Dayika şehîd û girtiyan Afîfe Kartal yek ji wan bi hezaran jinên Kurd e ku li Kurdistanê rastî zilm û zordariyê hatiye. Kartala ku di zarokatiya xwe de bû şahidê zilma leşkerî û neçar ma ji gundê xwe koç bike, li Amedê jî bi zilm û zordariya dewletê re rû bi rû ma. Keça Kartal di sala 2017’an de di çalakiya li dijî Qereqola Licê de şehîd bû, kurê wê jî ji sala 2018’an ve di girtîgehê de ye.
Kartal a di sala 1969’an de li Gundê Aliya ya Farqînê ji dayik bû, yek ji wan bi hezaran jinên Kurd e ku bûye şahidê êrîşên faşîst û nîjadperest ên serdemê. Kartal anî ziman ku bi taybet piştî salên 1980’î rastî pevçûn û zextên dijwar hatiye û got ku di sala 1992’an de ji ber cerdevaniyê û şewitandina gundan koçî navçeya navendî ya Amedê Rezanê kirine. Kartal, wiha got: “Her roj ciwan li nava gund kom dikirin û li wan dixistin, kesên bertek nîşan didan jî rastî êşkenceyê dihatin û dihatin binçavkirin. Em bûn şahidê her cure zilm û zordariya dewletê. Min zarokatiya xwe di bin vê zextê de derbas kir. Wê deme ji Boluyê leşker û cendirme dihatin gundê me. Bi taybetî yên herî faşîst û dij-kurd dibijartin û dişandin gundan. Ma wê demê AKP hebû? Di hebûna wan de dijminatiya Kurdan heye. AKP û CHP wek hev in.”
EM BI ZILMÊ MEZIN BÛN
Kartal diyar kir ku beriya ku koçî Amedê bike, dema li gund bû zewicî lê ji ber zextan berê xwe dane gundê cîranê xwe û dema zext bi dawî nebûne hatine Amedê. Kartal da zanîn ku gava hat Amedê, zext û êşkence bi dawî nebû û wiha pê de çû: “Yên ku li gund man, cerdevaniyê qebûl kirin û man. Kesên ku cerdevaniyê qebûl nekirin neçar man ku gund û warên xwe terk bikin. Leşkeran malên kesên ku nexwestin bibin cerdevan û gund terikandin şewitandin. Em bi vê zilmê mezin bûn. Em çawa dikarin tevlî şer nebin? Ma ji me re rêyek din maye? Bi salan e em bi hovîtiya vê dewletê re dijîn. Keça min hê di dibistana amadeyî de bû, bû hedefa dewletê. Du-sê rojan carekê dihat binçavkirin. Herî dawî di sala 2012’an de berê xwe da çiyê û tevlî gerîla bû. Nexwest êdî li hemberî vê zextê debar bike û hem ji bo azadiya xwe û hem jî ji bo azadiya gelê xwe derketiye çiyê. Di sala 2017’an de li navenda polîsan êrîşeke xwekujî pêk anî û şehîd bû. Di sala 2018’an de kurê min li ser îfadeya îtîrafkarekî hate girtin û 18 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Kurd bi salan e vê zilmê dimeşînin.”
HETA KU TECRÎT RANEBE WARÊ ME AZAD NABE
Kartal diyar kir ku di nava malbata wê de gelek girtî û şehîd hene û got: “Ne tenê di malbata min de. Li Kurdistanê hûn li deriyê kê bixin, yan şehîd heye yan jî girtî heye. Ji ber ku ez ji 12 saliya xwe heta niha li hemberî zilma ku min dîtiye azadiya jin, gel û zarokên xwe dixwazim, Ez bûm endama Meclîsa Dayikên Aştiyê û li her derê dengê xwe bilind dikim. Tu mirovekî bi rûmet, bi taybetî jî tu jin nikare li hember tiştên diqewime bêdeng bimîne. Ez weke jin li dijî tundiya li ser jinê û tecawizê, li dijî asîmîlasyona ciwanan, li dijî azad nebûna xaka me, li dijî venekirina deriyên Îmraliyê vê têkoşînê dimeşînim. Beriya her tiştî divê ew deriyên Îmraliyê bên vekirin. Wekî din kes nikare azad bibe. Heta ku tecrîd ranebe, ciwan û axa me azad nabin. Zêdeyî 100 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne, em dayik nobeda Edaletê ne. Çima? Ji bo tecrîd bi dawî bibe. Lê kes me muxatab nabîne, tu rayedar jî greva birçîbûnê naxe rojeva xwe.”
EM JI BO AZADIYA XWE QADAN TIJÎ BIKIN
Kartal anî ziman ku li pêşiya wan 8’ê Adarê Roja Jinanên Kedkar ên Cîhanê heye û got: “21’ê Adarê Newroz û hilbijartinên 31’ê Adarê hene. Em ê van rojan hemû dakevin kolanan. Divê hemû jin ji bo azadiya xwe di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Bila hemû gelê Kurd di 21’ê Adarê de ji bo azadiya xwe qadan tije bike. Divê hemû gelê Tirk û Kurd di 31’ê Adarê de ji bo bersivdayîna vê feraseta faşîst biçin ser sindoqan. Ez wek jinek, dayikek, Kurdek bang dikim. Werin em dawî li vê zilmê bînin. Em aştiyê dixwazin, em dixwazin tecrîd bê rakirin. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Em naxwazin dilê me bişkê. 8’ê Adarê li hemû jinên li girtîgehê, gerîla, Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz dikim.”