek daxwaza kesên aştîxwez, azadîxwez e.”

QAWÎŞÊN GIRTIYÊN EDLÎ

Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got: “Divê dawî li binpêkirina mafên girtiyan bînin. Sîbel Orkmez û Sedanûr Ugur, li dijî xespkirina vîna gel a li Wanê, bertek nîşandan û hatin girtin. Endama Partiya Meclîsê ya Partiya me û endama Koordînasyona Jinan Senem Erîş jî ji ber ku tevlî bernameya bi bîranînê ya şehîdên meha gulanê bû hat girtin. Her 3 hevalê me ji roja hatin girtin heta niha hatin êşkencekirin. Rêbazek din a êşkenceyê xistin meriyetê û hevalên me di koguşên edlî de bi cih kirin. Sîbel û Sedanûr bi dehan caran daxwaza guhertina koguşê kirin lê daxwazên hevalên me hatin redkirin. Di dîrokeke nêz de jî 30 girtiyên edlî êrîşê hevalên me kirin. Her wiha Senem Êrîş jî di koguşa edliyan tê ragirtin. Ev yek rêbazek din a tecrîdê ye.”

Turkoglû daxuyand ku ji ber polîtîkayên şer û tundiyê her roja ku derbas dibe jin xizantir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojên borî tedbîrên teserûfê hatin ragihandin. Ev ragihandin nîşaneya îtîrafê bû. Li vî welatî di serî de jin bi xizanî û bêkariyê re rûbirû dimînin. Lê ev tedbîrên ku hatin rêzkirin dê lêçûnên qesrê kêm nakin, ji budçeya jinan kêm bikin. Derdeke desthilatdariyê ya ji bo çareseriya xizaniya jinan nîne.”

Turkoglû diyar kir ku dê li qadê keda xwe û mafê xwe biparêzin û wiha axivî: “Dijminatiya jinan, dijminatiya kurdan êdî li vî welatî asayî tê dîtin. Di 15’ê Gulanê de Wezira Malbatê ‘Plana bi hêzkirin û parastina malbatê’ aşkera kir. Ev plan ne ji bo parasti û bi hêzkirina jinê ji bo qetilkirin û bi hêzkirina malbatê ye. Plana ku li ser dozên weqetandin, zewicandin û welidînê ye.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZÎHNIYETA ZAYENDPEREST

Di nîsana 2024’an de 32 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Ev komkujî di nava malbatê de pêk tên. Pêdiviya jinên di nava malbatê de jî ewlehiya canê wan tune ye, ji zagonên wê canê biparêze heye. Pêdiviya jinan ji têkoşîna li dijî zihniyeta zayendperest heye. Ger hun ji dil bin hûn ê maddeyên di Peymana Stenbolê de bi cih bînin. Ger planeke çalakiyê derkeve divê ew jî li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jina be.

Dîsa fetvaneyek ji Diyanetê hat Diyaneta ku deng ji bo tundî û komkujiya li ser jinan dernaxe. Diyaneta plana xwe ya stratejiyê ya 4 salan derxist 2 milyon TL ji bo rêxistinkirina sûcên nefretê veqetqand. Diyanetê bi hinceta parastina malbatê butçeyek li dijî nasnameyên cuda ji bo hedefgirtina wan veqetand. Diyanet fetvaya nefretê dide. Dev ji fetvayên sûcê nefretê berdin. Em vê êrîşa li dijî mafê jiyanê tu carî qebûl nakin. Bila diyanet hesabê jiyana xwe ya luks a ji jiyana zarok û jinan digire, bide. 

Doktor S.E. ê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Dil a Yedikuleya Stenbolê peywirdar bû di 11’ê Adara 2023’yan de êrîş li hemşîreya nobedar H.Z. kiribû. Piştre hatibû binçavkirin û dawiyê hatibû berdan. Rûniştina biryarê ya dozê di 27’ê Gulanê de wê bê dîtin. Em ê wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bişopînin. Em bang li hemû jinan dikin bila li vê dozê xwedî derkevin.

Yek ji mijareke di rojevê de ye pakêta darazê ya 9’emîn e. Ew ê taslaxa vê pakêtê piştî Cejna Qurbanê were meclîsê. Wexta taslak bê muxalefeta herî mezin em ê jin bikin. Pêşkêşkirina zagona medenî ya bi zagoneke torba bi serê xwe pirsgirêkek e. Birêkûpêkirina her zagona jinan a bêyî rêxistinên jinan û bêyî jinan kêm e, şaş e. Em jin hene û em ne mecbûr in li gor mêr bên pênasekirin.

Yek ji mijara dinê jî tê gotin tê xwestin zagona 6284’an ji bo pêk neyê. Ji bo vê hewl tê dayin. Em rayedaran hişyar dikin. Heger ev agahiyên di raya giştî de derketine pêş rast bin divê ev taslak tu carî ji meclîsê derbas nebe. Em hişyar dikin. Ne hedê tu kesî ye ku derbarê jinan de biryarê bidin. Ew ê jin tu carî dev ji mafên xwe yên hatine qezenckirin bernedin.

WÊ ÎRADEYA JINAN BI SER BIKEVE

Bi baweriya têkoşîna azadiya jinan di hilbijartinên 31’ê Adarê de îradeya jinan careke dinê bi ser ketiye. Li dijî îktidara desthilatdar a mêr li dijî rejîma qeyûman em dibêjin “temsîliyeta wekhev û hevserokatî xeta me ya mor e”. Kesên rêz ji vê îradeyê negirtin li Curnê Reş û Perî yê bi awayekî nêqanûnî hilbijartin betal kirin. Ew ê di 2’yê Hezîranê de li her du navçeyên me îradeya jinan dîsa xwe nîşan bide. Em wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê xwe ji bo hilbijartinên 2’yê Hezîranê amade dikin. Curnê Reş û Perî yên jinan û ciwanan e. Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye. Bijî piştevaniya jinan. Jin jiyan azadî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Kiryarên li ser jinê divê di asta navnetewî de bên eşkerekirin’
Nûçeya Pişt re ‘Divê gelê me li hemberî biryara tecrîdkirina Rêber Apo rabe ser piyan ‘
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DBP: Gelên Sûriyeyê di bin talûkeyê de ne, em ê bêdeng nemînin

Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê bertek nîşanî êrîşên li ser Elewî û Xrîstiyanên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayik ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber Meclîsê ne

Dayikên di Nobeta Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Şamê li gel şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî lihevkirineke 7 milyar dolarî îmze kir

Desthilatdariya Şamê li gel konsorsiyûmeke ku ji şîrketên DYE, Qeter û Tirkiyeyî pêk tê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Îlamê hate binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî û MHP’ê serdana hev kirin: Banga ji bo gavên şênber

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?