Duşem, 29 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Der barê Demîrtaş de dozek nû hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li São Pauloyê banga têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Heval Arslan li Belçîkayê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger komîsyon bi rola xwe rabe, wê derî li pêşketinên dîrokî vebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Emerîkî Goldstein piştgirî da banga Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TAJÊ bang li hikûmeta Iraqê kir: Bi lîstokên PDK’ê nexapin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnews û ANHA servîsên xwe yên Tirkî digirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Valatiya ku veqetîna şeş salan li pey hiştiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 ciwanên Êzidî tevlî nava refên YBŞ’ê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Riza Altûn hêza lêdanê û kûrahiya îdeolojîk kir yek

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş: Em edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Somayeh Raşîdî li girtîgeha Îranê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin ewlehiya civakî pêk tînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê ji Amedê bimeşe Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Gefên li dijî rojnamegerên jin zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brukselê stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Julîde Kural vîdeoyek bi navê ‘Ji bo aştiyê soza min heye’ amade kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hayatî Kaytan: Em ê heta dawiyê bi we re bin
Rojane

Hayatî Kaytan: Em ê heta dawiyê bi we re bin

Birayê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan peyamek ji bîranîna li Tuzluçayirê re şand û got: “Di serî de serê Rêber Apo, rêhevalên wî, malbatên me û gelê me sax be. Em ê heta dawiyê bi we re bin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fûat) di 3’yê Tîrmeha 2018’an û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûn. Ji bo Kaytan û Altûn li Tuzluçayir a Enqereyê bernameya bîranînê tê lidarxistin. 

Di bîranînê de peyama birayê Kaytan, Hayatî Kaytan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê tê ragirtin, hate xwendin. Peyama Hayatî Kaytan ji hêla Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu ve hate xwendin. 

Peyama Hayatî Kaytan wiha ye: “Ji zarokatiya xwe heta niha tevahiya hevalên avaker weke xwedayên dilê xwe dibînim. Di tevahiya jiyana xwe de min hewl da dilsoziya bi wan xwedayan re bidomînim, bi wan re bimeşim û bibim hevalê wan. Ez dizanim ev yek gelek zehmet e lê çiqas zehmet dibe bila bibe, li hemberî dilsoziya van hevalan, ji bo ji bîranînên wan re bibin bersiv, ez niha baştir dizanim ka dê çawa bijîm. Di heman demê de, em ji kevneşopiyeke wisa tên ku ji mirinê bawer nakin. Di çanda Elewîtiyê de di Kirmanckî de qala guhertina dinyayê tê kirin. Ji bo min jî wan dinya guherandin. Lê bi me re ne. 

Di rêya me de, di herka jiyanê de, di her roja hiltê de, di stêrkên herî biriqî yên asîman de dê her tim bi me re bin. Di her şehadetê de, her stêrkbûn ji bûyîna heman xwînê ya biyolojîk ji bo me gelek girîng nîne. 

Dema ez hêdî hêdî ji zarokatiyê derdiketim, rêwîtiya lêgerînê ya birayê me yê mezin Hevalê Fûat dest pê kiribû. Dibe ku me derfet nedîtibe zêde bi hev re bijîn lê ji zarokatiya xwe heta niha min têkoşîn her tim bi wan re jiya. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî jî bi wan re bijîm. Ji hevalê Fûat zêdetir ez bi hevalê Riza re jiyam, em bi hev re têkoşiyan. Bû yek ji mamosteyên min ê herî mezin ê jiyanê. Di 22 salên xwe yên zindanê de min her tim ew bi bîr anîn, min hewl da layiqê bîranînên wan bim û ev pêvajo hêj didome. 

Em niha dest bi rêyeke nû dikin. Ez dizanim ku ev rê dê herî zêde jî me ji hêla gerdûnî ve bihêz bike û dizanim ku tevgera Apoyî dê roleke ku Şoreşa Cotmehê jî derbas dike li xwe bigire. Em hemû rêhevalên li zindanê em dibêjin ku dê di vê rêya nû ya daniye pêşiya me de bi wî re bin, weke şagirtên Rêber Apo, dê laneta ‘rêhevaltiya kêm’ li ser xwe biavêjin û layiqî hemû şehîdên xwe bin, layiqî hemû canên xwe yên me ji dest dane bin; em ê bîranîn û xeyalên wan veguherînin rastiyê. 

Di serî de serê Rêber Apo, rêhevalên wî, malbatên me û gelê me sax be. Em ê heta dawiyê bi we re bin. Em ê bi we re bijîn, vê rêwîtiya birûmet bi hev re bi azadiyê tacîdar bikin. Bi vî awayî em layiqê Şehîd Fûat û Şehîd Rêheval Riza bibin. Ez hemû gelê me vedixwînim ku bibin yek ji neferên vê rêwîtiya pîroz. Ji tevahiya malbatê re sersaxiyê dixwazim. Ruhê wan şad be. Bi hezkirin û rêzên xwe.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Edeneyê kadroyên damezrîner ên PKK’ê Kaytan û Altûn hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Kaytan û Altûn li Tûzlûçayirê hatin bibîranîn: Ya ku dikeve ser milê me pêkanîna aştiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PDK û YNK ji bo avakirina hikûmetê car din li hev civiyan

Ji Cotmeha 2024’an ve li Başûrê Kurdistanê hikûmet nayê avakirin. Şandeyên PDK û YNK’ê li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hevalê Sofî wê her tim pêşengê me yê nemir be’

Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan qala meşa bê navber a 32 salan a şehîd Nûreddîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Kurdên li Moskowayê konferansa xwe pêk anî

Meclîsa Kurdên li Moskowayê konferansa xwe lidar xist.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Der barê Demîrtaş de dozek nû hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo azadiya Rêber Apo li São Pauloyê banga têkoşînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojnamevan Heval Arslan li Belçîkayê hate binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?