Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya hikumeta demkî a Sûriyeyê ya li Şamê bi dawî bû.
Çavkaniyên beşdarî hevdîtinê bûne ragihand ku di hevdîtinê de çawaniya bicihanîna bendên peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz de, hate nîqaşkirin.
Di hevdîtinê de ji şandeya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn û ji şandeya hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri û Esed El Şîbanî amade bûn.
Di çarçoveya hewlên berdewam ên pêkanîna bendên peymana 10ˊê Adarê de, şandeya Rêveberiya Xweser ji bo hevdîtina bi hikumeta veguhêz re, çûbû Şamê.
Ev gav piştî civîna 6ˊê Cotmeha 2025ˊan pêk tê ku tê de fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, cîgirê hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xesan El Yûsif û serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mehbaş, nûnerê taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack û fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ku serokatiya şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî dikir, amade bûn.