Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser bombebaranên Îranê yên li ser baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Gelê Xebatkar û Têkoşer yê Kurdistanê!
Di rojên dawî de, Komara Îslamî ya Îranê bi berdewamî baregehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi mûşek û balafirên bêmirov hedef girtiye. Di encama van êrişan de Pêşmergeyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Celal Reşîdî şehîd bû û çend Pêşmergeyên din yên PAK’ê birîndar bûn. Her wiha çend Pêşmergeyên Hizba Demokrat û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistan a Îranê jî birîndar bûn. Di çend rojên borî de li nav xaka Kurdistanê û li çend bajaran, di bombebaranê de gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndar kirin.
Em wek Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a Îranê sersaxiyê ji malbatên Şehîd Celal Reşîdî û Partiya Azadiya Kurdistanê re dixwazin.
Êrîşên rejîmê li ser baregehên partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, ku nîşana tirsa mezin a rejîmê ji tevgera mafên Kurdan li Îranê ne, ne tenê têkoşîna me qels nakin, lê di heman demê de îradeya me ya ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê û rizgarkirina Kurdistanê xurtir dikin.
Em careke din bang li gelê Kurd dikin, di demekê de ku rejîm hêzên xwe li mizgeft û dibistanan bi cih kiriye, her wiha li navendên îdarî civînên leşkerî û ewlehiyê li dar dixe, divê gelê me di zûtirîn dem de ji baregehên leşkerî, navendên ewlehî û îdarî yên rejîmê dûr bikevin.”

