Li Kantona Cizîrê, gel li hemberî êrîşên gengaz û gefên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê, nobeta xwe ya li kolanan didomîne.
Gel li seranserê herêmê li dijî êrîşên gengaz şev û roj li kolanan taxên xwe diparêzin.
Bi taybet li bajarê Hesekê di nobetên ku bi tevlîbûna zêde ya gel tên dewamkirin de, kolanên sereke yên bajêr, kuçe û têketinên taxan bi dewamî tên kontrolkirin. Di serî de jin, ciwan û extiyar, welatiyên ji beşên cuda, bi xwebexş tevlî nobetan dibin û xwe diparêzin.
Welatiyê bi navê Xalid ê ji Taxa Til Hecer ku li Xaçerêya Sinarko nobetê digre, wiha got, “Bila gelê me netirse, em li vir in. Em bang li tevahî gelê Kurdistanê dikin ku berê xwe bidin Hesekê.” Her wiha destnîşan kir ku gelê herêmê bi îradeya xwe xak û jiyana xwe diparêze.
Yek ji ciwanên ku li heman qadê nobetê digre, destnîşan kir ku ciwan li dijî êrîşên gengaz amade ne. Ciwan, bal kişand ser girîngiya sembolîk û stratejîk a Hesekê û wiha got, “Hemû ciwanên Hesekê amade ye. Em bi hêza xwe re ne. Divê tevahiya gelê Rojava bikeve tevgerê. Ev şerê hebûn û tunebûnê ye. Şerê vê carê ji bo hemû Kurdistanê ye. Kurdên me yên li Ewropa û li her derê divê dakevin qadan û piştgiriyê bidin me. Min wekî sivîlek çek rakir. Me rêya Ziyad Heleb girt, em ê heta dawî şer bikin.”

