Der barê rêkeftina hûrguliyên hevpeymana di navbera Fermandarê Giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Şamê Ehmed El Şera de 10’ê Adara 2025’an hatibû imzekirin. Girêdayî naveroka hevpeymanê Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, bersiva pirsên rojnamevanê rojnameya Ronahî Argeş Viyan dan.
10’ê Adara 2025’an de li paytexta Sûriyê Şamê di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê desthilata Şamê Ehmed El Şera de hevpeymanek hat îmzekirin. Hûn naveroka wê peymanê çawa dinirxînin?
Rêkeftina di navbera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de, di encama çend civîn û şêwiran de pêk hat. Di dîroka Sûriyeyê û tevahiya herêmê de destpêka qonaxeke nû ye. Şert û atmosfera destpêkirina muzakere û aştiya li hemû Sûriyeyê ava dike. Ev lihevkirin dê hemû gelên Sûriyeyê, bêyî cudahî ji pêkhateyên xwe, bihêle ku diyalog û rêyên aştiyane yên danûstandinan û qebûlkirina yên din bipejirînin, ku dê rihê beşdarbûn û demokratîk di civaka Sûriyê de bi giştî geştir bike.
Di peymanê de bi awayekî giştî hatiye destnîşankirin ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyeyeke yekgirtî ye û ev yek jî bi nêrîna hemû gelê Sûriyeyê re ye. Hewldana me ya berdewam ji bo belavkirina çanda diyaloga Sûriyeyîn ya bi hev re û teqezkirina li ser riya niştimanî ji bo çareserkirina nakokiyan piştrast dike, berovajî tiştên ku di medyayê û odeyên girtî de dihatin belavkirin ku em dixwazin ji Sûriyeyê cuda bibin an tiştekî mîna wê. Ji ber vê yekê, îro herêma me bûye kevirê bingehîn di mekanîzma û pêkhateya avakirina desthilata Sûriyeyê ya nû de, ku wê piralî û nenavendîbûnê bipejirîne. Em ê bibin hêzeke bingehîn di pêşxistina guhertina demokratîk û xistina civaka Sûriyê ya guftugo û guhertina hişmendiya heyî.
Di çarçoveya peymanê de, em hewl didin ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bi taybet gelê Kurd garantî bikin, ji ber ku ew di civaka Sûriyê de wek gelê resen tê dîtin. Piştrastkirina beşdariya her kesî di amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî ku mafên her kesî piştrast bike û avakirina Sûriyeyê di warê siyasî û îdarî de. Bê guman herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê xwediyê taybetmendiyekê be ku wê bikaribe xwe di warê siyasî û îdarî de birêve bibe.
Em bi hêvî ne ku rêkeftin bigihêje qonaxa cîbicîkirinê û li ser hûrguliyan li hev bikin, da ku bibe modêlek ji bo belavkirina wê li tevahiya xaka Sûriyeyê. Nêrîna me ji bo sîstema hikûmeta nû ya Sûriyeyê ew e ku sîstemeke piralî be ku nasnameya Sûriyeyê ya berfireh û piralî îfade dike.
Nûneratiya form û pêkhateyeke taybet a Sûriyeyê nake û şêwaza rêveberiyê sîstemeke nenavendî ye ku xwe dispêre rêveberiya herêmên demokratîk û girêdana wan bi navendê re li gorî mekanîzmayeke ku bi aliyan re li hev hatiye kirin. Ku nebe ev form dê nikaribe hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike. Eger yek ji aliyan hizra birêvebirina dewleta Sûriyeyê bi nêrîneke navendî ya yekta bike, ew ê ne bi tenê be û dê bibe dûbarekirina rêjîma Baas, vegerandina Sûriyê bo heman serdema kevnar wê bi xwe re keraseteke mezin ji bo Sûriyeyê bi giştî re bîne.
Mekanîzmaya pêkanîna wê hevpeymanê wê bi çi şêwazî bimeşe?
Mekanîzma cîbicîkirina xalên rêkeftinê û pêkanîna wê pêwîstî bi demê heye, lê gava yekem ew e ku kar ji bo ragihandin û cîbicîkirina rawestandina operasyonên leşkerî û şer li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê, çi li bendava Tişrîn û pira Qerakozaqê û çi li ser berava Sûriyê. Ev erk pêwîstî bi hewldanên hevbeş heye û piraniya wê dikeve ser milê hikûmeta demkî ya Şamê. Her wiha hewlên hikûmeta demkî ji bo zextên li ser Tirkiyê bo rawestandina êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dabînkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyê bo deverên xwe, di nav de yên ji Efrîn û Serêkaniyê ku koçber bûne.
Îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstiya me bi lidarxistina civînên ku hemû hêzên siyasî û pêkhateyên etnîkî û olî yên herêmê tê de beşdar bibin, bi armanca wergirtina nêrînên wan, destnîşankirina pirsgirêkên ku divê bên çareserkirin û pêşniyarkirina çareseriyan. Li gorî vê yekê, komîteyên taybet dê bên avakirin, her yek ji wan komîteyên parastinê, komîteyên din ên aborî û yên din jî yên rêveberiyê. Em ê teqezî li ser wê yekê bikin ku ev komîte nûneratiya pêkhate û gelên herêmê dikin û kesên pispor di nav xwe de cih digirin da ku bikarin gotûbêjê bikin û nexşerêyeke guncaw ji bo danûstandina li gel Şamê û bidestxistina encamên berçav pêşkêş bikin.
Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî bi kiryarên xwe hewl didin aramiya herêmê têk bibin. Li gorî wê peymanê kesên ku ev biryarên ku hatine girtin pêk nayinin pêwîste çi were kirin?
Ji aliyê Kurdan ve wê şandeyek ku ji hemû hêzên siyasî yên Kurd pêk tê li holê bin. Erka vê şandê gotûbêjkirina pirsgirêka Kurd û mekanîzmaya têkelkirina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de ye. Gotûbêja mafên gelê Kurd mafên pêkhateyên mayî betal nake, belkî jiyana piralî li Sûriyeyê geştir dike, em ê piştrast bikin ku her pêkhateyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser parastin û garantîkirina mafên xwe di destûra nû ya Sûriyê de gotûbêj bike.
Heta niha xebatên ku di çarçoveya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dihatin meşandin, bi awayekî ferdî û ji Şamê veqetandî dihat meşandin, Lê piştî pêkanîna peymanê dê di rêveberiyê de parvekirin hebe. Bi taybetî dezgeh û wezaretên wekî berevanî, dîplomasî û aborî, ev beş wê li gorî mekanîzmayeke taybet bên parvekirin, yên mayî jî saziyên xizmetguzarî û sivîl ên wekî şaredarî, perwerde, çand û yên din li herêmê xwedî taybetmendî bin û ji herêmê bi meclîsên rêveberiyên herêmî yên demokratîk bên birêvebirin.
Em hîn di destpêka rê de ne û bê guman dê gelek kêşe ji bo cîbicîkirina rêkeftinê hebin, di nav de komên ku li piraniya erdnîgariya Sûriyeyê serdestin, bi pêşengtiya komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve. Kontrolkirin an bêçekkirina van koman erka sereke ya hikûmeta demkî ye. Yek ji xalên rêkeftinê jî vegera koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê bo gund û bajarên xwe. Li vir divê hikûmeta demkî ewlekariya van kesan peyda bike û ev yek jî tenê bi kontrolkirina van aliyan û derxistina wan ji wir pêk tê û bi vî awayî van deveran ji aliyê gelê wê ve birêve were meşandin. Ya duyemîn jî, divê hikûmeta demkî bi hemahengiya Neteweyên Yekbûyî, bi zextê li ser aliyên herêmê yên bi serkêşiya Tirkiyê, ji bo ku destwerdanê di karûbarên Sûriyeyê de nekin û alozî û şerên di nav erdnîgariya Sûriyeyê de zêde nekin, beşdarî vê yekê bibe.
Di hevpeymanê de girêdayî heremên dagirkirî û misogeriya vegera koçberan xaleke hebû, wê bi çi awayî ev yek were pêkanîn?
Xalek taybet ji bo vegera awareyên Sûriyê ji bo deverên xwe heye û benda wê yekê me ku bi taybetî behsa rewşa xelkê Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û hin navçe û gundewarên rojhilatê Helebê wek Til Aran û Til Hesel kir. Ev mijar ev demeke bûye mijara gotûbêja çend aliyan ji wan jî hikûmeta Şamê, Neteweyên Yekbûyî û hevpeymaniya navdewletî ya şerê li dijî DAÎŞ’ê. Helwestên erênî bûn Berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê hikûmeta Şamê ku ji bo derxistina komên alîgirên Tirkiyê ji Efrînê bixebite û aramiyê li herêmê ava bike ji bo vegera xelkê. Ya herî girîng ew e ku şert û mercên vî gelî ji bo mafên xwe yên ku me li ser li hev kiribûn bi kar bîne.
Helwesta Şamê ji vê gavê heta îro jî erênî ye, lê wan demek ji bo rêxistin û amadekirina şert û mercan xwest, lewma em li benda roja vegera koçberan li ser cih û ware wan ne. Ev demek e bi rêxistinên navdewletî yên wek Xaça Sor û UNICEF re peywendiyeke berdewam heye ji bo hevrêzkirina hewlan û sazkirina mekanîzmayeke vegerê bi garantiyên navdewletî û erkê sereke ji bo vê yekê dikeve ser milê hikûmeta demkî ya Şamê.