Şemî, 28 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê êrîşên li ser Dihok û Hewlêrê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna girtî Taşar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Çam û Încî bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tarsûs, Ceyhan û Îskenderûnê Newroz: ‘Bijî Serok Apo’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna li hemberî binçavkirin û girtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di Kongreya MXDŞ’ê de rêveberiya nû hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mala Neçîrvan Barzanî hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya Lehengiyê: Şehîd namirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 gerîlayên PKK’ê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şivan Muhemmed: Yekîtiya Kurdan ji bo gihiştina armancê diyarker e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Lêgerîna xweseriyê mijara man û nemanê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hediye Ebdullah: Heta ku pêwîstiyên gelê me hebin em ê hebin
Rojava

Hediye Ebdullah: Heta ku pêwîstiyên gelê me hebin em ê hebin

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah anî ziman ku li bajarê Qamişlo nêzî 12 hezar malbatên koçber tê de bi cih bûne û teqez kir ku eger çareseriyek ji bo gele koçber neyê dîtin wê di pêşerojê de gelek metrisiyên tenduristî bi xwe re bîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah ji ANF’ê re qala kar û xebata Heyva Sor a di pêvajoya seferberî û koçberiyê kir û wiha dest pê kir, “Kar û xebatên Heyva Sor a Kurd ê sereke di vê pêavjoyê de hatiye kirin xebatên tenduristî, ambulans, navendên Heyva Sor li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî awarte kar û xebat kirin. Di rewşa koçberiyê de jî erka me ya sereke a Heyva Sor a Kurd em xwedî li gelê xwe derkevin. Ji bo rewşên awarte hertim qedereke pêwîstiyên ji bo rewş û demên lezgîn. Ji kêliya ku gelê me rastî koçberiyê hat, bi awayek lezgîn dest bi alîkariya gel kir lê hejmar û rewşa ku derketî pir mezin bû, lê dîsa jî me alîkariya gel kir. Ji ber ev rewşa koçberiya gel rewşa herî giran bû, gelê me gelek caran rastî koçberiyê hatine lê vê carê ji ber hemûyan berê xwe dan Qamişloyê ji bo wê jî zextek ser xebata me hebû. Piraniya gelê ku koçber bû berê xwe dan nav malan ji bo wê heta ku bîlançoya malbatan hate derxistin û alîkarî hate kirin, kêmek dem girt.”

Hediye diyar kir ku tîmên Heyva Sor a Kurd 24 seeta di nav kar û xebatê de bûn û wiha got, “Tîmên me 24 seatan di nav kar û xebatê de bûn, tîmên tenduristî, kilînikên gerok li cihê kombûnan hatin bicihkirin. Her wiha ji ber ku piranî gelê koçber bûye berê xwe dida Stadyuma 12’ê Adarê ji bo wê jî tîmek bi kilînkekê bi awayek berdewam li stadyuma 12’ê Adarê bi cih bibû. Her wiha di dema ku koçberî rûda, rewşa hawayê berf, baran û serma bû ji ber wê jî doxtorên di nav tîman de cihê xwe digirin bi awayek gerok kar dikirin. Ji bo zarokan pêdiviyên wan ên sereke weke şîr û gelek pêdiviyan bi awayeke berdewam dihatin belavkirin. Li kêleka wan ji bo malbatan singer û batanî dihatin belavkirin. Ji bo ku em bikaribin xwe bighînin herkesî tîmên me rojane berê xwe didan nav malan û bîlançoya wan malbatan kom kirin.” 

Di nav axaftina xwe de Hediye qala alîkariyên ku dihate pêşkêşkirin kir û wiha got, “Heta roja çaremîn ji koçberiyê tenê Heyva Sor a Kurd di nav gel de bû, hîna ti rêxistinan berê xwe ne dabû gel, ji ber gelek rêxistin hene heta ku hejmarak taybet tune be alîkariyê pêşkêş nakin. Piştî wê hejmarek baş ji alîkariya ji bo Rojava hate şandin, Kurdên hemû cîhanê xwedî li Rojava derketin û bi taybet gelên Başûrê Kurdistanê gelek kampanya li dar xistin. Li aliyeke din Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya xwe ji bo Heyva Sor a Kurd a Rojava bi awayek xurt pêşkêş kir. Ji despêka pêvajoyê û heta niha nêzî 300 hezar Dolar ji Heyva Sor a Kurd re pêşkêş kiriye. Dermanê ku diket destê me jî ji bo bi awayek tendurist û li gorî pêwîstiyê li ser gel were belavkirin me radestî desteya tenduristiyê kir. Li Qamişlo 6 nexweşxane û nêzî 30 navendên tenduristiyê dest bi belavkirina derman û pêwîstiyên tenduristiyê kirin. Di heman demê de li nexweşxaneya gel a Qamişloyê hemû beşên Eco û karên film kişandinê ne di xizmetê de bûn, weke Heyva Sor a Kurd me alîkarî da û pêdiviyên nexweşxaneyan pêkanîn da ku ew jî bikeve xizmeta gelê me yê koçber.”

