Hejmara 515’emîn a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta ‘PKK şoreşa mejî ye’ hate weşandin.
Di hejmara vê mehê ya rojnameya Serxwebûnê de bi giranî nirxandinên li ser salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê hatin weşandin. Beşa duyemîn a rêze nivîsa ‘Bûyîna şervanê azadiyê yê gelekî di nava xeleka komployê de ye’ ya ji parêznameyên Rêber Apo di vê hejmarê de jî dewam kir.
Mijar û nivîsên din ên di rojnameyê de hatin weşandin bi vî rengî ne:
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Di sala 47’an a PKK’ê de em hîn bêhtir nêzî azadiyê ne’ destnîşan kir ku asta heyî ya têkoşîna PKK’ê êdÎ ne tenê têkoşîneke gerîla ye, êdî berxwedana jin, ciwan û gel e. Kalkan diyar kir ku têkoşîna PKK’ê mezin bûye, ji sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kiriye, veguheriye tevgera têkoşîneke navneteweyî.
Koordînasyona PAJK’ê jî bi wesîleya 25’ê Mijdarê gotarek bi sernavê ‘Her jineke hate qetilkirin banga ji bo Şoreşa Jinê ye’ weşand û bal kişand ser sedemên esasî yên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku li herêma me û cîhanê diqewime.
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît jî di gotara xwe ya bi sernavê ‘Hêza wateyê û felsefeya azadiyê ya PKK’ê cîhanê azad dike’ de pîvanên bingehîn ên PKK’ê nirxand.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Sabrî Ok jî bi sernavê ‘Serketina destanî ya Romana PKK’ê ji ber taybetmendiya wê ya tevgera rêbertî ye’ gotarek nivîsand. Ok destnîşan kir ku xwegihandina rastiya Rêbertî û asta milîtaniya PKK’bûyînê wê teqez serketinê bi xwe re bîne.
Di hejmara 515’an a rojnameyê de nameyên Asya Alî û Rojger Hêlîn ên beriya çalakiya fedaî nivîsandin, hate weşandin.