Heta niha bi hezaran malbat hatine bajarê Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Tibespiyê û Amûdê, ji ber ku hejmar zêde dibe me ji aliyên peywendîdar hejmarek negirt.
Li gorî agahiyên ji Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya Bajarê Qamişlo hatin wergirtin, heta niha koçber li hinek navendên saziyan, mizgeft û 64 dibistananên bajarê Qamişlo bi cih kirine. Ji ber zexta zêde li hin dibistanan her odeyek 3 malbat bi hev re lê bi cih bûne.
Heyva Sor a Kurdî erka tedawîkirina koçberan dike û rojane ew bi kilînkên gerok li deverên ku lê koçber hene digerin.
Hejmareke kêm ji rêxistinên herêmî yên ku bi kar û barên koçberan eleqedar dibin, alîkarî pêşkêş kirine. Ew rêxistin tenê li bajarê Qamişlo alîkariya beşeke ji koçberan kiriye.
Ji 64 dibistanan tenê li 30 dibistanan heta astekê pêdiviyên jiyanî ji bo koçberan hatine dapînkirin.
Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya Bajarê Qamişlo diyar kir ku di vê rewşa hewayê ya zehmet de, pêwîstiya koçberan a bi alîkariyê gelekî heye û bang li rêxistinan kir ku bi erka xwe rabin.

