Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê li qada xwe fûara herî mezin a cîhanê ye. Dilê cîhana pirtûkan wê pênc rojan li Frankfûrtê lê bide. Di dema fûarê de wê Xelata Pirtûkan a Elman, Xelata Aştiyê ya Bazirganiya Pirtûkan a Elman û Xelata Wêjeyê ya Ciwan a Elman bêne dayin. Yaşar Kemal di sala 1997’an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Bazirganiya Pirtûkan a Elman hatibû dîtin.
WELATÊ MÊVAN: FÎLÎPÎN
Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê yekemcar sala 1949’an destpê kir. Ji sala 1988’an û vir ve her sal çand û wêjeya welatekî bi rengekî taybet tê nasandin. Îsal jî welatê “Mêvanê Rûmetê” yê Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê Fîlîpîn e.
Li Fîlîpînê ku nifûsa xwe 109 mîlyon mirov e bi 135 zimanan axaftin lê tê kirin. Li fûarê wê Fîlîpîn a ji 7.641 giravan pêk tê ji aliyê wêje, dîrok û civakên xwe yên xwecihî ve bê vegotin. Bi vê armancê 100 nivîskar û afirîner ji Fîlîpînê ji bo fûarê hatin vexwendin.
Ji bo fîgurê navendî yê wêjeya Fîlîpînê Jose Rizal wê çalakiyeke taybet bê lidarxistin. Rizal (1861-1896) nivîskar, doktor, rexnegirê mêtingeriyê û qehremanê neteweyî yê Fîlîpînê ye. Hikumeta mêtinger a Spanyayê di 30’ê Kanûna 1896’an de Rizal darve kir.
HELÎM YÛSIV WÊ PIRTÛKA XWE YA NÛ ÎMZE BIKE
Romana bi navê “Firîna bi baskên şikestî” ya Helîm Yûsiv ku sala 2019’an hate weşandin, bi zimanê Elmanî hate wergerandin. Pirtûka ku ji aliyê Elisabeth Ruetz ve hate wergerandin di 15’ê Îlona 2025’an de ji aliyê Weşanxaneya Sujetê ve hate çapkirin.
Weşanxaneya Sujet li gel Weşanxaneya Neqsê ya ji Rojava tevlî dibe, li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ji bo Helîm Yûsiv roja îmzeyan û semînerê lidar dixe. Çalakî wê 18 û 19’ê Cotmehê saet di navbera 12:00-14:00 de pêk were.
Ev romana Helîm Yûsiv bi Elmanî bi navekî cuda hate weşandin. Navê Elmanî yê romanê “Liebe im Schatten der dunklen Flaggen” ye ku tê wateya “Eşqa li bin siya alên tarî”.
NAVEROKA PIRTÛKÊ
Di vê romana Helîm Yûsiv de warê bingehîn Kobanê ye. Nivîskar qala çîroka evînê ya Rodî û Perwîn dike ku sala 2014’an di dema têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de qewimî bû. Ev herdu sînamegerên ciwan diwazin li Kobanê ya ku mirin lê hebû, bûyeran nîşan bidin û dengê wê derê bide bihîstin. Di romanê de zilma Îslamiyên tundrew, mirovên hatin qetilkirin û malbatên hatin parçekirin hatin vegotin. Her wiha qala hêviya bi wêrekî û hezkirinê jî tê kirin.
“Eşqa li bin siya alên tarî” nêrîneke xurt li ser hovîtiya şer pêşkêş dike. Di heman demê de qala şervanên jin ên Kurd dike ku di dema bêhêvîtiyê de bi hêza xwe bûn sembola hêviyê.