Yekşem, 1 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa ANKA Haber’ê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rezan Sarica: Divê statuya girtîgeha li Îmraliyê bê rakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Hejmara Adarê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Berxwedana jinan civaka demokratîk diafirîne’ derket
Jin

Hejmara Adarê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Berxwedana jinan civaka demokratîk diafirîne’ derket

Rojnameya Newaya Jin di hejmara Adarê de giranî da ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û mijarên ronesansa jinê û avakirina civaka demokratîk, bûyerên li Rojava û Rojhilat û nirxandina Rêber Apo ya 8'ê Adara 1987'an weşand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rojnameya Newaya Jin di hejmara Adarê de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dosyayeke berfireh pêşwazî kir. Rojnameyê ku tespîta “Berxwedana jinan civaka demokratîk diafirîne” da pêş bi nivîsên ji Kurdistanê û cîhanê rêveçûna heyî ya têkoşîna azadiyê ya jinan, dînamîkên wê yên berxwedanê û qenalên piştevaniya navneteweyî xist rojeva xwe.

Di hejmara Adarê de nirxandinên li ser konferansa “Jin paşerojê dihûnin” a li bajarê Bogota yê Kolombiyayê, ronesansa jinê û avakirina civaka demokratîk, rêveberiyên xwecihî yên li Ewropayê û beşdariya jinan a li rêveberiyê weşand. Bûyerên aktûel ên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî di rûpelên rojevê yên rojnameyê de hatin weşandin.

Di rûpela forûmê ya vê mehê ya rojnameyê de bi sernavê “Di asta ceribandin-pêşnûmeyê de nêzîkatiyek li pirsgirêka Kurd” nirxandinên Rêber Apo yên 8’ê Adara 1987’an hatte weşandin. Di vê beşê de li ser bingeha azadiya jinê veguherîna civakî, perspektîfa civaka demokratîk û rola dîrokî ya têkoşîna jinê jinûve hate nirxandin.

Ji nivîskarên rojnameya Newaya Jin Raperîn Mûnzûr destnîşan kir ku 8’ê Adara 2026’an divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo veguhere referandûmekê ûu got, “Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya jinê.”

Siyasetmedar Sabahat Tûncel jî bal kişand ser koka dîrokî ya 8’ê Adarê û berxwedana jinan a vê serdemê. Tûncel ragihand ku li herêmê şer û kaos, her wiha êrişên îdeolojîk û siyasî yên li ser destketiyên têkoşîna jinan a şoreşa Rojava dewam dikin û ragihand ku berxwedana jinan a li Rojava, Îran, Rojhilat, Xeze û Tirkiyeyê veguheriye daxwaza “Wekhevî, azadî û jiyaneke dûrî ji tundiyê.”

Rojnamevan Nezahat Dogan jî bi endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat re hevpeyvînek kir. Di hevpeyvînê de mijarên ronesansa jinê, avakirina civaka demokratîk û hevdîtinên li Îmraliyê bi berfirehî hatin nirxandin.

Di rûpelên rojevê de Seval Balci bi Gîzem Erînç Çîftçî re hevpeyvîn kir ku di hilbijartinên xwecihî yên Adara 2026’an de li bajarê Offenbach ê eyaleta Hessen a Elmanyayê namzeta sereke ya Partiya Çep e. Di hevpeyvînê de sînorên avanî yên siyaseta xwecihî, newekheviya ku jin û koçber di siyasetê de lê rast tên û têkoşîna edaleta civakî hatin nirxandin.

Di rûpela Jineolojiyê ya rojnameyê de nivîsa Lotus Sevda bi sernavê “Li Abya Yalayê bi zanetiya jinan kombûna li hev” hate weşandin. Ji bo xwendevanên Kurdî jî Jiyan Nûda nivîsek li ser konferansê nivîsî.

Di rûpela çandê de ji Komuna Fîlman a Rojava bi Nûpelda Herekol re hevpeyvînek hate weşandin. Herekol bal kişand ser êvajoya êrişê, sekna li qada hunerê û rola sînema şoreşgerî ya ku bi têkoşîna civakî re dibe yek.

Di rûpela ekolojiyê de Sûltan Gulsun bi sernavê “Epîstemolojiya Ekofemîsîd” têgeha “Ekofemîsîd” nîqaş kir. Di rûpela cîhanê de jî cih ji têkoşîna jinên li Nepal û Sahrayê re hate dayin.

Di rojnameyê de daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê ya li ser bûyerên li Sûriyeyê, veguhestina DAÎŞ’iyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Başûrê Kurdistanê û Iraqê, daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê yên li dijî Şengal, Gagre û Qendîlê, gefên li ser hebûna civaka Êzidî û Şengalê hate weşandin.

Gulan Fehîm protestoyên li Îranê, komkujiyên ku rejîmê kir û bûyerên rojane nirxand. Roza MetÎna jî di nivîsa xwe ya bi wesîleya 8’ê Adarê de talankirina keda jinê, komkujiyên jinan û têkoşîna li dijî tundiyê vegot.

Di rûpela dawî ya rojnameyê de bîranîna 8 gerîlayên jin ên YJA Starê hate weşandin ku di 4’ê Adara 2012’an de li herêma Dola Kokê ya Qendîlê di bin aşûtê de man ûjiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan gerîlayan Saadet Zeyrek (Rengîn Jînda) bû. Beşek ji rojnivîskên Rengîn Jînda li rûpela dawî ya rojnameyê hate weşandin.

Hejmara meha Adarê ya rojnameya Newaya Jin li ser navnîşana newayajin.net dikare bê peydakirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî
Nûçeya Pişt re Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa ANKA Haber’ê hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Siwêdayê krîza mirovî: Bi hezaran ji bo nan di rêzê de ne

Li Siwêdayê vê siharê rêveberiya Şamê agirbest binpê kir. Li bajêr krîzeke mirovî heye.

Ji aliyê Stêrk TV

Kalkan: Faşîzm bi berxwedaneke radîkal û bi bandor dikare bê hilweşandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, nêzîkatiya li tecrîda li Îmraliyê nîşaneya…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran bi dehan ciwan revandin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li Efrînê bi dehan ciwan revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rezan Sarica: Divê statuya girtîgeha li Îmraliyê bê rakirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên ji Amûdê: Bila zarokên me tavile werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?