Hediye Ebdullah diyar kir ku nêzî 12 hezar malbatên koçber li Qamişloyê bi cih bûne û wiha berdewam kir: “Nêzî 12 hezar malbatên koçber piraniya wan li Qamişloyê bi cih bûne, nêzî 4000 malbat di nav malan de bi cih bûne. Belavkirina alîkariyê li ser 116 dibistan û navendên ku hatine vekirin hate kirin. Li bajarên din jî gelê koçber belav bûye lê hejmara li wan bajaran ji hejmara gel ê li bajarê Qamişloyê kêmtir e. Li bajarê Dêrikê nêzî 20 dibistan hene ku tê de koçber bi cih bûne li bajarên din ji di navber 15-20 navendan ji bo koçberan hatine vekirin. Li Qamişloyê hemû pêdiviyên sereke weke cil, betanî, singer, gelek tiştên din ên ku rojan tên bikaranîn hatin belavkirin. Ev nêzî 5 roje me dest bi belavkirina alîkariyê di nav malan de kiriye. Taxa Xerbî, heta astekê taxa Hilêliyê, taxa Kornîş û taxa Enteriyê bi dawî bûne, heta çend rojan wê yên di nav malan de jî hemû alîkariyê ku ji wan re divê bigrin.”

Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Ebdullah anî ziman ku eger rewşa koçberên di dibistanan de wiha berdewam bike wê gelek metirsiyên tenduristiyê jî xwe re bîne û wiha bi dawî kir: ‘’Heta pêwîstiyên gelê me hebin em ê hebin. Rewşek giran ser me û gelê me re derbas dibe, lê dema ku em bi yek dest û yek dilî bi hev re alîkariya hev bikin, em ê vê rewşê derbas bikin û bikaribin bibin bersiv ji bo êşên xwe. Bûyerên ku hatin jiyîn pir bi êş bûn lê xwedîderketina Kurdan li gelê me yê Rojava destê Heyva Sor a Kurd jî xurt kir. Pêwîstiya gelê me yê koçber yê herî girîng di vê demê de vegera li ser axa xwe ye. Hem weke rêxistinek tenduristî û mirovahî em dibînin ku eger ev rewş ji vê zêdetir dirêj bike wê ber bi metirsiyên mezin ve biçe. Ji ber ev gel nabe hertim di dibistanan de bimînin, ji ber ev dibistan ji bo şagirtan hatiye avakirin û li gorî şert û mercên xwendinê hatine avakirin, cihê xwarin, şûştin û pêkanîna pêdiviyan tê de nîne. Hem jî bi cih bûna gel bi vê awayî divê cihê metirsiyê ku gelek nexweşî jî belav bibin, piraniya wan jî di demsala havînê de derdikevin. Ji ber vê divê çareseriyek were danîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana Rojava û Rojhilat li tualê hat xêzkirin.
Nûçeya Pişt re Federasyona Gaziyan şehîd Sorxwîn û Azadî bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KONGRA-GEL Raperîn Amed bi bîr anî

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL alîkara Hevserokên KONGRA-GEL Raperîn Amed bi hurmet û minet bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê vîdyoyek li ser dijberîya mafê jinê belav kir

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Pete Hegseth, li ser medyaya civakî vîdyoyek belav kir ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: Alîkariyên ji Kievê re hatine kirin divê li me bê vegerandin

Serokê DYE’yê Donald Trump xwest, alîkariyên ji Kievê re hatine kirin li wan bê vegerandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li zanîngeha Kobanê ezmûn ji 2 hezar xwendekaran re tê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çete ji malên Kurdan dernakevin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyan li Siqêlbiyê yê Hemayê êrîşê gel kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rojnamevanên Erfîn: Êrîşên Newrozê di medyayê de hat paşguhkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?